Weke jinên ciwan ên Kurdistanê ku ji ber şer neçar man ji welatê xwe koçber bibin, parastina nasnameya xwe girînge . Weke jinên ciwan ên ji Kurdistanê dûr mezin bûne, divê em nirxên xwe yên çandî biparêzin. Em bi biryarin ku em pêşeroja gelê xwe yê dîasporayê biguherînin. Em in ku bi çand, ziman, dîrok û nirxên komunaltiyê yên ku hem li dijî baviksalarî û hem jî kapîtalîzmê bi rihê ciwanan dixwazin bi têdikoşin. Sedema rêxistinbûna me ya li tevahî Ewropayê ev e. Ji ber vê yekê têkoşîna heqîqeta herî bingehîn ji nû ve bidestxistina nasnameya xwe ye . Ji bo vê jî divê em maske yên û misyona ku li ser me hatine ferzkirin bişkînin. Em dixwazin aîdê xwe bin, azad bifikirin, azad bijîn, bi xwe bin – XWEBÛN ev e.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *