Di diroka gelê Kurd de di nav şerên û qetliyamên mezin derbasbuyî ye. Parastina mezin ya gelê Kurd çiyayên Kurdistanê ne. Li beramberî hewldanên dagirkeriyên di hemû serdemên dirokê de bi komên biçuk di nav zinar û tahtên asê de şer kirin, civak û axa xwe parastin. Gerilla çi ye, komên biçuk kû ji bo armancekê bi taktika le bidê û vekişe darbe lê didin. Ji kuba, boliviya, kolumbiya heya kurdistanê rebazê şerê gerilla hat meşandin. Di diroka Kurdistanê de şer parçeyeke jiyana gelê Kurde, bi hezarê salan di nava cografaya Kurdistanê û rojhilata Navin cengên mezin hatin jiyan kirin.
Ji bo hebuna xwe hertim di nava tekoşinê de bu, di serdemek kû tunebuna gelê Kurd di nava telikeyek pir mezin de bû, bi avabûna PKK û hamleya 15 Tebaxê şerê hebûnê gihîşt encamekê û di nava gelê Kurd de baweriyek û heviyek pir mezin ava kir. Gerilla bi guleya yekemîn kû Heval Egid 15 Tebaxê li Eruh teqand, tirsa gelê Kurd jî têk bir. Gelek kû li ber tunebunê bû ji nû dest bi nefesgirtinê kir. Ev bandorek mezin li ser gel avakir. Ji fedekarbuyîna gerilla bandor buye, beramberî faşizim, nokerên gelê Kurd darbeyên mezin lêda.
Gerilla bersiv da daxwazên azadiyê yê gelê Kurd. Ev ji hezkirinek mezin avakir. Rastiyên tekoşina PKK rê li ber bi hezaran tevlibuna avakir. Ji bo peşerojek azad û serxwebûna Kurdistanê edî gerilla veguherî sembola azadiyê û berxwedanê. Herî malek kû gerilla derbas kir bi heycan, moral û hestên mezin pêşwazî kir. Ev taybet bandorek herî mezin li ser Jina Kurd avakir. Deriyê malên Kurd bi jina Kurd hatin vekirin, milisên destpêkê Jin bûn, lojistika gerilla di peşengtiya Jin hat komkirin. Ji ber vê tekiliya Gerilla û Jin tekiliyêk gerdunî ye, mina derguşa û mirovahî, gerdûn û Insan, Zarok û Dayik e. Gerilla mina enerjî ye lî herderê yê, carna xuya dikê carna xuya nakê. Mina xeyalekî ye. Ji bo gerilla çeka herî mezin tevgerbuyîn, hertim di nava tevgerê de ye. Gerilla mina avê, herikbar û hertim xwe nû dikê. Felsefeya jiyana gerilla ne tênê bi awayekî klassik şerekî komên biçuk kû sileh girtiyê û şer dikê. Tekiliyekê diyalektikê Gerilla ji Gel pêk tê û Gel jî Gerilla pêk tê. Eger em behsa tekiliyeke diyalektik dikin ev ser esasê parastina hebuna gelê Kurdistanê ye. Hezkirina gel ji bo gerila çima ewqas bilinde, ji ber kû bawerî û hevî didê, ji behevitiyek mezin hevî avakir.
Çiqas girêdanbuyîna gel bi gerilla jiyanî, bi kok û herdemî ye minakêk herî di demek nêz de li şengal hat jiyankirin. Bi gotinên Gerilayêkî li Şengalê. Rastiya wê ifade dikê kû ji bo gelê şengalê di demekê kû hebûna wi di telikiyekê mezin de bû, li ber çavê xwe gerilla dit kû ji bo parastina gelê mina bahozekê xwe ji çiyayê Kurdistanê berda. Hezkirina Gel û Gerilla bi vî awayî tucarî nikarê werê qutkirin. Ji ber sinorê mirin û jiyanê ewqas nezî hevin.
„Heval bûn, Keç û Xortên bi heybet bûn. Sileh û çante li ser pişt û meşa mina xezala. Wisa sivik li ser erdê te digot di hewayê meşiyan. Çavê wan de dibiriqîn, şiliyek xuya dikir dema me dibînin. Ji dur ve em wan dibînin kû çawa aliyê me ve tên. Ber bi gelê kû ji taritiyê direvê. Aras ciwanekî şengal: Jî dur ve min dît alemekî dît, ticar min di jiyana xwe neddîtibû. Zer dikir û dihejiya û Insanek li ser xuya bû. Gelo ev kîne? Dema nezbûn ruyek bi ken û xemgîn li ser ru, hesretek û herserk mezin xuya bû. Dan me ava jiyanê. Me Şaşalek av girt û min da destpêk zarokên Şengalê. Keliyên kû em pir hestiyar bûn u aliyekî din de di her hucreyekî me de zindî bu. Kezeba şewitî ave jiyanê vexwar û ji bir nekir ve keliya azadiyê. Em ji beaviyê difetisîn, laşê me hişk û zuha bû. Ling ji kevirên tuj bibirin bûn. Bedengiyêk mezin, kes neaxivî. Gotinek me nedigot. Me li çavên gelê xwe nerî û me hertişt fehmkir. Êşa wan mezin bu. Wicdana ev ixaneta kû pêk hatî aqil tênegihişt. Edî dem dema kû em biçin hat li ser mevziyan û şurê tolê tuj rakin. Die Encamên berxwedanek mezin de û baweriya kû Hevalan dan kû beramberî DAIŞ bi serkeftî şer kirin hêzên YBŞ û YJŞ xwe avakirin û mil bi milên gerilayên Kurdistanê şer kirin”
Em dibejin Gerilla û Gel çima mina goşt û neynuke, dema dijmin erişî gerilla dikê û encam nagirê berê xwe didê Gel. Eger bi erişen li ser Gel encam nagirê berê xwe didê gerilla. Ji ber vê ji giredanbuyina gel û gerilla hebûn û tunebuna civaka Kurd ifade dikê. Dijmin jî veya pir baş dizanê. Me pir minakan da kû nişan didê çiqas girêdanbuyîna gel û gerilla ji bo serkeftin û şoreşa Kurdistanê jiyanî ye. Ji ber kû gerilla çavkaniya bawerî û heviyê ye, dijmin taybet dixwazê bi rebazên cuda erîş bikê Bi rebazen antipropaganda di nava gundan de, pratikên tasfiyekar kû bêbawerî, bêhevî himberî gerilla û tevgera azadiyê avabikin. Ji dirokê ve heya roja iro. Minak pratikên terzicemal li herêma Tolhildan, hêzên kontra kû bi cilên gerilla li gundan qetliyam pêk anîn û niha ji bi rebazên medya dijital û bi Television şerekî piskolojik li ser gel dimeşînin. Şerê taybet yek ji rebazên serekê ye kû dewleta Tirk ya dagirker û faşist bikartinê. Pritakên xistina civak di aliyê exlaqî, pêşxistina madeyên hişbir, fihuş û sixurtiyê di salên dawî de pêşxistî ji ber kû di aliyê leşkerî beramberî gerilla tekçuyinek pir mezin jiyan dikê. Eger di tekiliyên gel û gerilla qutbuyîn pêk werê, ev ji bo tekoşina tê wateya fetisandinê. Dijmin piranî peşiya tevlîbûna gerilla dixwazê bigirê, ji ber çavkaniya tekoşinê û serkeftinê bi mezinbûna gerilla derbas dibê. Gerilla tê hezkirin, lê dema mijar dibê bedeldayîn, xwe paşvekişandinek û ne berpirsiyargirtinek pêş dikêvê. Di piskolojiya û sosyolojiya gelê Kurd du noqteyên giring heye. Di destê gelê Kurd de tenê malbat heye û hebûna xwe dixwazê bi awayekî fizikî berdewam bikê û bi madiyet valatiyên hundirin wek kesayet, malbat û civak dagirê, lê belê ev di rastî xwe xapandinek pir mezine ye. Hemu gelên cihanê di diroka xwe ji bo xweseriya xwe bi miliyona bedel dan, gelê Kurd ji diroka xwe bi bedeldayînê, lê di rêbertiyek rast de neserkeftî bû. Lê niha ji bo avakirina civakek azad û kurdistanek xweser de, kesayeta Kurd dikarê encam bigirê dema şoreşa zihnyetê pêşxist û li ser pivanên welatpareziyek rast tekoşin bimeşînê. Takekesîbûyîn, gumanên kesayetî, û malbatî pivanê welatparezîyê binpê dikin. Ji bo wê di gelê Kurd xeta welatparezî de lewaztî heye, ji ber welatparezî berpirsiyartiyek di asta herî jor de dixwazê, ser vî esasî jî reya tekoşinê vedibê, reya bedeldayînê dikarê pêşbikê. Eger ev neyê pêşxistin we beşên civakê derkevîn holê kû bi tekoşinê re ne, le tenê temaşe û çepika ledixin. Gotina “Kürdistani qur ama benim çocuga uzak dur” ev rastiya trajedîk nişan didê. Veya qebulkirin di qonaxekê kû şer ewqasî dijwar dewam dikê nabê. Ji ber kû hemû şoreş di qonaxên zaferê de ji bo ku bighijin encamê tekoşinek topyekun dikin, ev ji bi şerê gelê şoreşgerî dikarê pêk werê.
Em iro di pevajoyek de em derbas dibin şerê Gerila ji taktikên klassik derbasî qonaxeke nu buye. Gerila di çiyayên Kurdistanên bi her zinar, çem, zozan, dar û berên xwe buye yek. Bi çiya û hemû zindiyên di nava hevsengiyek de jiyan û şer dikê. Gerila temsiliyeta jiyana azad dikê, ji bo azadiya gelê xwe, xak û rebertiya xwe. Gerilayê Kurdistanê pelekê nû yê gerillabuyînê vekir, li keleka tecrubeyê gerillayê deşt, bajar û çiya de xwe ji nû de afirand û bi hostatiyek mezin şerê gerilla pêşxistiyê. Gerillayê modern kû xwe jî nû de afirand, ji şerê garê û heya roja meya iro beramberî hemu cureyên erişen derveyî mirovahî şer dikin. Hem wek gel, wek ciwan çenabê kû em bejin em piştevaniya gerilla dikin, em mecbur bibim parçeyek ji gerilla, ji ber kû mina goşt û neynuk ticarî ji hevdu nayê qutkirin, gel û gerilla ji hevdu nikarê werê qutkirin.
Hevîdar Dîdar