Skip to content
Şehîd

Nameya Şehîd Seher Deniz

Dem baş,

Demekî çêbuye ku ne we xeber ji min girtiye, ne min ji we girtiye. Ez fikîrim ji we re binivisînim ji bona ku hun min ji bîr nekin. Di 23‘ê Mijdara 2016‘an de, ez giham Kurdistanê. Ev tiştekî balkêş e, ji ber ew roj rojbûna min e jî. Çûndina wir ya bi teyarê pir zehmet bû, lê meraq nekin, ez pir baş im. Hevalên vir bi germahî û himbêzkirinê bi xêr hatina min pîroz kirin. Di despêkê de, ji bo min jiyana vê derê guhertineke mezin bû. “”””Ez hîn nikarim behs bikim ku min zehmetiyan derbas kiriye û êdî nema zehmetî dikşînim.””””Ez guherandinek mezin a mejî û fîzîkî jiyan dikim. Ev jî bandoreke mezin li ser jiyana mim a li çiyayê Kurdistanê dike. Ez hertim bi xwe re şer dikim. Ez elimandin, kêmasî, hiş, tirsên xwe yên kevn û zanîna xwe lêpirsîn dikim û hertim dixwazim vê yekê biguherînim ango ji kokê derxînim. Lê mixabin, ev ne karekî bê zehmet e, lê belê heval pir di vî alî de alîkariya min dikin.Ew hertim bi min re dibin alîkar û rê û pratîkên nû nîşanî min dikin ji bo ku ez bigihijim armanca xwe. Ev 5 mehên min ez li vir im. Ji ber vê, hîn ez zehmetî dikşînim. Hîn gelek tişt hene ku divê ez fêr bibim û gelek tişt hene ku ez hîn nizanim. Di despêkê de, ji min re ev jiyana vê derê gelek cuda dihat, lê anha ez bûma perçeyekî jiyana çiyayên Kurdistanê. Berî ku min çiyayê Kurdistanê dît, min gelek caran li xwezaya derdora xwe ya berê temaşe dikir, lê min ne germahî, ne xweşikbûn, ne wate û ne azadî hîs dikir. Lê anha ez li çiyayên Kurdistanê dinêrim û hemî tiştên ku min hîs nedikir, ez niha hîs dikim, ez dibînim, ji ber ku ez jî bûme şoreşgereke vê tevgera berxwedanê û azadiyê. Ez jî bûme mîlîtaneke vê partiyê. Ez jî erka xwe ya şoreşê pêk tînim. Ji bo dunyayeke baştir, jiyaneke azad û aşîtiyê. Ez jî bûme perçeyek ji van çiyayan. Tiştê ku van çiyayan ewqas xweşik û bi wate dike xwîna ku di binê her kevirekî de hatiye rijandin e. Wê rojekê xwîna min jî li ser van keviran birije û bi van keviran re bibe yek. Ez dizanim hun ji bo vê gotina min zehmetiyê dikşînin. Fêhmkirin û qebûlkirina vê ji we re giran tê. Lê belê, min bi zanebûn û îradeya xwe ev rê hilbijart. Ez dizanim fehmkirin û qebûlkirina vê jî ji we re giran tê. Çûyîna min ne ji bo ku ez we tenê bihelim, an jî min ji we hez nedikir. Dema ku ez li paşerojê dinêrim, ez dikarim bi dilgermî û dilpakî bêjim ku ez xwedî malbateke bi qîmet bûm. Dê û bavê min hertim bi hezkirin daxwazêmin bi cih tanîn. We hertim tiştên herî baş ji me re dixwestin da ku em jiyaneke bê pirsgirêk û bê zehmetî jiyan bikin. We hertim derfet û azadî dida me da ku em bikaribin bêtengasî jiyan bikin û em xwe di civaka elman de ne kêmî wana hîs bikin. Helbet, carnan nakokî û bêadeletî hebûn ku min wek jineke ciwan nedikarî qebûl bikim, lê ez we sucdar nakim, ji ber ku ev zihniyeta hezar salan e ku ji nifşan ber bi nifşan ve û ji civak ber bi civakan ve hatiye derbas kirin. Min meraq nekin. Ez pir baş û dilşad im. Helbet, ev nayê vê wateyê ku ez beriya we nakim. Berovajiya vê, ez beriya we hemuyan dikim, bi taybet mişkên me yên biçûk Azelya û Zinar. Demekî nîn e ku hun nayên bîra min. Ez bawer dikim hun ji xwe pirs dikin ka ez çima fikr û hestên xwe bi we re parve dikim. Ji ber ku hêz û kêmasiyên min wek yên bavê min in û ez nikarim hezkirin û hestên xwe bi peyvan bidim fehm kirin. Ez nizanim em ê kengî hevdû bibînin yan jî em ê qet dîsa hevdû bibînin. Min dixwest ji we re hinek wêneyên xwe rê bikim, lê derfet nîn e. Lê hun dikarin wêneyên xwe ji min re bişînin. Ji ber ku tenê wêneyek li cem min heye. Ya Azelya û Zinar e. Hun dikarin wêneyên xwe rê bikin, lê piranî bila yên Azelya û Zinar bin. Min bihîst ku we min di televîzyonê de dîtiye. Ez hêvîdarim ku we heyecana min ferq nekiriye. Êdî niha bes e. Ez pir li ser xwe axivîm. Êdî dema axaftinê ya we ye. Tiştek nû heye ? Hevalên me çawa ne ? Xebatên xwe dimeşînin ? Dîlan, Şafak, Egîd, Serhad, Dîcle, Bêrîvan, Bêrîtan, Sam, Nuffî, Zîlan, Dîlan. Zû ji min re binivisînin û fotrafan ji bîr nekin. Min beriya we hemiya kir û ez hêvîdar im ku em hevdû di demekî nêz de bibînin. Li xwe miqate bin û min meraq nekin. Ez û hevalên xwe silavên dilgerm dişînin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî,

Arîn Agir (Xecê Ateş)

You may also like...