Skip to content
Rêber APO

Rast zagona zayendîtî û têkiliya zayendiyê heye

Rast zagona zayendîtî û têkiliya zayendiyê heye

Hun nikarin bibêjin ku hun ji min zêdetir evîndar û dildar in. Me, jixwe di jiyanê de azweriya herî mezin selimandiye. Di şer de me jiyanê derxistiye rastê, ji bo jiyînê jî şer! Di têkiliya jinê de jî wisa. Pîvanên we, ya tam radestbûn ya jî baş şikênandin, rijandin û qedandin e. Di virê hem naverok hem jî armanca gihîştina wê cewaz e. Di navbera yê min û yê we de qasî çiyayan cewazî heye. Va, têkiliya jinê, dîsa têkiliya jin-zilam di gelemperî de weke polîtîkayekê, em hê jî bi rê ve dibin; hem ava dikin hem jî bi rê ve dibin û pêş dixin. Lê bila bal bê dayîn, em hê jî di nava hewldaneke mezin de ne. Çima? Ger bi we bimîne, ku we zilamek an jî keçekê peyda kir, wê her tişt biqede. Di nava aliyekî teng de evîna hêsan, hesta hêsan, nizanim çi yê hêsan! Lê ez ne azweriya hêsan radibîhîsim, ne jî dikarim bi hêsanî hez bikim. Ne wisa dikarim bi hêsanî bijîm, ne jî wiha dikarim bi hêsanî bijîm. Çima? Ez hizir dikim ku yek jî hun virê fêm bikin, wê zêdetir şênber be. Ji ber ku weke takekes, mîna tîpekî xweperest bimînim, bi rehetî dikarim xwe çareser bikim. Lê weke milîtanekî, de îcar weke serok milîtanekî nikarim xwe bi hêsanî çareser bikim.
Jixwe şerê mezin çî bû? Zarokî yekem xwe davêje ber çokên dayika xwe, zarokê keç jî gotina diya xwe nake dudo. Ku te got xort divê wisa be, jin jî divê wisa be. Ku me vana wisa bipejiranda, bi rastî jî emê wê demê qediyabana. Ku me xwe di asta têkiliyê de nedahûrandiba, bi rastî jî me wenda kiribû. Ji me rêkxistineke weke PKK, îcar asta şerekî wek yê îroyîn nedihate payîn. Em, têkiliya di navbera hest û şer de, têkiliya di navbera jin-zilam û şer de ji we re zelal dikin. Ez di giştî de li jinê naxim, yanî ne tund im. Dixwaze bila dijmin be, bila ne dijmin be, ev hest zêde bi min re tune. Lê têkoşîneke pir girîng hatiye dayîn û hê jî tê dayîn. Ez hizir dikim ku ev heval tev di hundirê partiyê de her ku diçûn ji xwe dipirsiyan û digotin, “ev çi teşe jiyanek e, diçe ku derê ve, wê çi bi serê me were?’’ Belkî hem dibizdîn, hem dipelikîn, hem hêvîdar dibin, hem jî balkêş dibînin. Lê misoger e ku ev şerek e û neçar e bibe jî. Yanî eleqedar im. Min got, dijminê min be jî, tu caran bi hewayekî perçiqandinê nêzîkê jinê nabim. Lê em têkoşîneke wisa diçespînin ku, ev, ne têkoşîneke wisa ye ku jin bi hêsanî karibe rabike. Belkî jî di dîrokê de cara yekem zayenda jinê bi têkoşîneke wisa nasdar dibe û bi ya min neçar e ku nasdar bibe. Em jinê ango têkiliya jin-zilam diafirînin. Mirov dema ku li têkiliya we dinêre, tene ev dikare were hişên mirov. Li ba we jinek ango mêrek hebe nebêjin, “bi ya min ev kârek e!’’ her duyan bigirin pêşberê xwe û li binêrin: Hun nikarin rêzdarî û pîvanan peyda bikin, hunê ji têkiliyan re pir hindik wate bidin.
Di giştî de pevretiyan red nakim, ev ne gengaz e. Lê em civakbûyînê dijîn. Yanî emê vê zagonê nepejirînin: Ajoya birçîtiyê mirov ber bi êrîşa ajalî ve dibe, her wiha çavên me çi bibînin bi ajalî em êrîş dikin; ajoya zayendîtî dîsa ajoyekî ajalî ye, gava ku em hev dibînin, hema derbasî êrîşê dibin! Naxêr, emê cî nedin vê zagona ajaliyê. Mezin zagonekî din ê şoreşa me jî ev e. Weke ku zagona rast qezenckirina nan heye, riya rast qezenckirina têkiliya di navbera her du zayendan de jî heye. Emê zagonekî peyda bikin û bi gor pêwîstekên zagonê bijîn. Ku te zagona ajaltiyê bi kar anî, hingê wê tu bibî pêgirê kiryara ku li ajalan tê sepandin. Ger tu dixwazî bînî asta têkiliya mirov, wê tu pêwîstekên wê bi cîh bînî. Ez eşkere bibêjim: Di nava refên PKKê de, em zagona ajaltiyê nas nakin. Bi ya min xweperestî jî cureyek ajalî ye. Yekî/a ku xwe negihandiye asta netew, asta azadiya civakî, ji xwe re wê armanc negirtiye, wê bi amrazan (yanî bi rêkxistin û şer) tevahîtî nekiriye, bi ya min berevajî ye. Bi gora wê/î her çiqas bêtirûş dibe bila bibe, zayendîtî jî tê de, emê şensê karanînê nedin têkiliya wî/ê. Dibe ku yên bibêjin, “emê jî hev û dî bigirin û birevin, hev û dî xirab bi kar bînin’’ derkevin. Bila bicerbînin, dibe, ev jî şerek e. Wê tu şerê ajaliyê bidî, ezê jî şerê mirovatiyê bidim. Ya bi gor pîvanên hezkirin û rêzdariya me bikevî riya jiyanê, yan jî bi awayekî din şer bidî. Bi gor pîvana hezkirin û rêzdariya me ketina riya jiyanê, di heman demê de wê bibe destkefteka welatekî mezin, wê bibe şerekî mezin. Min got, leşkertî zagonek e.
Nexwe, her kes ne tenê hindek, wê pir bibe leşker, bibe siyasî û bibe rêkxistinî. Jê pê ve têkiliya civakî jî bixwaze, wê demê ji têkiliya hezkirinê re dikare hindek cî bê dayîn. Têkiliyeke ku di bin xizmeta şer û rêkxistinê de ye. Tu nikarî bibêjî, “dilê min dixwaze, lê nikarim bi ser xînim!’’ Na, ajo û dilê te çiqas dixwaze, wê mejiyê te jî têra şer û rêkxistinê bike. Tu nikarî bibêjî, “ez ketim xafletê, li ser xwe serdest nebûm!’’ Ev tev axaftinên vala ne. Min di vê mijarê de jî teşe danîbû: Ger şer bikî wê tu xweşik bibî, ger xweşik bibî wê ji te bê hezkirin! Ev aliyekî xwe yê neyê fêmkirin nîn e. Ev formûlek e. Ji bo şerkirinê jî wê tu bibî fêrkar û rêkxistinkarekî baş, bibî milîtanekî baş, bibî kolektîf, bibî şopandinerekî baş û rêzdariya gel qezenc bikî. Hingê wê tu mafê hezkirinê qezenc bikî. Hingê ji hezkirina te re dikare bê gotin erê. Ger ev nebe, jiyîna te ne gengaz e. Ger jin ango merê te hebe, wê ew jî, ji destê te bê derxistin. Binêrin, eşkere dibêjim, wê li stêrkan çavan neyê nihêrtin û ji dest bê wergirtin. Ev zagonek e, yê vê dahênan dike ne ez im. Bi rastî jî min wisa kir. Tebî ger ku hun biramin, di bingehê çalakiya me de, bi hezaran keçên ciwan ji destê qaşo nîşanî, mêr û bavên wan derxistin heye. Me bi hezaran xortan jî, ji destê jin ango keçan rizgar kir. Ez hizir dikim ku hun nû û nû vî aliyê çalakiya me dibînin. Em hewl didin da ku we bikişînin têkiliyeke rast, têkiliya civakî ya rast û milîtantiya rast. Hun zehmetiyê dikişînin, lê zehmetiya we li beranberî zehmetiya min di hezarî de yek e. Yanî ez tenê weke takekesekî nejiyam, min asta netew jî di vê bingehê de pêgirê çareseriyê kir. Zehmet kişandina we wisa zêde nîn e, heta hun di xeta hatî dahûrandin de rê werdigirin. Me, xwe çawa çareser kir? Hê hun ciwan in, ka hindekî fedakartî bikin.
Ez hizir dikim ku di berê de jî navdar e, zarok heya ku xwe selimînin nav li wan danaynin, wan nadin zewicandin. Di dîrokê de wisa gelek mînak hene, hemin divê bi çalakiyeke qehremanî xwe biselimîne. Kevneşopiyekî kevin e, divê mirov li hemberê rêzdar be. Niha di nava me de ev pirsgirêkeke jiyanî ye. Jixwe ku têkilî hewqas niqokar bin, bela bi ser ve tînin bin, yê herî mezinê we jî, bêyî ku xisar bide şer û rêkxistinê, dikare çiqas têkiliya hest û evînê pêş bixe? Yê ku bi xwe bawer e, bila tilîka xwe rake, em biçepikînin. Eyb nîn e, yeka wisa hebe, bila derkeve pêş, em jê re bibêjin bravo! Zilam hewqas şervan û têkoşêvanê mezin e; jixwe jê re her kes rêzdarî nîşan dide, her kes qîmet didê. Jixwe di tevahî têkiliyên xwe de mezin e. Na, di ciyê vê de wê bibe revandok, wê li hember her cure rêpîvana rêkxistinê û her cure pîroziyê berevajî bikeve! Çi ye, wê xweperestiya xwe bije! Weke leşkerekî jiyîn nîn e. Xwe nexapînin.

Rêber APO

You may also like...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *