Skip to content
Hevdîtin bi Rêber APO

Hevditîn bi Rêber APO

Bîranîn û kêliyên ku mirov jiyan dike vegotin, bi taybet jî hevdîtina xwe ya destpêkê ya bi Rêber APO re vegotin, kêliyên destpêkê, kelecana despêkê û rastiya Rêber APO vegotin bi rastî jî hêzeke awarte dixwaze…

Dema navê min hatibû gotin

Divê em Rêber APO weke rêberên din ne bi nepixandinê, bi rastiya wî ya herî sade û xwezayî ve vebêjin. Ji ber ku jiyana Rêber APO her dem pir xwezayî û sade ye. Her wiha jiyaneke hêjayî jiyan kirin û fêm kirinê ye. Ji ber wê Rêber APO bi rastiya wî ve vegotin, yek ji erkên bingehîn ên milîtanên Rêber APO ye.

Piştî ku min demekê li qada Botanê gerîlatî kir, Rêber APO grûbek heval ji bo perwerdê xwest. Dema ku hevalên rêveberiya qadê navê hevalên ku biçin qade diyar dikirin, dilê min her dikir kute kut. Min her di hundurê xwe de dixwest ku bêjim ez dixwazim biçim, lê min qet ev nedianî ser ziman. Ji ber ku di nava PKK’ê de mirov her dem tiştê baş ji bo hevalên xwe dixwaze û xwe pêşniyar nake. Dema ku dîtina Rêber APO mijara gotinê bû, dilê min pir bi kelecan dibû û ji bo ku xwe pêşniyar nekim, min bi zorê xwe digirt. Wek tevahî hevalên din, xeyala min a herî mezin dîtina Rêber APO bû. Lê min rast nedît ku xwe pêşniyar bikim.

Dema nav hatin gotin, dilê min bi kelecaneke mezin lêdida… Di kêliya ku min navê xwe bihîst, hema te digo qey cîhan bûbû ya min. Piranî hevalan ez ji bo perwerdê guncav dîtime, hemiyan ez pêşniyar kirime û ev pêşniyara wan hatiye qebûl kirin.

Piştî demekê em derbasî Sûriye bûn. Çend roj derbas bûn. Hevalan ji me re gotin Rêber APO hatiye. Min qet texmîn nedikir ku ezê Rêber APO di demeke ewqas kurt de bibînim. Hevalek hate cem me û got ku Rêber APO li benda me ye. Em pir bi kelecan bûn. Min hê jî bawer nedikir ku ezê Rêber APO bibînim, ji min re wek xewnekê dihat. Ji nişkêve dema ez li pişt xwe zivirîm û min li derî meyzand, min Rêber APO li pêşberî xwe dît. Hemû heval ji bo ku silav bidin Rêber APO, ketin dore. Ez hema hatim pêşiya hevalan û berbi Rêber APO ve beziyam. Min xwe avête pêşiya Rêber APO û ew hemêz kir. Ew kêlî baş nayê bîra min, lê her hal min qet nedixwest Rêber APO berdim. Hê jî ez ne zelal bûm gelo ev tiştê ku jiyan dikim xeyale an jî rastiye. Hema min bi xwe destê xwe hejand û fêr bûm ku tiştê jiyan dikim ne xeyale, rastiye. Rêber APO, ez hemêz kirim û ji min re got, “temam, temam, kelecan xilas bû” Ez bawerim Rêber APO jî di wê kêliyê de kelecaniya min hîs kiribû. Misoger hîs kiribû ku bi rûyek bi ken got; “temam, temam kelecan xilas bû. Êdî tu li cem Rêber APO yî”… Rêber APO hemû heval yek bi yek silav kir û ew hemêz kirin.

Wexte xwarinê bû, hevalan ji bo me xwarin amade kiribû. Em jî hemû ji bo xwarin xwarinê li benda Rêber APO bûn. Ez nêzî hevalekî ku li wir dimîne bûm û min jê pirsî ka Rêber APO li kuderê rûdine. Dema wî hevalî cihê Rêber APO nîşanî min da, ez bi lez çûm li ser kursiya li kêleka Rêber APO rûniştim. Piştî ku Rêber APO hat, me bi hev re dest bi xwarinê kir. Rêber APO ji me re got du dibistanên me hene, yek ya Kurdî, ya din jî ya Tirkî ye. Li min zivirî û got, heval tu biçe dibistana Kurdî.

Piştî ku çûm dibistana Kurdî bi du rojan, hevalan gotin ku wê îro Rêber APO were û bi me re nîqaş bike. Hejmara me pir bû. hinek heval ji Rusya, hinek ji Bakûr, hinek ji Ewrûpa hinek jî ji Başûr hatibûn. Yanî grûbeke me ya pir rengîn hebû. Em pênc şeş heval jî ji welat hatibûn. Rêber APO hatibû cihê civînê û li benda me bû. Ez li gorî hevdîtina berê hinek sakîntir bûm. Dema ku dora min hat, ez çûm cem Rêber APO. Ji min re got; “Tu sakîntir bûye.” Min jî got raste Serokê min. Lê di esas de pir bi kelecan bûm. Dibe ku wê ne pênaseyeke rast be, lê belê dema ku mirov zaroke hestekî pir cûda li beramberî dayîk û bavê xwe jiyan dike û her bîra wan dike. Min jî hestek wiha jiyan dikir. Dibe ku her hevala/ê ku hatiye qada Rêber APO ev hest jiyan kiriye û ji xwe re gotiye, Rêber APO di nava van hevalan de herî zêde bi min re eleqedar dibe, herî pir ji min hez dike û nirx dide min… Lê, bi demê re min ferq kir ku tiştên em hîs dikin, hîsên aîdê rastiya Rêber APO nin. Ji ber ku Rêber APO di nêzikatiya xwe ya ji mirovan re nirx dayîn û rûmet kirina mirovan esas digre. Ji ber wê her kes heman hestan jiyan dike, hîs dike. Piştî wê hevalan ji me re çay anîn. Rêber APO bi hevalan re yek bi yek axivî û nîqaş da meşandin. Ji her hevalek re pirsên tu kîyî, ji kuderêyî, çawa hatî pirs dikir… Min jî di hundurê xwe de ferhengên herî xweş hildibjart. Ji xwe ji ber min beriya wê ji heyecana zêde xwarin ser xwe de rijandibû, min pir şerm dikir. Dema ku Rêber APO hat cem min, min hema hinek xwe rast kir. Bangî min kir û got, tu hevala Çîçekî ne wisa heval?… Pişt re pirsên mîna ez kî me, ji kuderê me, çawa tevlî bûme… yek bi yek ji min pirsî. Dema min dîroka xwe ya tevlîbûnê got, ji min pirsî ka ez bi qanûna eskerî tevlê bûme an jî bi biryara xwe. Dema min got ez bi qanûna eskerî tevlê nebûme, pir şaş ma û got temenê te pir biçûke tu çawa ewqas zû tevlî bûyî. Min jî got, ez ji hevalên kevin pir bandor bûm, her wiha malbata me welatparêze û van sedeman bandor li ser tevlîbûna min kiriye… Beriya ku werim qadê, hinek hevalan di raporên xwe de qala min kirine. Ji bo ku di qadê Rêber APO de perwerde bibînim pêşniyar kirine. Qet xebera min ji van rapor û pêşniyaran nîn bû. Ez ji Rêber APO fêrbûm ku hevalan ji bo min di raporên xwe de pêşniyar kirine. Rêber APO ji min re wiha got; “Di nava hinek raporên hatine de navê te heye. Hevalan ji bo perwerdê tu pêşniyar kirine. Ew hevala Çîçek tu yî?…” Dema wiha pirsî ez şaş mam. Ji ber ku qet xebera min ji pêşniyarek wiha nînbû, min nedizanibû ezê çi bêjim. Hevalekî di grûba me de ji Rêber APO re got, raste Serokê min, hevala ku hatiye pêşniyar kirin ev hevale.” Rêber APO li min meyzand û got; “ ka bêje, çi taybetmendiya te heye ku hevalan ji bo tu werî qadê pêşniyar kirine.” Min jî got; nizanim Serokê min. Rêber APO keniya û got, başe tu yê baş fêr bibî. Mirovekî ku dibêje ez nizanim, baş fêr dibe. Yek ji taybetmendiyên Rêber APO ew bû ku mirovan rihet dihêle. Mirov xwe li cem wî pir rihet hîs dike. Wisa ji mirovan re tê wekî ku em bi salan li cem Rêber APO mane.

Piştî ku Rêber APO çend caran di qadê de çû û hat, destê xwe bi porê min kir û got, heval porê te dirêje. Her hevaleke ku tê vir, dema pirs dikim çima porê wan kine, dibêjin ku av û sabûn nîne. Ez jî bê ku bihizirim min got, ew rast nabêjin, derfet heye… Yanî carnan çêdibe, carnan jî çênabe. Lê derfet henin. Rêber APO çû cem hevaleke ku porê wê kine û jêre got, nexwe hun carnan rast nabêjin… Hun çima porê xwe qut dikin, ka binêrin di nava we de hevala Çîçek hevala herî kevine, lê kariye porê xwe dirêj bike. Wê demê min fêm kir ku diviyabû min ew gotin li wir negotiba. Lê min ji kelecan hema gotibû. Çi di hundurê min de derbas bûye min ew gotiye. Ji min pirsî ka ez çend caran tevlî pevçûnan bûme û birîndar bûme an na… Her wiha ji min pirsî ka heval li cem min şehîd ketine yan na. Dema ku ev pirs dipirsîn, zemînek wisa rihet ava kiribû ku te digo qey bi hevaleke xwe ya ku bi salane nas dike re, normal sohbet dike. Rewşa tevahî hevalên Botanê pirsî. Hevalên ku nas dike û hevalên kevin ên demeke dirêje nedîtiye, dema me ew heval tarîf dikir hema nas dikir. Hewl dida rewşa wan fêr bibe û ka bê partiyê baş bi me didin nas kirin an jî erkên xwe pêk tînin an na. Ev rewş pir bala min kişandibû. Rêber APO hevalên ku tenê carekê jî dîtibe wan ji bîr nake û her tim rewşa wan dişopîne.

Rêber APO li ser emê çawa tevlî perwerdê bibin, çawa xwe tehlîl bikin, emê çawa partiyê pênase bikin nîqaşek da meşandin. Her wiha diyar kir ku şert pir sînordarin û got, “Her kes dixwaze were cem min, lê heval nizanin ez di nava kîjan şertan de tekoşînê didim meşandin. Ez ne li welatê xwe me. Di welatê biyaniyan de me, li van deran şert û merc pir sînordarin. Bi rastî jî wisa bû. Ez jî heya wê kêliyê ne di ferqa vê rastiyê de bûm. Yên ku mercên wan hene û derfetê wan heye û yên di axa xwe de jiyan dikin, em bûn. Yê ku di welatê biyaniyan de di nava şerten sînordar de xebatên şoreşê dide meşandin, derfetên biçûk vedugherîne mercên mezin jî Rêber APO bi xwe ye. Li kêleka zextên dewleta Tirk, zextên dewleta Sûrî jî henin. Bi ruxmê van zextan jî, Rêber APO di nava van şerten teng de, bi derfetên biçûk ve bi hezaran hevalê/î perwerde dike, qadro ava dike û ji bo şoreşê bi şev û roj kar dike.

Mîrovên herî mezin, mîrovên ku bi xwe xwe perwerde dikin û nas dikin

Rêber APO wiha gotinên xwe berdewam kirin; “Dema perwerde destpê bike, her ku firsendê bibînim ezê werim cem we. Ezê carnan bi we re dahûrandinan bidim meşandin. Lê tişta herî girîng tevlîbûna we bi xwe ye. Mirovên herî mezin, mirovên ku bi xwe xwe perwerde dikin û xwe nas dikin.

Rêber APO ji min pirsî ka min dibistan xwendiye an na. Dema min got ku min nexwendiye, ez fikiryam ku wê Rêber APO pirs bike, ka min çima nexwendiya û çima dê û bavê min ez neşandime dibistanê. Lê ne wisa bû. Dijberî wê Rêber APO got, ji xwe pergalê bi mirovê xwendekar zêdetir leyîstiye, bêhtir ketiye mejiyê wan. Dibe ku pergal di we de zêde nehatibe rûniştandin. Lê ji bo fêrbûnê, divê hun pir ked bidin. Ji xwe nezanî ne şerme, fêr nebûyîn, xwe pêş nexistin û derfet rast nedana bikar anîn şerme. Yên ku xwendine ji bo gel û netewa xwe nexwendine. Wan perwerde di bingehê berjewendiyên pergalê de xwendine. Ev di min de baweriyeke cewherî ya mezin ava kir. Min bi xwe ji xwe re got, ev tê wateya ku di dibistanên pergalê de nexwendin, ne rewşeke şermê ye.

Piştî ku me pergala wir nas kir. Hevalan ji me re got, wê hevalên kevin û yên ku ji çiyê hatine ewlekariya Rêber APO bigrin. Ez pir şaş mam. Min bi xwe re got, ezê çawa Rêber APO biparêzim, hêza min têra vê erkê nake. Dema mirov di warê teknîkî de difikire, ev rewş pir hêsane. Tu çeka xwe dixî destê xwe û nobetê digrî. Lê ne wisa bû. Ji ber ku Rêber APO hebûna gelekî, pêşeroja wî ye. Ji ber ku ez di giraniya vê erkê de bûm, min nedixwest hildim ser milê xwe. Min ji hevala ku bi me re axivî re got, heval ji bo min hinek zû ye. Ez kêmek din bimînim, Rêber APO nas bikim, pişt re dikarim destpê bikim. Ew heval keniya û got, na heval ne zûye. Her hevala/ê ku nû tê heman tiştî dibêje. Tu qet gûmana jiyan neke. Tûyê bi demê re fêr bîbî. Bi vî awayî ez derbasî birîma ewlekariya Rêber APO bûm. Piştî heftiyekê Rêber APO hat cem me. Gel hatibû û wê civîn ji wan re bihata çêkirin. Rêber APO bi şev li wir ma. Ez di seat 5’an de şiyar bûm. Dema ku Rêber APO sibêhe di derencan de daket, ez hema ketim sekna fermî û min xwe da kêlekê. Dema Rêber APO ber min re derbas bû, bi acizbûn li min meyzand. Min got; Rojbaş Serokê min, bersiva min da lê di her halê Rêber APO de diyar bû ku min tiştek şaş kiriye, bi min da hîs kirin. Rêber APO piştî civînê zivirî, ez dîsa derbasî sekna fermî bûm. Bawerim ji ber ku nû bûm Rêber APO tiştek negot û li bendê bû ku bi xwe fêm bikim. Piştî demekê dema ku dîsa ez hişedar bûm, perwerde hebû. Cardin dema ku Rêber APO derbas bû, min xwe da kêlekekê û min got, Hun bi xêr hatin Serokê min. Min dît Rêber APO hat cem min û got, “Heval ez na axayê eşîretekê, an jî serokê dewletekê me. Ez mirovek wek we me û rêhevalê we me. wisa nêzî min nebin…” Armanca Rêber APO ew bû ku di warê îdeolojîk de me perwerde bike. Ji xwe rêbazê Rêber APO yê perwerde kirinê wiha bû. Mirov di kîjan warî de lewazî jiyan dike, Rêber APO di wî milî de mirovan perwerde dikir.

Ez bawerim hevalên herî xwedî şans, hevalên ku hatine qadê û rastiya Rêber APO bi çavê xwe dîtine. Bê guman, ev nayê wê wateyê ku Rêber APO tenê bi dîtinê tê fêm kirin. Ji ber ku Rêber APO ne tenê diyardeyeke fîzîkî ye. Rêber APO ruheke, ramaneke û jiyan bi xwe ye. Rêber APO girêdana di navbera mirov û xwezayê, di navbera mirov û mirov a ku nayê qut kirine. Di rastiyê de Rêber APO azadiye. Rêber APO azadî jiyan kirine. Rêber APO hêza ku cewherê mirov afrandiye. Mejiyê civakê û wîjdanê wê yê hevpare.

You may also like...