Qampa Jineolojî ya ku hefteyeke berdewam kir, bi çi armancê ve hat li dar xistin û bandora wê a li ser jinên ciwan çi bû?
Dema ku em bi pirseke wiha re dest pê dikin ji me re dibe alîkar da ku em wate bidinê. Û helbet me bi xwe re dibe kurahiya mijara Jineolojiyê. Armanca vê qampê ev bû ku ji wateya peyvê bigirin hetanî reşika wê, ji jinên di nava pergalê de dijîn û jiyana xwe li gorî rê û rêbazên wê ava dikin bibe bersiv da ku bibînin rê û rêbazên vê pergalê çawa mirov ji cewherên wê dûr dixe û wî ji xwezahiya wê diqetîne. Peyva Jineolojî ji peva Kurdî a “Jin” û ji peyva Latîna a “lojî” ku tê wateya zanistê pêk tê. Ango peyva “Jineolojî” bi peyva “Zanistiya jinê, zanista civakê” re wekhev e. Ev peyv cara ewil ji hêla Rêber APO ve di sala 2009an de di pirtûka “Civaknasiya Azadiyê” (Ozgurluk Sosyolojisi) de hat bi lêvkirin. Ji ber ku perspektîf, xebat û kedên Rêber APO ên di derheqê Birdoziya Rizgariya Jinê de bê guman li ber çav in, nirxên ku di peyva Jineolojî de ava kiriye li gel me zêdetir qedir-bilind dibin.
Bi girêdahiya Jineolojiyê ve mijarên evînê û azadiyê jî di rojeva me de bûn. Anha evîn di nava vê pergalê de hatiye guhertin û ji wateya xwe hatiye dûrxistin. Evîn hêsteke ku tenê di navbera du mirovan de tê jiyîn nîn e. Evîn hezkirineke bê sînor e, astengiyan nas nake. Mirovekî dibe evîndarê xwezayê jî dibe evîndarê baweriyekê jî, an jî mirov dibe evîndarê evînê jî. Em jinên ciwan, evîna xwe girêdahiya xwe a bi welatê xwe ve îfade dikin. Hemû bajarên Kurdistanê û her sûk û kolanên wê ji bona me sembola evînê ye. Peyva azadiyê jî hişke hişk bi vê ve girêdayî ye û herdû jî yeko yeko nayê girtin û şîrovekirin. Lêgerîna azadiyê bi mezinahiya evîna ku mirov li gel xwe hiltîne ve tê pîvan. Evîna te a li ser azadiyê çiqas mezin be tu ewqas dikarî xwe bigîhînî hedefên xwe ên mezin. Dîsa di bin heman mijarê de “Welatparêzî” jî eleqeyek mezin çêkir. Welatparêzî bi peyvên “Welat” û “Parêzî (parastin)” ve xwe ava dike. Ev peyv tê wateya ku mirov welatê xwe biparêze û lê xwedî derkeve. Helbet bi tenê di vê wateyê de nîn e. Mirov dikare welatparêziyê wek hêstekî jî bigire dest. Hêstên te ên li ser welatê te çiqas mezin e? Ji bona parastina welatê xwe tu dikarî çi bikî? Dema ku me van pirsan ji xwe pirsî, wê demê ew ê derxîne ber çav ka em xeta welatparêziyê çiqas rast fêm dikin û bi rêk û pêk tînin. Di heman demê de erka welatparêziyê xwedîderketina zimên û çandê ye jî. Li hember vê xwedîderketinê, dijmin şerê taybet derdixe pêş. Îro ev şerê ku li ser me, ango li ser ciwanan û jinên ciwan tê meşandin bi her awayê ve rêya koletiyê vedike. Ev şerê taybet, şerê dîlgirtina me a di jiyana me a rojene û hemû jiyana me de, bi giranî jî di demên me ên ciwantiyê de di hêla fikir û fêhmî de ye. Em çiqas bi zelalî nêzî rastiya vê şerî dibin? Dema me li ser vê pirsê bi jinên ciwan re niqaş kir, derket holê ku em di jiyana xwe ya rojane de her tim vê rastiyê pişt guh dikin û li ser esasên wê najîn. Di hêla çareseriyê de jî derket holê ku divê em helwesta xwe bi zelalî bikin. Divê em bi vê siyasetê bidin fêmkirin ku em tu car dev ji sekna xwe û ji şêwaza xwe bernadin. Ji ber ku dema ev pergal tiştên ku li me dike ferz em bê pirs bipejirînin, ev tê wê wateyê ku em ji cewhera xwe qut dibin.
Helbet ji bona em xwe bigîhînin vê çareseriyê hewceye em îdeolojiya ku Rêber APO daye me têxin nav jiyana xwe. Anha her jinekê ciwan dikare di vê rêya ku diçe azadiyê de cîhê xwe bigirê. Divê bê zanîn ku di vê rêyê de gelek derfetên cûda henin. Ji wan derfetan hînekî ev in ku mirov dikare li cîhê ku lê dimîne tevlê xebatan bibe, dikare jinên li derûdora xwe bi rêxistin bike an jî dikare ji bona pirsgirêkan çareseriyan ava bike.
Tevlîbûna berxwedana ku di vê roja me de bi awayekî bêhempa ve tê meşandin, li derveyî biryara kesane ye. Em dibêjin hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e û ji xwe re dikin armanc da ku di rêya heqîqetê de xwe bigîhînin serkeftinê.
Dîcle Serhat