Skip to content
Çand û Dîrok

Jiyana azad û wekhev bi edaleta jinê pêkan e

Jiyana azad û wekhev bi edaleta jinê pêkan e

Geleke qedîm bi hezaran sal berîya zayînê kehanetek ku digihêje roja me ya îro nivîsandine. Dibêjin dema ku 5125 sal derbas bibin, wê gerdûna me ya tije kîn û materyalîzm biqede. Mirovahî neçare ku hilbijêre ka wê jiyanek tune dibe, yan jî jiyanek ku li ser esasê pêşdexistin, hevsengî û aramiya li ser vê gerdûnê, dixwaze. Ew neçarin fêm bikin ku her tişt xwedî jiyan û ruh e, lazime fêm bikin ku em hemû parçeyek ji vê yekparebûnê ne û ger em bi vî rengî nêz bibin, pêkane ku em sedsaleke nû ya di nav ronahiyê de hebûna xwe misoger bikin.

Jin jiyanê diafirîne

Ev dem, demeke ku bi nakokî û perwerdehiyeke bê mînak dikare bê bihurandin, şerên mezin, ji hev qetîna hevbeşbûn û bê istîqrarbûnê ye ku pêvajoyek ya hilweşandinê li aliyekê, pêşketin û pêşveçûn jî ji aliyê din de dikare bi xwe re biafirîne. Guherînên mezin wê pêk bên, guherînên ku mirovahiyê sewqî serdema nû bikin: Serdema jin, serdem dayîk ê. Mirovahî wê xwe bigihîne astekî bilind a hişyarbûnê û wê xwe ji zincîrên koletîyê ên zihnîyeta zilimkar a pergala baviksalar rizgar bike. Jin wê cardin rabin rabin ser xwe û serdemek nû ya bi aşitî, wekhevî û edaletê barkirî diyarî mirovahiyê bikin.
Li gor pêşbîniya vî gelê qedîm, gelê Maya, 3000 sal beriya zayînê gotibûn ku ji sala 1999’an û pê ve wê bi lezgînî guherînên mezin pêk werin ku ev guherîn wê demsala nûjen kirina pêvajoyên zihnî ên civakî û mirovî bide dest pê kirin. Mirov yan wê tevgerên xwe biguherînin û bi cîhanê re bibin yek, yan jî bi tunebûnê re wê rû bi rû bimînin. Li gorî vê kehaneta qedîm, ji sala 1999’an û pêve, wê 13 sal dem ji mirovahiyê re bê dayin ku bikare guherînên zihnî û exlaqî pêk bînin, daku ev yek rê ji jiyaneke ber bi vekirina hiş û aqilê mirov vebike. Û li gorî demsala nû ya guherînên civakî, zîhnî û rabûna jinê, sala 2012’an e. Sala şoreşa Rojava, tam jî 13 sal piştî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê gelên Kurdistanê û Rêberê hêviya gelên bindest Rêber APO a di sala 1999’an de, hatibû lidar xistin. Ev şoreş li seraserê cîhanê û li ser bingehê felsefeya Rêber APO hat belav kirin, her wiha ev şoreş wek şoreşa jinê jî tê bi nav kirin û deng veda.

Şevqa rojê û dengê vejîneke nû

Ji Ewrûpa heya Emerîqa yê, ji Asya heya Efrîqa yê, li tevahîya cîhan ê, vê şoreşa azadîya gelan guherîneke mezin a bîrdozî bi xwe re anî. Sêzde sal piştî komployê, cara yekem guherînên civakî yên ji kok ên li dijî pergala dagirker û serdestîyê, bi awayekî ber bi cav ketîye meriyetê. Modernîteya kapîtalîst û hikûmdariya netew-dewletê bi vê yekê re cara yekem derb xwar û şikestin jiya. Modela Rojava ku azadîya jin û gelan, wekheviya zayendî, wekheviya hemû netewan, demokrasîya radîkal û jiyana ekolojî esas digire, di mejî û hişê mirovahîyê de pêşketinên mezin da ava kirin. Bi vesileya demsala nû ya guherîna giştî ku mirovahiyê ji tarîtî û koletî yê rizgar bike, dest pê kiriye. Ê ku serkêşiya wê dike jî Rêber APO ye.
Di 4’ ê Nîsana 1949’an de, li gundeke Xelfetiyê a bi navê Amara zarokek tê dinyayê, zarokek ku wê bi hewara gelên mazlûm û bindest bê, li hemberî Dehaqên serdemê wê bibe tîrêjên ji ronahiyê û belavî tevahiya cîhanê bibe. Ew zarok ji malbateke xizan dihat. Bi nêzîkatiyên xwe bala her kesekê dikşand ser xwe û ne wek zarokekê, wek kesekî mezin tevdigeriya.
Dema Rêber APO hîn 8 salî ye, cîrana wan keça xwe a picûk ku hevala Rêber APO ya zaroktiyê ye, didin zewicandin. Cava ku agahî digihêje wî, hewl dide asteng bike, diçe ji keçikê re dibêje: “Tu çima di vî temenî de dizewicî? Biçe dibistan ê, tu çi dikî di vî salî de, tuyê bibî koleyê mêr?”

Rêber APO hîn di temenê xwe yê biçûk de bi hestyarî nêzî pirsgirêk û mafê jinê dibe. Piştî vê bûyerê dikeve nav lêgerînê, li ser rastiya jinê hûr û kûr dipûnije. Lê belê bersiva pirsên xwe ne di nav binesaziya jiyana di civakê de û ne jî di nav ol de nikare bibîne. Rêbertiyê ji wir û şûn de têkoşîna azadiya jinê kir hîma xebata têkoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistan ê.
Bi wesileya 8’ ê Adarê roja jinên cîhanê ya sala 2014’an, Rêber APO got: “Ji bo min azadiya jinê ji axê û candê girîngtir e. Lazime em azadiya jinê esas bigrin. Jin gerek azad bin. Xwe azad bikin. Ji ber gelê ku jin azad nekiribe, nikare qala azadiyê bike. Şoreşa ku jinê azad neke, ne şoreş e. Rêxistina ku jinê birêxistin neke, ne rêxêstin e. Cihê we ne tenê mal e. Lazime hûn li her derê bin, hûn xwediyê soz û gotinê bin, hewceye ku jin li her deverê biaxive. Eger Têkoşîna Azadiya Jinê nebûya, jin wê mîna koleyan jiyana xwe berdewam bikira. Lehengên jin ên şehîd hene, hemû bi qiymet in, hêjan e, ez hemû rêhevalên jin ên ku şehît ketine bi hûrmet bibîrtînim.”
Di roja me ya îro de, jinên Kurd li ser bingehê felsefe û bîrdoziya Rêber APO ya azadiya jin û mirovahiyê, têdikoşin û di cîhanê de pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi têkoşîna canbexşane û bê hemba ya jinê îro li cîhanê şax veda. Cîhan ber bi guherînên bi kok de diçe û mirovahî wê hêdî hêdî ji zincîrên koletiyê yên di bin desthilatdariya hêzên emperyalîst û xencera kujer a modernîteya kapîtalîst rizgar bibe. Koletiya ku wek du pençên reş li stûyê mirovahiyê hatiye berdan, bi tîrêjên rojê hat şikandin û gav bi gav ev çîroskên ji rojê xwe li her deverekê belav kirin.

Bêrîvan Cûdî

You may also like...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *