Li Gel Rêber APO Her Keliyê Jiyanê beşek Ji Perwerdê ye

-Dîlan Gundikremo

Ez li Botanê tevlî refên azadiyê bûm. Bê guman her tim xeya- la me bû çûyîna gel li Rêber APO û li gel wî perwerde dîtin. Hevalên ku wê demê ji gel Rêber APO di- hatin her tim vêya ji me re digotin ‘Rêbertî di jiyanê de pêkanîn e, Rêbertî dayîna fêmkirin û jiyanki- rin e’. Ew hevalên ku ji qada Rêber APO hatibûn di qada pratîkê de ji bo me jî derfetek bû ku em Rêber APO, gotinên wî û dahûrandinên wî bibihîsin û fêm bikin. Bi taybet jî Rêber APO dixwaze xebatekê çawa li çiyayên azad ên Kurdistanê bide avakirin, vê yekê hevalên ku ji gel Rêber APO hatibûn bi me re parvedikirin. Wan hevalan hêz didan me. Gotinên Rêber APO ji me re digotin ‘ya rastî kî ji me li kû derê be û çiqasî rast tevlî jiyanê bibe dê ewqas temsîla Rêber APO bike’. Wan hevalan her tim behsa Rêber APO dikirin, lê her tim daxwaza me ya carekê dîtina Rêber APO û naskirina wî hebû. Erê hevalan behsa wî dikirin, lê perwerdeya wî dîtin û li gel wî ji- yankirin her tim cûda ye.

Xwesteka her gerîlayekê û mîlî- tanekê ew e ku perwerdeya Rêber APO bibîne û pê re bijî bû. Ez jî yek ji wan gerîlayan bûm. Xweste- ka min ya çûyîna gel Rêber APO û ji nêz ve naskirina wî û fikrên wî hebû. Di sala 1996’an de Heval Fehîme û Heval Bêrîvan hebûn. Vesazbûna her dû hevalan li saha Rêber APO çêbûbûn. Xwe amade kiribûn da ku biçin saha Rêber APO lê di heman salê li operasyona Zapê de şehîd bûn. Weke ge- lek hevalan ew jî bi hesreta dîtina Rêber APO û pê re jiyankirinê gehiştin şahadetê. Ev yek ji bo min bû êşek mezin. Lewra jî xwesteka min a çûyîna saha Rêber APO, êdî him daxwaza min bi xwe û him jî daxwaza wan hevalên şehîd pêkanîn bû. Beriya vesazbûna min li saha Rêber APO çêbibe min xewnek dît. Di xewna min de ez li gel Rêber APO bûm. Ji min pir- san dipirsî. Ez ji kû derê me, kengê tevlî tevgerê bûme û hwd. gelek pirs dipirsî. Di esnayê xewnê de nobedar hat gazî min kir û xew- na min wisa ma. Sihara din dema min ji hevalan re behsa xewna xwe dikir hîn gotinên min xilas nebû ku hevalên rêveberiyê bangê min kirin. Dema ez çûm gel hevalan ji min re gotin ‘vesazbûna te li saha Rêber APO çêbûye‘. Ez şaş mam. Min digot qêy ez hîna di xewnê de me. Gelo ev rast e, an xewn e. Bê guman kelecanekê pir mezin û cûda bû ji bo min. Lê heman demê bi min re tirsek jî peydakir. Min digot ‘gelo ez ê bikaribim jê re bibim bersiv, gelek hevalên ku dixwestin biçin wê derê lê şehîd ketin gelo ez ê bikaribim bibim bersiva daxwaza wan’.

Derbasbûna min li qada Rêber APO

Piştî vê bi demekî kin derbasî sahaya Rêber APO bûn. Li wê derê akademiya Kurdî hebû. Weke bihûştekê biçûk bû. Mirov nikare bîne ser ziman bedewiyên wir. Lê dema em çûn Rêber APO ne li wê derê bû. Her ku hevalan digotin dê Rêber APO îro were, kelecanekê hîn mezintir me digirt. Piştî ku Rêber APO hat, hevalan ji me re gotin hevalên ku ji pratîkê û ji welat hatine bila xwe amade bikin dê biçin li gel Rêber APO. Dema em çûn Rêber APO li ber derî sekinî bû. Yek yek hevalan silav dan Rêber APO. Rêber APO çû rûyê her hevalekî û xêrhatina me kir. Em derbasî xwarinê bûn bi hev re. Rêber APO hem xwarinê dixwar him jî ji me hemûyan pirs dipirsî. ‘Hûn ji kû derê hatin, rewşa wê derê çawa ye’ û her weke din dixwest hem hevalan nasbike û hem jî qadên ku jê hatine bizanibe. Cihên ku em jê hatine, ji me baştir nasdikir. Yek bi yek erdnigariya wan deran, cih û warên wir dipirsî û ji me re berfirehtir digot. Mirov digot qêy Rêber APO bi xwe li wê derê jiyankiriye. Ev yek bandorekê pir mezin li ser min kir.

Hevalên ku ji gelek cihên cûda hatibûn hebûn. Ji Amedê, Dersîmê, Botanê û gelek cihên din heval hatibûn. Rêber APO yek bi yek ji wan pirsan dipirsî. Piştre ji min re jî got ‘belê keça Botanê we li wê derê çi kir’. Tevlîbûna min û ji malbatê de tevlîbûnê çêbûye pirs kir. Wê demê Rêber APO got ‘Me van keçan bi kişandina çiya karekê pir mezin kir, serkeftineke pir mezin bidestxist’. Min wê demê bi Rêber APO re vêya dît, ya rastî di kesayeta mirov de ci- vakeke tehlîl dike an jî cînsekê tehlîl dike. Dibe ku ez weke ke- sekî li wê derê me, Rêber APO vêya cûda digre dest. Di kesayeta te de jina Botanê tehlîl dike û dahûrandina wê pêş dixe. Wê demê Rêber APO metirsî wisa anî ser ziman û got ‘jina Botanê şerker e, pêwist e di vê milê de jî tu xwe xurt bikî û pêş bixî’.

Piştî demekî em derbasî perwerdê bûn û perwerde dest- pêkir. Hevalan perwerde didan, lê piranî Rêber APO mijûl dibû, dihat tevlî perwerdê dibû. Bi nîqaşkirina bi hevalan re û bi perwerdê re rasterast Rêber APO li ser disekinî. Carna çar seat an jî pênç seat bê navber Rêber APO dahûrandin di- kirin. Di tarzê Rêber APO ya xebatê de saniyeyek jî vala der- bas nabe. Ev yek pir bala min kişand û bandoreke li ser min çêkir. Jiyana Rêber APO hemû dagirtî derbas dibû. Ji xebatên perwerde heyanî xebatên sporê û heya xebatên nîqaşkirina bi hevalên welat re, hemû kêliyên Rêber APO pir dagirtî derbas dibû. Her roj piştî dahûrandi- nan, me bi hevalan re di nav xwe de nîqaş dikir. ‘Îro Rêber APO van dahûrandinan ji bo me pêşxist, gelo me çiqas jê en- cam girt ango me çiqas fêm kir?’ Dibe ku asta me ya birdozî an jî teorîk pir zêde nebû. Lê me bi Rêber APO re vê yekê fêm dikir ku sekna me divê bibe seknekê birdozî.

Kevokên ku Rêber APO xwe- dî dikir hebûn. Cihê me dû qatî bû, Rêber APO li qata jor dima. Kevokek hebû ger Rêber APO nebûya her tim li ber cama wî di- sekinî. Kengê Rêber APO hatiba, ew kevok nû diçû nav kevokan de. Ev bala me hemûyan dikşand. Têkiliyên Rêber APO û xwezayê li vir jî diyar dibû. Rêber APO bi hemû zindiyan re mijûl dibû. Gelek caran radyo pêdixist him li nûçeyan guhdar dikir û him jî kevokan xwedî dikir. Rojekê me cihê kevokan paqij kir. Piştre Rêber APO hat li kevokan mêyze kir ku çiqas guhartin di wan de heye. Wê demê kevokek mirî dît. Qet bala me nekişandibû ew. Lê li ser vê yekê Rêber APO me pir rexne kir û heta aciz bû. Ji me re got ‘li vê derê kevokek miriye û we ferq nekiriye, ev seransertiya we nîşan dide’. Cerdûn wê kevokê xwaribû. Piştre got ‘divê çi dibe bibe lê hûn wê cerdûnê bikujin’. Heyanî êvarê me kemîn avêt cerdûnê û di dawî de kûşt.

Têkiliyên Rêber APO bi însan re, bi xweza re, bi zindiyan re çiqas bi bandor e me vê yekê dît. Bi xwe- zayê re diaxivî. Bi kevokan re bi kûlîlkan re diaxivî. Ev mijara kevokê ji bo me weke beşekî perwer- dê girt dest. Li gel Rêber APO her kêliyên jiyanê û her bûyer beşekî ji perwerdê bû.