Skip to content
Kurdî

Hunera Gerîla

– Bermal Çem

Heger huner wateya jiyanê,  lêgerîn û haqîqeta civakê be, wê demê hunera herî bedew gerîla ye. Ji ber ku gerîla navê hunera ebedî, xwediyê avakerê jiyaneke azade. Di her berhemek têkoşînê de, xebatên çand û hunerê de xwîn û xweydana gerîla heye. Yê ku diafrînin, êş û azarên civaka xwe jiyan dikin û dibin berdevkê wê, an jî pêşengê wî hunermendin. Îro li wan çiyayên asê yên ku pêşengê civaka xwe ne şervanên azadiyê, jinên tekoşerin. Lewma henasa hunerê ye gerîla. Ne li ser dikê bi sitranekê mirov dibe hunermend, ne jî bi şikil û şemal. Bi fikir hest û felsefeya jiyanek bi wate û xwilikar mirov dikare bibe hunermend. Lewma gel hunermendê xwe bixwe hildibijêre. Ew ji civakê dertê û cardin diherike civakê. Heger civak ew hembez kir dikare bibe pêşengê civakê.

Rêber APO huner û hunermendî wisa bi wate dike: ‘’Hunermendî bi baskbune û firandine, yên nikaribin bi baskbin wê nikaribin huner jî bikin.’’  Yên ku li Zagrosan bask dan û bi ber asîmanên şîn ve firiyan ew keç û xortên lehengin. Eger ewqas hesan buya, wê   gelek canên delal di oxira civakek azad de nebuna pêt û ar û nefiriyana wan lutkeyên zinaran. Ew rêwiyên jiyanek şad hunermedê gelê xwe ne. Lewma dema huner tê gotin, yekser bersivamin gerîlaye.

PKK tevgerek çandî û huneriye

Wek tê zanîn şehîdên PKK’ê yê yekem hevalek hunermend Ali Doğan Yıldırım‘e. Di bingeha tekoşina azadiyê de huner heye. PKK tevgerek çandî û huneriye. Gelek rêwîyên azadiyê bi tembûr, stran, kamera û pênusa xwe tevlî tekoşîna azadiyê bun. Ji Sarya û Baran heta Mizgîn û Delîlayan ev meş her berdewamkir û berdewam dike. Li çiyayan yekem Sarya û Baran daketin ser dika şanoyê. Li şikeftek kendava ava Zapê du jinên gerila, li pêşberê rêhevalên xwe, lêstoka başî û nebaşiyê dileystin. Çiyayên bi heybet ji hunera jinên bedew re şahîdiyê dikir. Gelek gerilayê ku li derdora her du jinên tekoşer û hunermed kom bibun bi heyranî temaşe dikirin. Ew lestoka jiyana me hemuyan bu. Di dîroka şanoya çiyade navê Sarya û Baran wek sembole. Piştê wan gelek şanoger li du wan meşiyan, her xaçirek û kontarên çiyayên me bun dika şano û herikîn nav hunera şoreşgerî.

Dengê Mizgîn, Delîla, Viyan, Elenya û Berçeman, hîn jî liwan zinaran zindiye. Ew deng û sewta wan qedera gelek zarokên li kolanên bê cîh û war guhertin. Gelek keçên ciwan li du awazê wan beziyan û berê xwe dan jiyana azad. Lewma ew bun notayên lêgerina wan zarokan. Li cihê ku jiyan lê bi dawî bibu ew bun navê jiyanê. Çawa ku orkestrayek bi hemu dengan, dinava ahengekê de biherike hest û giyana me, ew jî wisa herîkîn nava lêgerînên me. Îro li hemû qadên me di avakirina saziyên me yê çand û hünere de ked û mîrasa van hevalan heye.  Eger ku gerîla huner nekira wê li qadan jî huner pêşneketa. Bi deng û tekoşîna gerîla çanda me, ji pençê qirkirinê hat rizgarkirin û hîn jî tekoşîna me didome. Ew dengê hunera çiyaye dibe sitara bajara. Em deyndarê wê dengê ne ku her ji bo gelê xwe diafrînin. Lewma dema em dibêjin gerîla yekem huner tê hişê mirovan. Li wan çiyayan jina ku bi çek û rextê xwe mînake, bi hunera xwe jî mînake. Ne çiya bê huner ma, nejî gund û bajar.

Çawa ku em gelê çiyayî ne, rengê hunera me jî çiyayî ye

Tekoşina tevgera azadiya jin, îro pêşengtiya jinên cîhanê dike. Jina Kurd di hemu qadên jiyanê de, bi pîvanên etîk û estetîkê şoreşê dirêse. Di nava vê tekoşînê de xebatên çand û huner Jî gelek girînge. Çavkaniya xwe ji çiya digre û belavê hemu qadan dibe. Çawa ku em gelê çiyayî ne, rengê hunera me jî çiyayî ye, yên ku dibin berdevkê wê jî ew jinên çiyayî ne. Lewma huner, şoreş û gerîla ticar ji hev qut nebûn. Her wext di nava hevsengiyekê de bi hevre meşiyan.  Çawa ku şoreş bê huner nabe, huner jî bê şoreş nabe. Wek goşt û neynik girêdayîne. Ji bo vê yekê li çiyan hunerkirin û şaxên xwe belavkirin grînge. Dibin her zinarek, dar û kevirek de, sitran, wêne, helbest û dîmenên gerîla veşartine. Di mewziyên şerde heta kêliyên jiyanê, govend û stranên gerîla kêm nebun. Xala herê grîng jî dibe ku ev be. Di nava şer û zirufên zahmet de afirandin. Lewma di çentê her geîlayekê de rojnivîsek heye. Ew dibistan ne xwendibe jî xwediyê hestê ku dika re romanan binivîse û dinivîse.  Ew roj nivîs dibin jiyan û dîroka gerîla. Gelek jinên çeleng çîrok û tekoşîna xwe bi wan rojnivîsa ji dîrokê re hiştin. Huner ji bo wan jinan evîneke û ew evîn dibe dîroka berxweder a gelekê. Wek perçeyek wê xwezaya rengîn bi dengê av û bayên  wan çiyayan li hemu waran geriyan. Ew bawerim tehma hunerê herê zêde li çiya heye. Hestê derdora çarberekê an jî di meşek dirêj de sitran gotin li tu derê tineye. Lewma gerîla, jin, huner û şoreş bi hevre her wext hevalbendin. Ev rê û rêwîtî wê her zindîbe. Bi çavê Cudî, Zagros, Çarçella, Cîlo bila awaz, helbest wêne, şano û fîlm bên dîtin, wê demê wê huner û hunermendî ebedî be.  

You may also like...