Skip to content
Rêber APO

Daxwaza Jinê Ya Artêşbûnê Girêdayî Daxwaza Azadiyê Ye

Di artêşbûna gerîla de rastiya jinê çi rave dike? Girînge ku mirov vê ronî bike. Ji bo vê girînge: Nêzîkbûna kevneşop a di nava me de tê jiyîn dibêje; “Gerîla zêdetir karê zilame”, zêde bibandore. Ji ber di vê mijarê de zêde îdîaya jinê nîne yan jî xwe ji hêla fîzîkî, ruhî û siyasî ve tam tevlî nake, dibe sedem ku di plana duyan de bimîne û ji rêzê bê destgirtin. Ango xeternakiyek ketina rewşa bûna pêveka artêşbûna zilam heye. Hema bêje jin di bin siya zilam de tevdigere. Nêzîkbûnên wê yên peltek, daxwazên xwe yên azadiyê re bihev dikeve û gerîla weke amûra azadkirina nasnameya xwe nabîne, zilam çi bêje bi koletî jê re dibêje erê yan jî jixweber lihev dike hene. Ji nêzîkbûnên ku bikare xwe ji her aliyê erênî û neyênî ve binirxîne û tevlî bike dûre. Vesazkirina di nava civakê de çibe, xeteriyek ku wê di nav refên me de jî bide jiyîn heye. Lewra çi di gerîla de dibe, çi jî di xebatên siyasî de dibe, xisletên rêxistinbûn û artêşbûna jinê, xwesertiya wê û bi daxwazên xwe derketina holê têkûzkirin xwedî girîngiyek mezine. Ger em vê nekin, dê azadiya jinê vala derbikeve.

Divê jin rizgarbûnê yekser bi fikir, rêxistin û çalekiya xwe ve pêk bîne

Di vê mijarê de nêzîkbûna; “Jixwe dê şoreş çêbe, her kes mafê xwe bigire” tê raberkirin. Demekê çepên Tirkan jî ji me re digot; “Em ê li Tirkiyê şoreşê pêk bînin, dê pirsgirêka netewî jî ji xweber çareser bibe.” Lê ezmûnên PKK’ê diyar kirin ku, heta ku em şoreşa rizgariya netewî ya mezin çênekin, ne şoreşa Tirkiyê dibe, ne jî Gelê Kurdistanê azad dibe. Ev ji bo mijara jinê jî derbasdare. Divê neyê gotin; “Ger şoreş pêk were, dê jin jî ji xweber rizgar bibe.” Di gelek şoreşan de nêzîkbûn wisa çêbûne, lê derketiye holê ku jin jî ji xweber rizgar nebûye. Lewma weke di pirsgirêka netewî de diyare, di pirsgirêka jinê de jî divê jin rizgarbûnê yekser bi fikir, rêxistin û çalekiya xwe ve pêk bîne. Pêwîste jin di vê mijarê de hêza xwe ya cewherî derbixe holê û bide axaftin.

Erka şoreşê erka fêmkirine ye

Xebatên me yên gerîla û heta xebatên girse yên heyî tevkariyê ji azadiya jinê re dikin û bi qasî demê berê re nayê rûberkirin rê ji pêşketinan re vedike. Lê em nikarin bêjin ev bese û pêşketinên heyî di bin ewlehiyê de ne. Dibe ku heman kêliyê de feraset û helwestên kevin derbikevin holê, heta dibe ku ji demê berê zêdetir rê ji pêşketinên xirab re veke. Dem bi dem nêzîkbûnên kevneşop derdikevin pêş. Têkîliyên bi zilam re rê ji tasfiyekarî û revên xayîn ên herî xirab re vedikin. Nêzîkbûnên ji cidiyetê dûr û seresere nêvengê şêlo dikin. Ango tevî bi armanca azadiya mezin ketine rê gelek caran encamên berovajî rû didin. Em gelek caran liqay van tên. Heta ku ev kar di wateya giştî de “wê şoreş çêbe, wisa azadî bê bidestxistin” neyê nirxandin, bê ku xwe bi  nêzîkbûnên kevneşop, înkarê û seresere û helwestên lîberal ên burjuvaziya biçûk bixabîne, bê ku xwe kêm an jî nebes bihêle, li gorî xweseriya xwe rêya çareseriyê vekirî dane holê, vê jî bê ku ji rasthatin an jî niyetên kesan ên baş re bihêle, bi binyat û sazîbûnek rêxistinkirî, rêveberî û venêrîn têkûzkirin helwesta herî raste. Em jî bi erka fêmkirin û pêkanîna van re rûbirû ne.

Divê nîqaş di vê çarçoveyê de bê kirin. Bê ku nêzîkbûnên çepgiriyek tund derbikevin, ango beriya helwesta; “Em li dijî serdestiya zilamin” veguhere helwesta “em bi temamî li dijî zilamin”, bê ku feraseta rastger û lîberal a dibêje “giştî şoreş çêdibe, em ê jî para ji me re dikeve bigirin”, bê jiyîn, helwestek hemû xisletên serdestiya zilam dibîne, rexne dike û hewl dide derbas bike, dîsa bê ku xwe terkî şoreşa giştî û lîberalîzmê bike, hîn ji niha ve rojane rêya rizgariya azadiya xwe ronîkirin û hewldana vê derxistina holê nêzîkbûna herî raste. Lewma girîngiya perwerde û rêxistinê mezine. Jixwe dema dor hate artêşbûnê divê lêhûrbûn zêde bibe. Dema ev rastî berçav tên girtin, di serî de gerîla, di xebatên cur be cur de artêşbûn û rêxistinbûna jinê pêşxistin; ji hêla ewlekirina azadiyê ve bê ku taloqî pêşerojê bibe, ev ji bo niha pêkanîn xwedî girîngiyek mezine. Ger em fêm bikin ku rojane çalekiya xwe ya azadiyê di ruh, fikir, rêxistinbûn û jiyanê de sazkirin, berpirsyariya me ya têgihiştin û jîndarkirinê heye, têbigihin hewldanên me domdar û hûrûkûrin, hingê em dikarin behsa xebatek rizgarî ya rasteqîn bikin. Hingê em dikarin ji sazbûna nasnameya xwe, azadiya xwe, daxwazên xwe û armancên xwe re bi şêwazek rasteqîn tevkariyê bikin.

You may also like...