Kes bêyar nabe hozan
Bê baran çênabe zozan
Kûr e wek ya Zerdeşt û Manî
Felsefa nû Apo va danî
Ma te nedîtin bilbil?
Çawa dîn dibûn liser gul
Ez ê ji tere bibêjim carek
Ji te pêve nin e yarek
Evîna te ketiye dil
Ji dil revandin sed kul
Ne finde va hezar find
Ez ê bibim gula gund
Cara yekê te xuya kir
Ewrê reş û tarî barkir
Kenê te yî wek biharê
Ev dêmên wek hinarê
Jin jîyan e û gula geş in
Rê vekirine û dimeşin
Ji nava gula, gulin hene
Bawer bike weke te ne
Têlê porê te ji rojê
Dil û cergê min disoje
Ez im Ferhad ê Şirîn ê
Ji min nehilgirin kînê
Newroz hat xwe bixemline
Îro cejna Mem û Zîn ê
Beko ji ber min direve
Ku dimeşim ew dikeve
Beko weke serê mar e
Şûrê min wek Zulfeqar e
Ez ê serê Beko jêkim
Ji dilbera xwe re rêkim
Helbesta min kûr bixwîne
Tirs û sawa xwe bi bikşîne
Ez im hûtê nav bahrê
Çemî jiber min dilerizê
-Dîcle Botan