Rêwîtiya li pey rêça tekoşerên Azadiyê
Beriya salên 1980’yî weke Kurdeke veşartî ku stranên xwe veşartî û zimanê xwe veşartîbû diaxivîm û vedibêjim. Ev veşartîbûn di serê min de pirs didan avakirin û rê li ber lêgerînên nû vedikir.
Di salên 1980’yî de ev pirs hinekî din ji bo min zelaltir bûbûn. Dema cunta leşkerî, biserdegirtina mala me de, girtina bavê min û îşkencekirina wî, binçavkirina dayika min li ber çavê min çêbû. Ev bûyera ku bi ser min de hat, di hişe min de tenê yek pirs avakir:
Çima û ji bo çi dema leşker têne gundê me, em qesêtên bi Kurdî vedişerin? Ji bo çi em kovar ango hinek wêne û rûpelên rojnameyan vedişerin? Ji kirina van pirsan ji xwe ez hîn pêtir bihêrs dibûm û meraqa min a hînbûne hîn kûrtir dikir. Car yekemîn ev pirsên xwe ji dayîka xwe pirsîn û bersiva rast ji wê hînbûbûm…
Ji ber ku em Kurd in
Ji ber ku em Kurd bûn bavê min rastî îşkenceyê dihat û dayîka min xistibûn binçavan. Ji ber ku em Kurd bûn mala me ji hêla leşkeran ve dihat ser û bin kirin. Erê em Kurdbûn, lê me nedikarî stranên Kurdî guhdar bikin û bi zimanê xwe biaxivin. Lê tevî van hemû bûyeran jî, dîsa em hertim Kurdbûn û kesekî nedikari vî rastiye înkarbike. Ev zilm û tunehesibandina hebûna me Kurdan, di xisleta min de hêrsek bêhempa didavakirin û ez ber bi lêgerînên nû kaş dikirim.
Di vê lêgerina xwe de ez rastî navê teleban û navê APO hatim. Êdî navê teleban û navê Apo ji bo min her hesret û meraqa dîtine bû! Şevbûhêrkên me bi wan derbasdibûn, pirsên min her di derbarê dîtina wan de bûn. Bi van pirs û bersivan êdî nêrîna min zelal dibû. Bi çûn û hatina teleban a mala me, êdî min fem dikir Kurdbûn tê çi wateyê û ev telebe ji bo çi têdikoşin.
Xwesteka min a ji bo dîtina ‘APO’ her ku diçû zêdetir dibû
Apo serokê Kurda ye û ji bo azadî û serfiraziya gel têkoşînê dide. Ev kes ku di her axaftina teleban de dibû kî ye? Bi fikr û ramanên wî di aliyê civakbûn, netewbûn û qala azadiya jinê dike, ji min re balkêş dihat û bi min re meraqa dîtina wî zêdetir dikir. Ev kes ku ewqasî hezkirin û hêjayî rêzdayînek mezin tê dîtin û cihê xwe di dilê herkese avakirî kiye gelo? Sala 1988’an de car e yekem min di ekrana televizyona me ya reş û sipî de, ew kes ku jêre digotin ‘Apo’ dît. Êdî ew pirsa ku min digot ‘Apo kiye’ di hişê min de zelal bibû. Dema min hemû pirs, lêgerîn û perçe di bîra xwe de tanî ba hev, yek encam derdiket holê: Apo, serokê Teleba ye û ew ji bo serxwebûn û azadiya Kurdan têkoşîn dide. Pîştî wan salan êdî navê Rêber APO APO, li her derê belav bibû û bû mijara dîwanên gund û bajaran. Û êdî navê teleban Gerîla bû…
Li ser şopa tekoşerên azadiyê
Di 12’ê Tîrmeha 1990’î de ez ketim pey şopa wan têkoşerên azadiyê. Êdî ez jî gerîla bûm!
Di wan salan de şer dijwar bû. Ji her çar aliyên welêt ve dewleta mêtînger êrîş dibire ser gel û gerîla. Têkoşîneke mayîn û nemane di hat dayîn. Li gel wan şert û mercên jiyanê yên dijwar jî, hesreta dîtina Rêber APO bi min re her ku diçû mezintir dibû. Êdî wêneyên Rêber APO di navbera rûpelên lênûska min de cihê xwe digirtibû û min dora wêneyê Rêber APO bi kulîlkan xemilandibû. Û Li benda wê roja dîtina wî bûm.
Di sala 1990’î de 4’mîn Kongreya PKK’ê li herêma Heftenînê pêk hat. Rêber APO perspektifên xwe ji bo kongreyê bi rêya videoyê şandibû. Erê ew video ne zîndî bû, lê hereketên wî, rabûn û rûniştina Rêber APO, mîna ku li ba me be ew çendî nêzî me bû. Min nedikarî li hember vê kelecanê xwe rabigrim. Hestiyar dibûm, ji lewma bextewer bûm. Bi dîtina Rêber APO û famkirina ramanên wî, bi min re hestên meşandina têkoşîne di ruhê min de hîn zêdetir geş dibû. Xwesteka azadiyê bi min re bilind dibû û hêz dida min.
Di perwerdêyên ku ez têda derbasdibûm de fikr û ramanên Rêber APO di darberê jina kurd û sekna jina kurd de, bi min re ruhê berpirsiyariyê çêdikir. Ji ber ku Rêber APO, wêrekbûn di kesayeta min de dida avakirin. Wateya jinê bi fikr û ramanên Rêber APO û tekoşîna Rêber APO, cihê xwe di jiyana şoreşê de digirt û belav dibû.
Sala 1993’an de ez li Garzanê bûm. Rêber APO bi rêya cîhazê perspektîfa îlankirina Artêşa jinê da û diaxivî… Bêgûman ew kelecana wê rojê bi çend hevokan nayê rave kirin… Mirov divê wê kêliyê bijî, ji bo kû bikaribi wateya wî pênase bike. Rêber APO, bi vê perspektîf û biryarê jina Kurd rûmetdar dikir û cihê wê di nav şoreşa Kurdistanê de berbelav dikir. Di kûrbûn û lêhûrbûna fikr û ramanên Rêber APO de, her ku diçû hesreta dîtina wî di dilê min de mezintir dibû… Êdî ez bi hesreta dîtina wî radibûm û rûdiniştim…
Hesreta dîtina Rêber APO ya fizîkî bi dawî dibe
Êdî ew roj hatibû! Biryara çûyîna min a qada Rêbertî ruhê min dilerizand. Dilê min dikire gup e, gup… Li gel kelecan û kêfxweşiyê her ku diçû fikarên min zêde dibûn û pirsa “Gelo ez ê bikaribim ji keda Rêber APO re bibim bersiv, ma ez ê bikaribim bibim xwedî hêza têkoşîna jinên Kurd?”
Destpêka meha Kanûnê ya sala 1995’an li gel şert û mercên zehmet em nêzî 30 hevalan wek hêzên Garzan, Botan, Zagros û Bêhdînan li saha sporê li benda Rêber APO sekinîbûn… Her kes bi kelecan bû û li benda hatina Rêber APO bûn. Me her tim ji hevalan pirsa hatina Rêber APO dikir. Me di nav xwe de proveya pêşwazîkirina Rêber APO dikir. Me ji hev re digot; ‘em Rêber APO çawa hembez bikin’. Lê mixabin wê rojê Rêber APO nehat qempê. Îca me nedizanî wê heya roja paştir çawa dem derbas bibe. Roja din serê sibê xeber hat ku Rêber APO dixwaze me bibîne.
Rêber APO di hewşa akademiyê de li benda me bû! Dema em gihene cem, em yek bi yek pêşwazî kirin û hembez kirin. Piştî wê rewşa me yek bi yek pirsî û pirsa çawabûna rêwitiya me kir. Piştre jî me bi hev re xwarin xwar. Piştî wan kêliyên destpêke yên bi Rêber APO re, êdî mana min a li qada Rêbertî destpêkir…
Tiştek bi hesanî nehatiye bidestxist
Rojeke ez û hevala Baran em di aşxanê de bûn û me ji bo Rêber APO xwarin amade dikir. Rêber APO, ji nişkê ve derket û pirsa ‘gelo we çi amede kiriye’ ji me kir. Ji bilî xwarina ku me çêkiribû, min li şûna şorbe xwarineke herêma Botanê, çekiribû. Ez wisa fikirim ku dibe mêvanên Rêber APO, werin ji bo wê min hineke zêde çêkir. Gotina destpêke ya Rêber APO “bila xwarin zêde nebe, ev nirx û xwirek wisa bi hesanî nayên bidestxistin.” Mînakên ji destpêka PKK’ê, zor û zehmetiyên ku hevalên pêşeng ê şehîd bûne kişandin dan. Tiştekî herî biçûk jî li cem Rêber APO gelekî qîmeta xwe hebû. Li gorî pêdiviyên xwe tişt bikartanî. Mînak, tenê dû solên xwe hebûn. Yek ji bo sporê bû û ya din jî rojane bû. Rêber APO ji bo hemû tiştî lihevkirî bû. Ji tiştên zêdê qet heznedikir. Estetîk ji bo wî pir girîng bû û paqijî jî girîng bû. Çi cilên kû li ber xwe dikir, lê dihat in. Hebûna Rêber APO, ruh dida têkilî, parvekirin û jiyan e.
Jin, pêwiste di her şert û mercên jiyanê de xwedî hêz û serkeftin be
Rêber APO, hêz û heybeta jinê dizanî û kûrahiya mesele baş femkiri bû. Ji jina lewaz û qels acîz dibû. Em rojekê voleybol dileystin; ez di tîma ku raqîb a Rêber APO bûn de dileyistîm. Ji bo serwîsê min cihê xwe girt, lê bes goga ku min avêt derkete derveyî qada voleybolê. Rêber APO bi vê yeke gelekî acîz bû û ji min re got; “cihê xwe biguherîne serserî!” Ev gotina Rêber APO û helwesta wî di xisleta min de bû sedem ku li hember lewaziyên xwe pir acîz bibim. Li pêşiya fîlê bi hêrseke mezin li benda goga ku ew ê ji serwisvan were disekinim. Dema serwisvan gog avêt, min bi hêrseke mezin xwe bi gog e re hilda û li ser fîlê re li ber linge Rêber APO xist… Îca kêfxweşiya min a wê kêliyê nayê vegotin. Rêber APO bi dengê nizim ku tenê min bihîst got; “serserî, bi salane te hêza xwe ya heyî bi kar ne aniye.” Êdî min peyama Rêber APO girtibû û ketibûm ferqa hêza xwe ya ku heya wê rojê, ji aliye min ve ne dihat zanîn.
Spor ji bo Rêber APO ne tenê aktîvîte bû. Bi çavê perwerdê lê dinêrî. Spor hêz bû, hêrsa ji bo serkeftinê bû, dîsîplîn bû, reaksiyon bû. Ev bi boneya hewcedariyên şer û têkoşîna dihate meşadin bû. Rêber APO tim digot, “jin pêwiste di hemû şert û mercan de xwedî hêz, biryar, gotin û serkeftî be”.
Rêber APO, neheqiyên li hember jinê qebûl nedikir û ne jî bê ceza dihişt
Rêber APO dizanî ku serpêhatiyên min ên şer hene, ji ber wî dixwest ku ez di nav xebatên gel de jî bimînim û li vê qadê jî bibim xwedî ezmûn. Rêber APO, dixwast ku ez ji gel re pêşengtî bikim. Bi vê boneyê venesaziya min li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê çêkir. Êdî ez di nav xebatê gel de bûm ; serê çend mehan careke Rêber APO ji min rapora kar û xebatê dixwest. Her daîm pirsa “Tu di derbarê xwe de çi difikirî?” ji min dipirsî. Min fam dikir ku bendewariyên Rêber APO ji min pir zêde hene. Dixwest ku ez di nav gel de, hêza xwe nasbikim û derxim hole. Dixwest ku ez hêza bîrdozî û cewhera rêxistine di xwe de bibînim. Yanî Rêber APO hemû rê û rêbazên bikar tanî, ji bo ku ez hîn behtir di ferqa hebûna xwe û hêza xwe de bijîm.
Ez û hevalekî mêr wek berpirsyarên herême ji bo pêkanîna şahiyek bernameyek amade dikir. Di wê navberê de, dema heval axivî min hinek gotinên wî fam nekir û ji wî dûbarekirina wan peyvan xwest. Lê hevalê mêr li hemberî vê dixwaza min bertekek tund raber kir, acîz bû û ji nişka ve rabû û derî li ber min mifte kir û derket çû.
Piştre ev helwesta heval me wekê hevalên3 jin nirxand û rexnekir. Me ev bûyer bi Rêbertî re jî parve kir. Rêber APO banga wî hevalê mêr kir û jê re wiha got: “ Ew hevala jin ne dayîka te ye, ew ne xwîşka te û ne hevjîna te ye jî. Tu nikarî terzê xwe yê serwer li ser wê hevalê ferz bikî “. Pistî van gotinan Rêber APO ew heval, ji rêvebertiya wê herêmê veguhest herêmek din.
Xatirxwestina ji Rêber APO û dîtina min a dawî
Piştî du sal û nîvên têr û tije ku min li gel Rêber APO derbas kir, êdî dema xatirxwestine bû! Min hîs dikir ku ev cara min a dawî ye ku ez ê Rêber APO bibînim. Ji ber wê hestiyar bûm, dilê min xemgîn lêdida… Min ev hestên xwe bi Rêber APO re jî parvekir. Rêber APO min hembêz kir û ev gotinên xwe yên dawî bi min re parve kir; ‘Keça me ya rêwî, tu yê hîna gelek rêwîtiyan bike.’ Piştî demeke dirêj li qada Rêbertî, lêhûrbûnek kûr çêbû; ez bawerim ku tu yê li ser vê lêhûrbûnê weke jinek pêşeng peywîra xwe pêk bîne û li her qada têkoşîne de wê ji bo te bibe hêza felsefeya jiyana azad.”
Erê rûpel têra bîranînên min ên bi Rêber APO re hatine jiyîn nakin, lewma biranîn bi sekna mirov re ji bo dîrokê şahidiya herî baş a xeyalên azadiyê dike.
Rahîme Gabar Bafê