Ez ê hema binivîsim, hewl bidim bi mantiq û teknîkî nêz nebim. Dixwazim bi peyvên xwe hezkirina welat şîrove bikim. Dixwazim ku dilê min biaxive, dema ez qala hezkirina xwe ya welat dikim.
Mirov bi nasnameya xwe heye, mirovek bê nasname dibe? Dema ez hatim cîhanê, dîrok ji nû ve dest pê nekir, ne wisa? Berî min dîrokekî pir kevnar heye. Û malbata min di nava agirê dîrokê de pijiyaye. Ez jî zaroka zaroka kesên dinim. Zarokek ji Kurdistanê, Kurdeke, zaroka penaberan, dûrî welatê xwe…Zarokekî diaspora, agahiya xwe ji hebûna xwe nîne. Ji ber vê jî nizanibûm wê rêvîtiya min ber bi kûdere ve biçe. Dema ez nizanim duh çi bu, ez nikarim gavên saxlem ber bi sibê ve biavêjim…
Û ez tî bûm. Dîgeriyam wateya xwe di gerdunê de. Gerek ez tiştek bim! Yanî mirov im, lê mirovekî çawa? Gelo ez xwe tenê bi emrê xwe îfade bikim? An bi dibistana xwe? Gelo dema ez meslekekî fêr bibim, ez ê xwe bi meslek îfade bikim? An jî ez ji xwe re heskirinek bibînim û xwe bi mêreke îfade bikim? Wisa ji rê derketibûm, beriya ku ez rê bibînim jî.
Tu derdora xwe dizivirî û dizivirî. Ji ber ku nabe mirovek xwe bi emir, kar u xebat, dibistan an keseke din îfade bike. Ne xwe çi dimîne? Cewhera te, cewhera min çi ye?
Welat û tîbûn. Dîrok bê dem e. Dîrok her tim e, dîrok niha ye jî, tiştên ku duh çêbûn jî dîrok in. Kok jî bê dem e. Tu nikarî sîl bikî û bêji niha tine ne. Tu nikarî jê birevî an biçî, kokên kesekî din wekî kokên xwe bibînî.
Cewhera min diyar e, bê dem e. Ez jin im, ez Kurd im. Jinekî Kurd, beşekî ji civaka xwe, gelê xwe. Ne xwe ger ku ez bixwazim ‘bibim tiştek’ an jî bibim xwe gerek ez li dîroka xwe, li kokên xwe binêrim. Ji ber vê min got: dema rêya lêgerîna te ji destpêkê ve şaş be, te her tim derdora xwe bizivirî lê encam negirî. Min bersiva xwe dît… Li Kurdistanê.
Xwedîtin
Heskirina min a welat pir zêde tinebû. Hîn min carna xwe re digot ez yekî ji Fransa me. Min hebûna xwe qebul nedikir. Le rojek ji rojan dema ez cara yek em çûm welatê xwe, bajarê xwe her tişt careke de guherî. Ez dil ketim – lê ne bi kesekê re! Ez bûm evîndarê axa xwe, xwezaya Kurdistan, çanda xwe û taybetî civaka xwe. Kurdistan dergûşa mirovahî ye û nirxên herî kûr yên civakî hîn zindî ne! Û hele ev çiya, ev daristan, ev kendalên reng bi reng! Lê dema hişe te kor be, çavên te jî kêr nayin. Ez ji welatê xwe zêde bêpar mabûm, zêde jê dûr ketibûm. Ji bo vê çûyîna Kurdistan çavên min vekir. Te çawa hez nekî wan mirovên dilgerm, şerker, berxwedêr, mêvanparêz? Ez hin tişt romantîze nakim. Em gelekî ne ku bi qetliyaman re rû bi rû maye ne (û em hîn jî bi qetliyamê re rû bi rû ne). Polîtîkayên baviksalarî û dewlet gelek bandorên pir xirab ser me jî hiştin û helbet aliyên me yên pir kirêj jî hene! Lê tişta ku ez dixwazim bêjim cûda ye. Tu nêzî kokên xwe dibî, tu xwe ji nû ve ava dikî, tu xwe nêzî cewhera xwe dikî, nêzî xwebûna xwe. Ev hestên pir cûda ne di vê kêlî de. Ên ku carekî dilê xwe ji bo Kurdistanê vedikin encex dikarin rastiyan bibinînin, hîs bikin. Dema wisa dibe jî tu dinêrî ku tu xwe diguherînî. Yanî birastî jî di kesayeta te de guhertin çêdibe! Nirxên Rojhilata Navîn a qedîm di şexsê te de zindî dibin. Êdî heskirina welat ne ma tê maneya ku tu heyranê welatê xwe bibî. Tê pê re bibî yek. Tu nirxên dayîka xweza û nirxên xwedewendên mezin diparêzî û parastin bi her awayî. Mînak: Helbet wê her kes bi heman awayî dengbêj hez nekî. Ev normal e. Lê eger ku tu wek Kurdekî hez ji welatê xwe bikî, te vê çandê biparêzî. Dibe ku ez ji Mêrdînê bim. Lê eger daristanên li çiyayên Cûdî û Dêrsim bên şewitandin, helbet wê dilê min bişewite. Helbet ez e bixwazim biparêzim.
Hezkirin
Hezkirin tenê hest e? Dayîk hez ji zarokê xwe dike. Lê heskirina xwe çawa îfade dike? Dayîk zaroka xwe mezin dike, perwerde dike, ji bo ku jiyan bike diparêze. Pîrka min li gund tenê dima, lê ji bo zarokên xwe nekevin xeteriye, netirsiya tifeng bigire destê xwe û li hemberê gûr û hirçên ku dihatin gund şer bike. Niha dayîk di pratîkê de tiştek neke, ne xwarin bide, ne biparêze, ne perwerde bike, lê her roj tenê bibêje: ‘Zarok, ez gelek hez ji te dikim’, ev hezkirina dayîk wisa birastî jî dibe hezkirinekî rast? Yanî ez dixwazim bêjim ku hezkirin jî pratîkek dixwaze. Hem fikir, hem hest, hem jî pratîk (yanî çalakî) ye. Niha welatparêziya min çend quruş dike, ger ku ez ji bo welatê xwe nikarim tiliya xwe bihejînim? Ger ku ez nikarim careke herim kolanekê, ger ez dengê xwe bilind nekim? Ger ku hezkirina te xwe ji kendalê biavêje, tu yê hema temaşe bikî? Na? Lê her roj li Kurdistanê gazên kimyewî ser zarokên vê gelê tên barandin. Niha tiştekî normal e mirov di vê rewşê de here li Bodrumê lotikan biavêje, here li Antalya xwe re tatîlê bijî? Li Efrînê her roj mirov tên revandin û êşkence kirin, vê car ez amadekariya ezmûnê ji bo zanîngeh bikim? Em nikarin kesî ji bo wan tiştan bidarazînin an suçdar bikin. Ev ne karê min e jî. Lê ev nakokiyên min bûn. Hezkirineke me heye. Kurdistan. Em jî wê derê veşartî ne, têkoşînekê bê hempa ji aliyê gerîlayên azadiyê tên meşandin ji bo ku nirxên civaka me, nirxên mirovahiyê bên parastin. Hezkirina rast çalakî dixwaze. Çalakiya her kesî dibe ku cûda be. Çalakiya min jî xwe dayîna Kurdistan bû. Bi naskirina Kurdistanê min dest bi vegerandina xwe kir. Ev vegerandin hembêza mezin a Kurdistanê bû. Min xwe wisa nû naskir, wek jineke Kurd, jineke ser bi xwe, jineke xwedî wêrekbûyîn. Kurdistan vê tiştî di min de ava kir. Ji ber vê heta ku dilê min lêdixe ez zanim ez deyndarê vê axê me. Ez deyndarê Rêber APO me ku hemû jiyana xwe dide rizgariya Kurdistan, ez deyndarê Şehîdan im, ku xwina xwe rijandin ji bo felsefeya Rêber APO, ji bo hêviyên gelê me. Ger ku ez hez bikim ez e bifikirim, hîs bikim û pêk bînim, ne wisa? Em dibêjin fikir, zikir, çalakî. Çalakiya min, ji bo ez rojek deynên xwe hemberî Kurdistanê temam bikim jî, tevlîbûna refên Azadiyê bû…
Mazda Mariya