Skip to content
Rêber APO

Netewa demokratîk di nava xwe de pir ziman, çand, etnîsîte, ol û netewan dihewîne

Mirov der barê demokratîkbûnê de hin çarçoveyên teorîk zelal bike wê bi kêra çareseriyê bê. Yek ji mijarên bingehîn ew e, divê mirov bi awayekî pir eşkere û zelal teoriya netewa demokratîk û teoriya dewleta netewe ji hev derxe. Dewleta netewe homojentiya welatî ya yek ziman û yek etnîsîteyê esas digire.

Herwiha welatiyê behsa wî tê kirin bi bîr û baweriya fermî ve girê dide û li ser ferz dike heman rîtuelan pêk bîne. Bîr û baweriya qala wê tê kirin welatparêzî nîne, milliyetgirî û oldariya şoven e. Dewleta netewe di nava têkilî û nakokiyên xwe de cudatiyên civakî qebûl nake. Li cem xwe her komê weke hev ango wekhevbûyî qebûl dike. Gelekî eşkere ye ku ev teoriyeke netewe ya li gorî bîrdoziya faşîzmê ye. Teoriya netewa demokratîk gelekî ji vê cuda ye. Teoriya netewa demokratîk di nava xwe de pir zimanî, pir olî, pir etnîsîteyî, pir neteweyî, pir çandî, pir komên xwedî berjewendiyên cuda û ferdan dihewîne. Wekhevbûna kom û welatiyan wekhev esas nagire. Terîfa ‘dewlet = netewe’ qebûl nake. Bawer dike ku herdu pêkhatinên cuda ne.

Dewlet û demokrasî du qadên cuda ne

Dewlet û demokrasî, du qadên cuda ne, divê mirov bi nazikî li ser wan raweste. Ya girîng ew e, ev herdu qad rewabûna hevdu qebûl bikin û di nava weznekê de bi gewde bibin. Herwiha mirov vê pîvanê bike yek ji hukmê herî esasî yê destûra bingehîn. Teoriya netewa demokratîk bi qasî welatî, kom, cemaet û civakên sivîl jî girîng qebûl dike û hebûna wan bi destûra bingehîn misoger dike. Têgîna welatî ya neberbiçav weke lafazaniyeke lîberal dibîne û bi endambûna welatî ya kom, cemaet an jî civaka sivîl maneyeke berbiçav didiyê.

Ji aliyê teoriya demokratîkbûnê ve mijareke din heye ku divê mirov baş lê serwext bibe ew e, di navbera çareserkirina dewletê ya pirsgirêkên civakî û çareseriyên teoriya demokratîk de ji hev cudabûneke mezin heye. Teoriya dewletdar çareseriya pirsgirêkên civakî bi dewletdarkirina her tiştî dibînin. Mînak mijareke metafizîk a weke ol ku bîrûbawerî û felsefeyê eleqedar dike jî tê dewletdarkirin û bi vî awayî ji çareseriyê zêdetir vediguherînin pirsgirêkê. Gelek pirsgirêkên din ên aborî, civakî, çandî û neteweyî têne dewletdarkirin an jî bi dewletê ve girê didin û mîna ku hatibin çareserkirin his dikin. Eşkere ye ku ev teorî pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan zêdetir û girantir dike. Teoriya çareseriya demokratîk dibêje; xwediyê pirsgirêkan ne dewlet civak e, lewma divê pirsgirêk jî ji aliyê civaka pêwendîdar ve were çareserkirin. Yekeya civaka pêwendîdar xwe çiqasî bigihîne rêxistinî û îfadeya azad, ewqasî jî dikare îdea bike ku ev yek rê li çareseriyê vedike. Teoriya dewletdar timî rêzik û pîvanan li ser civaka pêwendîdar ferz dike, teoriya demokratîk jî dibêje; civaka pêwendîdar mafê xwe heye û girîng e ku însiyatîfa xwe bi xwe diyar û ava bike. Di têkiliya bi dewletê re hevdu redkirin an jî berevajiyê wê tineye. Herçiqasî di nava têkilî û nakokiyan de bin jî bihevrebûna di nava lihevkirin û aştiyê de divê. Di vê çarçoveyê de çareseriya demokratîk bi aştiyê ve girêdayî ye. Her aştî dibe ku di çarçoveya çareseriya demokratîk de nebe, lê her çareseriya demokratîk a em jêre ‘aştiya bi rûmet’ dibêjin heqîqeta pêşketinê ya her hebûnê têkûz dike. Kengî hêzên li hev tên huqûqa hevdu ya pêşketin û hebûnê qebûl kirin wê wextê aştiyeke bi rûmet pêk tê.

Çareserî dewlet dîtin de xeteriya ava bike

Fikareke din a mirov der barê teoriyên dewletdar de dike ew e, hêzên li hemberî xwe yên dikevin bin bandora pirsgirêkê berê wan dide dewletdariyê, ango weke rêya bi tenê ya çareseriyê dewleta xwe ya netewe ferz dike, rê li ber rîskeke wisa vedike. Bi awayekî din mirov dikare bibêje, mirov digihîne zêhniyeta li dijî dewletê dewlet. Şensê teoriya demokratîk gelekî zêde heye ku pirsgirêkan ji hev derxe, lewma ne li veqetîna ji sînorên dewletê difikire, ne jî hewce û mecbûrî dibîne berê xwe bide netew dewlete. Pêşbîniyeke çareseriyê ya nerm şensekî mezin ê teoriya demokratîk e ku dewletê naxwaze, hedefa xwe dewlet nîne, red û înkar nake.

Pirsgirêkeke din a bingehîn a teorîk jî der barê teoriya mafên ferdî û kolektîf de ye. Di vê mijarê de spekulasyoneke mezin heye yan jî hatiye afirandin. Ev mijarek e ku têgihiştina ferdperest a lîberal ew ji rê derxistiye. Serwextbûneke herî kêm a li civaknasiyê jî dikare bi mirov bide fêhmkirin ku ya ferdî civakî ye, ya civakî jî ferdî ye û yek a din di nava xwe de dihewîne. Civakîbûn nebe ferd jî ti carî nabe. Eger mirov kesekî bi tena serê wî hefteyekê deyne deverekê mirov ê vê rastiyê yekser fêhm bike. Herweha ji bo mirov fêhm bike ku civak ji hewldan û têkiliyên ferdî pêk tê, hewce nake mirov bibe hozan û zanyar. Bi têgihiştineke berpirsiyar ev yek bi hêsanî tê fêhmkirin. Ji ber ku bi armanca afirandina welatî û netewa homojen, lîberalîzm huqûqa kom, cemaet û civaka sivîl red dike pirsgirêk giran dibin. Maf û azadiyên van kolektîvîteyan çiqasî bêne pejinandin û kesixandin, şensê desthilatdarî û mêtîngakariya herî zêde yê yekdestdariyên netew dewletê û sermayeyê ewqasî zêde dibin. Eger behsa mafên ferdî bê kirin û behsa mafê kolektîf neyê kirin û heta ji vê jî wêdetir redkirina mafên kolektîf nêzîkatiyeke faşîst e. Heta azadî û mafên kolektîvîteya ferd endamê wê ye, neyên qebûlkirin, pejirandina azadî û mafên ferdî ti qîmeta xwe nîne. Herwiha ji aliyê teorîk ve jî ev pêkan nîne. Li vir bi temamî ‘Lîstika Elî Cengiz’tê lîstin. Eger were gotin “Tu dikarî weke ferd Îslamê bijî, lê weke civakî nikarî bijî” ev hem demagojiyeke faşîst e, hem jî ev xasûdî ye ku bi destekî dide bi destê din jî distîne. Maf û azadiyên ferdî û kolektîf mîna goşt û hestî ne, hevdu temam dikin. Bêguman di vê mijarê de her cure cemaetperestî û kolektîvîstperestiyên ferd înkar dikin û her cure ferdperestiyên civakê înkar dikin di teoriya azadî û mafên kolektîf û ferdî de cih nagirin. Divê mirov teoriyên bi vî rengî red bike û nas neke.

Çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûyînê de

Di dema çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûyînê de wexta mirov çarçoveya teorîk fireh bike, divê baş fêhm bike ku yek ji pirsgirêkan a herî girîng çavkaniya xwe ji civaknasiya navenda xwe Ewrûpa, nexasim jî ji Franseyê digire. Tevî ku tecrûbeya wê ya komara pêncemîn heye jî hem hê xwedî pirsgirêkên laîktî, welatîbûn û cemaetparêziyê ye, hem li hemberî Împaratoriya Brîtanyayê û ji derve li hemberî tevahiya Ewrûpa û cîhanê îdeaya xwe ya hegemonîk ji dest da û di vê de para civaknasiya pozîtîvîst diyarker e. Komara Tirkiyê û beriya wê jî Tenzîmat û herdu ezmûnên Meşrûtiyetê bi awayekî bingehîn ezmûna Komara Sêyemîn a Fransî kiribûn hîmê xwe, herweha weke bîrdoziya modernîteyê jî pozîtîvîzma Fransî qebûl kiribûn, lewma gelekî girîng e ku mirov di pirsgirêkên demokratîkbûnê yên roja me ya îro de li para van bikole û encamên wê zelal bike. Em divê eşkere bibêjin, Komar 90 salin ku di warê demokratîkbûnê de bi leza kîso jî nikarîbûye biçe, lewma mirov heta di vê de bandora pratîk a ezmûnên komargerî û teorîk a pozîtîvîzma Fransî dernexe holê, dîsa jî wê zehmet be ku mirov karibe xwe bigihîne çareseriyên serketî û wê pirsgirêkên berê yên kor û hilboqî dewam bikin. Ez behsa bi tevahî redkirina ezmûneyên komargerî û pozîtîvîzma Fransî nakim. Lê em ji pêşketinên mezin ên di teoriya demokrasî û şoreşa zanistê ya piştî salên 1950’î de sûdê wernegirin û ji bandorên wê yên neyênî nebihurin, em ê nikaribin şensekî mezin ê azadiya fikir û demokratîkbûnê bi kar bînin.

Bandora Fransî ya di çarçoveya teorîk û pratîk de roja me ya îro jî girîngiyeke xwe ya mezin heye û li benda çareserkirinê ye. Çawa ku tê zanîn, bi awayekî giştî civaknasiya navenda xwe Ewrûpa di roja me ya îro de jî gelekî tê rexnekirin. Maskeya oryantalîzmê ya der barê Rojhilata Navîn de her diçe ji ber rûyê wê tê kirin. Bi kurtî divê ez vê bibêjim: Ew nirxên çandî yên Rojhilanavîn ku ji 15.000 salan û vir ve hatine îspatkirin, nexasim nirxên çandî yên ku ji bo şaristaniyên navendî yên 5000 salên dawiyê sereke ne, ew derfetên çareseriyê yên di nava wê de em înkar bikin û ji nedîtî ve bên ku gelek ji wan jî ji çanda Rojhilata Navîn hatine dizîn, em bawer nekin ku bi çanda Ewrûpa ya bi nêzîkbûna pozîtîvîst a maddeparêziya çor a 500 salên dawiyê, em ê karibin pirsgirêkên xwe, pirsgirêkên civakî yên bingehîn manedar û çareser bikin. Eger ev çand weke esas bê dîtin û gavên çareseriyê bêne avêtin dibe ku rê li ber avahiyên hê nexweşokî bê vekirin. Ya rast ew e, divê mirov xwe ji hegemonya bîrdoziya ku navenda wê Ewrûpa ye  rizgar bike, nêzîkatiyên çareseriyê yên pirsgirêkên civakî û nirxên din ên mezin ên insanî yên rêûresma Rojhilat û Rojhilata Navîn bixin rojevê. Eger em ê behsa modeleke Tirkiyê yan jî Rojhilata Navîn bikin, eşkere ye ku divê ev model çavkaniya xwe rastiyên mezin ên civakî û dîrokî be.

-Rêber APO

You may also like...