Skip to content
Rêber APO

Jina herî bedew, heri bi qîmet û ya herî zêde divê bê hezkirin, wê çawa derdikeve rastê

Jina herî bedew, heri bi qîmet û ya herî zêde divê bê hezkirin, wê çawa derdikeve rastê

A herî mezin, qîmeta ku min da têkiliyê, hêza dahûrandinê derdixiste asta netewî. Bi îhtimaleke mezin piraniya we dîlên têkiliyan in. Ji ber ku hun nebûne hêza çareseriyê, hun di têkiliyê de xeniqîne. Tebî ev jî dihêle ku ji asta milîtan û asta rêxistin û şer re rê bide vekirin. Kesayetiyên ku ne di rê de ne û zêde nikarin vekirinan pêk bînin, nikarin şoreşê çêkin. Kesayetiyên wisa nikarin bûyera hezkirinê bigirin dest û bedewbûneke wisa bijîn. Çavkaniya hezkirin û bedewbûnê ka çi ye, di bingeh de di van nirxandinan de veşartiye. Nêzîkatiya min ji jinê re ta ji zaroktiya min vir ve, jinê, hem dilkêş û hem jî hêwlnak dîtin ango jinê pir xeternak dîtin, hem jî karîna girtina taybetmendiyên wê ye. Min tim veqetandina yên kirêt in, qirêj û dîl in û yên xweşik û azad in, da çêkirin. Dema ku min xwest hinekan berteref bikim, min hinekên din jî derxist rastê. Ev, li ba min xetek e û îro ev xet cîhanê kiriye du qet: Cîhana azadiyan û cîhana dîlîtiyan. Hun dibînin ku ev, rê vedike ji avakariyeke û veguherîneke mezin re. Yanî niha çi têkilî peyda nîn in ku hindek ber bi azadiyê ve bibim ango bidim pêşxistin. Heta dema ku kesayetiya jineke ciwan didahûrînim, ger ku hindek mebesta xwe di aliyê azadiyê de hebe, nevekirina wê nikare bibe mijara gotinê. Jixwe ez diçim kuderê, li wirê hema her kes radibe ser piyan û zindîbûnek pêş dikeve. Hema her jineke ciwan hêz peyda dike û heta dixwaze ku xwe qezenc bike. Teşeyê wê tê guhertin, fîzîka wê pêş dikeve, zimanê wê pêş dikeve, giyana wê pêş dikeve û ev jî, ji hezkirineke rast re rê dide vekirin. Dibe ku zêdetir nehatibe ponijandin, Lê ew têkiliyên mirovên me dikişînin, va wisa derketine rastê. Ger di asta ezmûneyê de be jî, ji pirsa “divê têkilî çawa bin’’ re hindik zêde bersîv tên dayîn. Di virê de vacek heye, behremendiya nirxandinê heye. Qet ketina rewşa hestan û çêkirina ketîbûnê ne mijara gotinê ye. Rêzdarî heye. Mînak ez bi xwe, di bingeh de pir sincî me. Heta ji yekî oldar bêtir taybetmendiyên min ên sincî hene. Lê, ji wanê dî zêdetir azadîxwaz im. Yanî ji libatan û ew kesayetiyên ku wê temsîl dikin re, bi azadîxwazî nêzîk dibim. Ger ku ev jinek be, dibêjim, “divê ez vê tevlî cîhana azadiyê bikim.’’ Ev jî şêwaza nêzîkatiyeke pir teşedar e. Lê dêna xwe bidinê, gelo hun wisa ne yan na? Hun dibêjin, hestên me hene. Gelo hestên we çawa tevlî dibin? Di şêwaza feodal de ye, an di şêwaza koledar de ye ango di şêwaza burjuvaziyê piçûk de ye? Ma pir zêde, neheq û bênaverok e? Ger di van hemûyan de pîvan tune be, tê wê wateyê ku hun xeternak in. Ez nikarim vê şêwazê bipejirînim. Dibe ku şêwazeke we yê pir girtî jî hebe, ez wî jî nikarim bipejirînim. Ger tu hewqas girtî û hewqas bêdil bî, ezê bibêjim, tu şoreşgerekî çawa yî? Mînak min çawa dilê gelê xwe ji xwe re da vekirin? Dilê we hemûyan jî wisa vedikim. Hunê bibêjin, ma wisa dibe? Lê hun neçar in ku xwe vebikin. Ji ber ku bi gora min dil nebe, bûna şoreşgeriyê jî nabe. Yeka/î ku bibêje “min dilê xwe hedimandiye nav dîrokê, hedimandiye nav gorê, min dilê xwe bi tayê pembû ve daye girêdan’’ nikare bibe şoreşger. Vê çêkirin, li jiyanê heqaretkirin e.
Di nav refan de yên ketî hene. Ger ku ev fersend bibînin, dibêjin, “dê em birevin.’’ We, vê ji ku derê derxist? Va, zilamek ango hinek ku li ciyekî tên hiştin, roja duyemîn wan nêzîkatiyên ku bi çi rêpîvanan ve nabe yek û ne di şoreşgeriyê re, ne jî nirxên kevneşopiyê de peyda dibin, nêzîkatiyên xistok nîşan didin. Dibêjin “em netebitîn’’ Va di nava me de jî derketin. Ev, ne hev û dî pîrozkirin e, li pey azwerî û ajoyan xwe çûyîn e. şer pêş naxin. Rêxistin tune, perwerde tune. Hev û dî peyda dikin û dixwazin bixînin. Hinekên wisa derketin û ew cezayê ku heq kiribûn dîtin. Di bingehê cezakirina wan de, ne ku bi hev re têkilî pêşxistin, xiyanet li peywirên xwe kirin hebû. Ev nêzîkatiyeke zayendîtiya çawa ye ku, te ber bi hilweşandina yekîneyê ve dibe? Têkilî ava dikî, ji peywirê direvî. Ma qey têkiliya jin-zilam ango ya zayendîtiyê hewqas di çonayetiya sîxurtiyê de ye ku, te ber bi xiyanetê ve dibe? Ango dema ku tu vî digirî dest ma tu natirsî? Ger ku tu vî dizanî, hingê tu çima têkiliyên xwe ber bi aheng, hevseng, xurt û rastiyê ve nabî? Tebî şêwaz girîng e. Tê gotin, “min xwe kontrol nekir.’’ Piştre yê me dertê û wek axayan dibêje, “min jinê dît, min lê çesipand û revand.’’ Jin jî wek keçên ku ji malê direvin radibe û dibêje, “min zilam dît û ez reviyam.’’ Te mala me şewitand! Ma tu reviyayî, baş e li paş çî ma? Wisa nayê jiyandin. Ne zilamê wisa ne jî keça wisa tê pejirandin. Lê çawa ku min got, di aliyê din de şêwaza min a nêzîkatiyê ji pirsgirêkê re heye. Her roj hewqas di nava hewldanan de me.
Jina herî bedew, herî nirxdar, herî ya pêwîst e jê bê hezkirin wê çawa derkeve rastê? Ev pirseke baş e. Yên ku dibêjin, guneh e, nêzîke jinê nayê bûyîn, di bingeh de yên ku dibêjin, “dest li jinê nayê dirêjkirin’’ hene. Ev tê çi wateyê? Tu şerê jiyanê didî. Jin jî perçeyekê jiyanê yê nayê veqetandin e. Lê ev tiştîn ku dibêjin, dest lê dirêj nekin û tevlî nebin, hev û dî xistin e. Teşeyekê din nafikirin. Ji hemûyan re navê “têkiliyên çilvirînê’’ danîne. Ji her têkiliyê re navê “têkiliyên çilvirînê’’ dayîn, di kîjan pîvanê de rast e? Erê, têkiliya çilvirînê heye, têkiliyên revandok hene, têkiliyên qasî xiyanetê xeternak hene. Lê bi ya min, ji her têkiliyê re navê têkiliyên çilvirînê danîn hindek zor e. Niha li ser zimanê hemû PKKê ye. Di dema pêş de ezê ji bo vekirinê hewl bidim. Çarçove diyar e, naverok diyar e, armancên wê diyar e; muhtemelen bi her awayî nirxan xurt dike. Di vê bingehê de pêşketina têkiliyekê pêk hatiye. Ew çilvirana di virê de çi ye? Bûyereke tevlîbûnê, bûyereke hezkirinê , heta bûyera evînê pêş ketiye. Ev tev têgînên nû ne ango têgînên ku hewl tê dayîn ji nû ve bên pêşxistin in. Na, dest bi dest dana hev, nizanim di kîjan libatî de peydabûn, bi teşeyekê xeternak û çilvirîn de tê nirxandin. Tam nexweş!
Niha ez di virê de qala têkiliya zayendîtiya bêteşe nakim. Bila şaş neyê fêmkirin. Lê bûyereke flort a jirêzê, yanî ji hev û dî hezkirin û mijara hêz wergirtinê, hema di cî de têkiliya çilvirî hesibandin xeternak e. Na, ji ber ku ev di nava me de weke xiyanetê tê destgirtin, dibe ku wisa bin. Lê ku di şêwaza em pêş dixin de bin, wisa nabin. Jineke ku bixwaze ji zilamekî hez bike, dikare hez bike. Dîsa zilamek dikare bixwaze di astên curbecur de ji jinekê hez bike. Ger tu astenga hezkirinê ji xwe re deynî, astenga tevlîbûnê ji xwe re deynî, hingê tu çiqas azad î? Ma feodalîzmê jî vê nedixwest? Lê yên din jî mirov nikare birame, bi gotineke “min ji vê jinê re( ango zilamî re) tebat nekir, min xwe wenda kir’’ nabe! Yanî çawa dibe? Ma viyana azad dikare vê bipejirîne? Ma rast e ku kesayet xwe di têkiliyan de hewqas di rewşên nesaxlemî de bihêlin? Tebî kesek jî rast û durust wêrekiya dest avêtina van tiştan nîşan nade. Ya pir kevneperest û muhafezakar dimînin ango dema ku fersend peyda dikin hev û dî direvînin. Ya jî di rewşa qîmpêanîna têkiliyên pir erzanî de mayîn heye. Ev ne nêzîkatiyên rêzdarî ne, li hember jiyanê.
Mirovê Kurd dema ku ji nû de vedijî, divê ji hemû têgînan re nêzîkatiyên nû û rast çêbike. Pêwîst e em hem naverokê pêş bixin, ango di vê mijarê de pir wêrek bin. Em ew kes in ku jiyana xwe danîne rastê, xistine vê oxirê û ji her pirsgirêkê jiyanê re wêrekane nêzîk dibin. Di vê mijarê de em xweperest nêzîk nabin. Ji ber ku hun fedaiyên gel in. Mirovên fedaî wê çima xweperest û xudbîn nêzîk bibin? Mirovekî wisa azad, zadegan û paqij nêzîk dibe. Çima ji bo jinê tim tê gotin, nêzîk nebin pir xeternak e? Çima tê gotin, bi qedal e û zilam bi xwe re dibe? Yê li pêşberê we ya herî hindik mirov e. Çima wisa bibe? Ev min ditirsînin. Carna ji xwe re dipirsim, “gelo ez şaş dikim, ma hewqas qîmet dayîna van keçan rast e?’’ Yanî ramana min tim wisa bi dudilî û nakokî pêş dikeve. Ma çima nebe û heta çima neyê vegerandin çavkaniya jiyaneke derasayî? Tebî ev di heman demê de şerê çînayetî yê mezin e. Hê jî her roj em pê mijul dibin û her roj em ditêkoşin. Yanî rewş pir eşkere ye, tê gotin hun serbest in. Kîjan ji we têkiliyeke ku mirov jê re bibêje, bravo dikare ava bike? Va çend heb hevalên me yên weke ku em bi teşeyekê “va, keçeke me ya ciwan xwe azad girt, xwe nexist; di têkiliyên bi zilaman re û her awayî têkiliyên xwe pîroz girt’’ karibin binirxînin hene?
Bi zilaman zêde ewleyî nîn e. Pîvan tune, rêpîvan tune. Tê çi biki ji zilamekî wisa? Tê dîtin ku di virê de şerekî rişt mijara gotinê ye û ev we tevan nêzîk de eleqedar dike. Hemû tiştên ku ez dikim, ji pirsgirêkê re hindek zêde nêzîkatiyekê wêrekî nîşan dayîn e. Hem ewle û wêrekiyê didim, hem jî bi dahûrînên mînak pirsgirêkê hindek vedikim. Tebî hun jî dikarin hindekî din wêrekdar tevlî bibin. Bêyî ku hun pirsgirêkê çep û rast bikişînin ango bikevin nav lîberalîzma burjuva yê kevneperest û xistok, divê em karibin şêwaza xwe derxin rastê. Di bingeh de ev babetên wisa ne ku divê zêdetir berfireh bên gotûbêjkirin. Lê hinek babet hene ku em dixwazin bi rengekî kitekit bigirin dest. Ez, ji van hemûyan re tenê di asta hilkefktinê de nêzîkatiyekê nîşan didim.
Pêwîst e ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîvên berfireh bên dayîn. Di vê mijarê de hêza kesan hindek jî bi dahûrîneriya ku bikevê ve girêdayî ye. Di virê de ji yê herî bawermend, ji yê herî kevneperest bêtir sincî û ji yê herî ku dibeje, ez azad im bêtir azadbûn pêwîst e. Di vê mijarê de ew helwesta ku em dibêjin, ya herî saxlem e, divê baş bê fêmkirin.
Yek jî em di qonaxa şoreşê de ne. Ev têkiliyên ku niha me ava kirine, ne têkiliyên asayî yên pergalê ne, têkiliyên destpêkirinê ne û têkiliyên qonaxeke dîrokî ne. Têkiliyên ku bi we re ne, nikarin bibin têkiliyên ketûber. Yanî bi taybetî serokatî nikare têkiliyên taybet û takekesî pêş bixe. Ji têkiliyên taybet û takekesî zêdetir berê xwe dide welat ango nêzîkatiyên ku hemû zayenda jinê eleqedar dike pêş dixe. Divê asta jineke giştî, taybetmendiya jina giştî wê çawa be, teşeyê têkiliyên ku pêwîst e bên hezkirin wê çawa bên avakirin? Ger hun bala xwe bidinê çawa ku hun di labaratuarekê de nirxekî didin afirandin wisa li van têkiliyan dinêrin. Ev bi gotineke, hema em têkiliyeke taybet ava bikin nabe. Ev kar, “hema em hev û dî wisa girê bidin’’ ve jî nabe. Gelek tişt wê bên gotûbêjkirin û bên nirxandin. Wê li dawiyê ya herî saxlem, ya ji netew û gel re bibe mal û di asta pêşkeşiyê de ji civakê re bên pêşwazîkirin dimîne. Pirsa “têkiliyên jin-zilam ên saxlem, têkiliyên hevalbendiya saxlem, têkiliyên saxlem ên li ser bingehê viyana azad, têkiliyên paqij, bi rûmet û bi azwerî’’ wê çawa bin, sotîner û girîng e.
Dema ku ev tev tên nirxandin, em peywiran ji bîr nakin. Peywirên rêxistinî, peywirên çalakmendî, her cure peywirên perwerdehiyê qasî şer zor in. Yanî pêşxistina têkiliyên civakî û pêşxistina têkiliyên hestiyarî zor in. Hest bi misogerî ne karê kesayetên lewaz e. Karê şervanên mezin e. Hest, ger ku bingeh ji pergalê digirin, bêşik paşverû ne. Berevajî ger ku bi azweriyên şoreşger yên mezin ve girêdayî bin, pir nirxdar in. Çawa ku min got, her hest û her têkiliyê wek “nîşana çilvirînê’’ bi nav kirin, jê kirin û avêtin xeternak e.
Em, ber bi çûyinê ve di bûyera Kurd de dahûrandin û gihîştina jiyana nû pêş dixin. Afirandina hezkirinê, diyarkirina asta rêzdariya mirovan û sererastkirina têkiliyên jin-zilam gihîneka herî girîng a vê ye. Pir eşkere ye, bi tonan nêzîkatiyên zilam ên nayên pejirandin hene. Dîsa wek deyzekê nêzîkatiyên kole yên ku bingehê ji keçan digirin hene. Heta ku em van tevan bi pergal nekin, emê kengê karibin partiyê bînin halê pêşeng partiyê? Ma em nikarin di Kurdistanê de ji hêz û sazgehên mêtînger li benda çareseriyê bimînin! Modela jin a Tirk, modela jinzilam a Tirk, modela kemalîst çi da jinê? Dikare çi bide me? Heta emperyalîzm dikare çi bide? Kevneşopiyên malbata feodal, welat anine çi halî li rastê ye. Wê her tiştî tu pêk binî. Ji ber vê yekê ya ku hun ji min bixwazin nêvengeke zêdetir azad, gotûbêj û ramandina zêdetir azad û rasteqîna tevlîbûna zêdetir azad e. Ev jî hene. Niha em wisa pêş dixin. Bi kêr tê, pêşketin jî watedar in. Hun ciwan in, hê gelek riya hun wergirin heye. Hun, weke jinan xwe zêdetir pêgirê kûrbûnê bikin. Xwe bînin halekî piralî, bi viyan, hatiye ronahîkirin û xurt bûye. Ji hemû aliyên xwe re, ji her taybetmendiyên xwe re di wateyekê daringî û arişî de teşe dayîn pêwîst e. Yani her têkiliyê ku êdî ya we ye, hun dikarin bixin rojevê. Ev xwe peydakirin e, xwe heyî kirin e. Çawa ku tê gotin “jin navê xwe heye, bi we nîne’’ ya divê tenê ne bi “nav heye’’ qîm bê anîn, gihiştina rasteqîna “bi xwe jî heye’’ ye. Ez pir zêde eleqe nîşanê vê didim. Yanî jineke heyî derxistina rastê, jineke wisa heyî kirin bûyereke pir girîng e.
Di nava me de jin pir kirêt, pir xeternak e. Jina ku wê bibe heyî bûyereke pir bi nirxdar e. Pêwîst e ev neyê çelexwarîkirin û ji qîmeta wê neyê daxistin. Jinekê heyî kirin, heyîkirina netewekê ye; partiyê dana azadkirin, jiyanê gihîştandina hêzeke rewneq e. Lê çawa ku min got, ev yek di wî teşeyê ku hun dikin de qet nabe. Ev bi salan e ez pê mijûl dibim, lê heya niha jî tam pêk neanîme. Hê jî ez zorê didim xwe. Jixwe malbat damezrakeke ku me diqedîne. Heya ku girêdan bi her awayî neyên pêşxistin, ma ez dikarim xwe tevlî nava çerxa wê bikim? Yeka ku di malbatê de, civakê de û hem jî di bin navê têkiliya azad de min hewqas bixwe, bixeniqîne û biqurtîne, di vê rewşê de ma çima ezê xwe pê de berdim? Ezê bimirim, lê ezê xwe saxlem bigirim.
Niha ev pirs ji bo we bêtir sotîner e. Kê bi destê we bigire, roja duyemîn dikare we bixîne. We kîjan zilamî pêş xist? We kîjan zilamî gihand viyana azad û wekhev? Hun çiqas pê ewle dibin? Divê ji bo vê yekê hun hindek xwe lêpirsîn bikin. Beriya azwerî û hestan divê hun bibêjin, “ev têkiliya em pê rû bi rû mane çi ye?” Ez dibînim ku hun tev hindik zêde hatine xapandin û piştre jî ev li serê min dibe bela.
Tebî pêwîst e mirov rêzdar be. Hindek di asta netew de birame. Jina rastîn puxte bi puxte pewîst e wisa be, divê bibe alîgir û hêza çareseriya jiyanê. Kîjan hevala me ya jin vê yekê ji xwe re kiriye pirsgirêk? Ev, qet ne diyar e. Heye yan tune ye, ma xwediyê nêrînekê ye, xebata wê heye yan na? Ez hizir nakim ku bi min jî têdigihîjin. Li paş min bi awayekî, li pêş min bi awayekî. Ez wateyekê jî nadimê. Va, çawa ku min qala wê kir, ew têkiliya feodal, tîpê ku têkiliya malmulkê diçespîne, dixwaze bi wan numereyên jineka sihêl girê bide. Ya min hindek hêza min heye. Bikaranîna vê hêza min ve, yekser û bi teşeyekê pir kerax dixwaze were ser kar. Li ser wê zayendîtiya ku pêwîst e azad bê jiyandin û bibe rûmeta mirov, siyasetê ava dike. Va, wisa dibêje, “zilamê Kurd bi zayendîtiyê ve pir girêdayî ye, wisa dikare bê kirîn; yek jî ji bo jinê gelşa namûsê ye.’’ Wisa destgirtina zayendîtiyê, bêsinciya herî mezin e. Sinc û namûs di ku dera vê de ye? Tebî dema ku ez vê napejirînim, tê gotin “çima ev zilam wisa ye?’’ Wê vexwendiyê azadiyê dikim, tê gotin, “naxêr! Em tenê dikarin zayendîtiya xwe hewqas bazar bikin.’’ Ez dibêjim, naxêr! Tu tenê dikarî zayendîtiya xwe bi xwezayî bijî. Ger tu bi xwazayî nejiyayî, tu sextekarek î!
Gotinên mîna, “hewqas xweperest, hewqas xwediyê mal-mulk’’ di nav çemka min a şoreşgerî de cî nagirin. şer di vê bingehê de hindek pêş dikeve û tund e. Di bingeh de ji lêkolînê re mijareke nirxdar e. Yanî viyana azad bi hêsanî pêş nakeve. Tê gotin, “Çima hewqas li ser vê disekinin?” Helbet pêwîst e, em li ser bi berfirehî bisekinin. Heta hun çima tevlî nabin, hun çima li pêş dibine asteng, divê hun hindek vê fêm bikin. Lê min sepandiye ku qîmeteke mezin didim azadiya we. Viyan û zanebûna we ya azad serî rakirî ye. Derfet û fersend ketine dest. Hun nikarin înkar bikin ku jiyana niha ji ya kevin bi qîmetir e. Jiyana niha pir bilindtir e û biryara we pêş dikeve. Ev jî bingehê rêzdariya mirov e.

Rêber APO

You may also like...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *