Xwedîderketina axa xwe destpêkê bi jiyana li ser van axan destpê dike

-Bawerîn Canfeda

Parastina xwezayê bi qasî parastina cewherî girîng e. Çawa her zindî pêwîstiyê bi parastina xwe dibîne xweza jî pêwîstiye parastin û xwedîderketinê dibîne. Ji civaka xwezayî hêya îro jin û xweza wek dîyalektîkekî bi hevra dijîn. Li gel ku pergala kapîtalîst jin ji axa xwe dûr kirîye, ew hest û hêskirin hîn jî di hundurê jinan de heye. Di pergalê îro de, ne hîskirinek, ne jî rêz girtinek li hemberî xwezayê nemaye. Ji bo wê pêwîstiya parastinê derdikeve holê.

Xwedîderketina axa xwe despekê bi jiyana li ser van axan despê dike, lê jiyaneke bi wate û azad, eger ew ne guncav be wê demê têkoşîn dikeve ser mile welat- parêzan. Wek mînaka herî berçav em dikarin behsa Kurdistanê bikin. Îro li wêlatê me şêrekî bi dijwar tê meşandin. Derdora her çar perçeyê welêt bi dijminê xwînxwar girtiye. Ev rastiyek e ku her Kurdek di ferqê da ye. Eger behsa xwedîderketina axa xwe ango wêlatpareziyê bikin, divê em balê bikşînin li ser van xalan. Ev welat ku heya îro di her perçe, her çiya, her zozana wî da reng, deng, hest, şervanên nemir hene, ev welat ku mirovahî jê derketiye, ew welat ku bi hêsten jinan bûye yek, ew welat ku bûye pêşêroja ciwanan û xêyalen zarokan… Îro di bin dêste dijminê bê exlaq da ye. Ji bo Rêber APO tiştek ji azadiya jine giringtir nîne, ew jî bi azadiya axê ve girêdayî ye. Ew tê wê wateyê ku çawa rêya azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe, azadiya welat jî ji azadiya jinê derbas dibe. Ji bo jiyaneke bi tenduristî û aram pewîstiya me bi welatê me heye. Mirov dervayî welat dikare di milê aborî da jiyanekê baş bimeşîne, lê ew çiqas rastiya neteweyi a gelê Kurd temsîl dike mijareke niqaşê ye. Gel di nav kêmbûyina abori, tenduristî an jî malbatê da dikare bi rêbazekî bijî lê bê ax nikare. Ji ber ku bê ax mayin wek zarokeke sêwî mayî ye an jî bê rihe.

Ji bo avabûna jiyanekî Azad rol û mîsyona jinên ciwan girînge

Li Ewrupa’yê behsa azadiye di- kin, wê deme em ji xwe bipirsin gelo eger welatê me her roj tê erîş kirin, malbatên me di bin bom- beyan da dijîn, zimane me tê tine kirin, em dikarin azad bin? Ew zarokên ku çend sal berê di ko- lanên Amedê da dimeşiyan îro di cihekî dûr da êşa penaberiyê dikşînin. Bê guman ew penaberî bi xwestekê çê nebû, dijminê xwînxwar penaberî li ser Kurdan ferz kir. Guhertina qederê ku bi destê faşîstan hatiye nîvîsandin di destê jinen ciwan da ye. Ji ber ku em jinên ciwan hêza xwe ji Besê’ yan hildidin, nasnameya xwe ji Zîlan’an fêr dibin, têkoşînê bi Sara`yan nas dikin, îdeolojiya xwe ji Nagîhan’an dibihîsin û hesta hevaltiye ji Evîn’an digirin, em dikarin erka pêşengtiya ku dikeve ser milê me pêk bînin. Ew axa pîroz ku wek mîrasekê, ji aliye Axîn û Nuda’yan ma ye, em ê çawa dev jê berdin û biçin? Her gaveke ku tu li Kurdistan’ê davêjî dîroka ciwanên fedai ên Rêber APO ji te re dibêjin. Metîna laşê zarokên roje hembezkir û dipareze, çiyayê Zagrosê benda tolgirtineye, Avaşîn soz daye ku rojê bibîne. Divê em carekê guhê xwe bidin vê axê û dengê strana azadiyê guhdar bikin. Êdî bêhna azadiyê tê ji axa welatê me, kî dikare me ji vî welatî dûr bixe, ciwanên rojê êdî destûr nadin ku dijmin destê xwe bavêje vê axê. Ji bo vê em di aliyê avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û jinên azadîxwaz de, rolekî mezin dilîzin. Sîstema konfederalîzma demokratîk ji Kurdistanê destpê dike lê bi vî sînordar namîne. Ango sîstema ku em ava dikin ji bo mirovahiyê pêşketineke mezin e. Avakirina sîstemê erka me ya dîrokî ye, li ser gotina Rêber APO ‘Dîrok anha ye em jî dîrokê dinivîsînin’ em hem rakin hem jî bersiva pevajoyê
bibin. Em welatpareziya xwe tenê bi parastina ax, çand û zimanê xwe dikarin pênase bikin. Li ku
derê bibe bila bibe dil û mejîyê me her tim wê bi welat ve giredayî be, destgirtina cîh û warê me ne hêsan e ew bi tekoşîna gelê me bi awayekî pir zelal derket hole. Li welat an jî dervayî welat parastina nirxên welatpareziyê di her alî de girîng e. Em wek jinên ciwan ango pêşeroja welat em çiqas di ferqa erka xwe da ne?

Rol û mîsyona xwe çiqas esas digirin? Û pê ve giredayî çalakiyên me bi çi awayî be? Egerem bikaribin bersiva van pirsan di hundurê xwe da bidin wek jinên ciwanên Kurdistanî û şoreşger em dikarin derketineke pir mezin çêbikin. Tevgerandinek li gorî pewîstiya pevajo divê ava bikin. Wek tê zanîn li bajarên Kurdistan û Tirkiye’yê erdhejek çê bû. Bê guman ew felaketeke xwezayî ye lê belê em wê wek bersiva xwezayê jî dikarin bigirin dest. Ji ber pergala kapîtalîst ewqas li ser xwezayê lîstok çêkir ku, xweza jî hewcedarî bi bersivê dît. Di heman demê da sekna dewlete faşîst a AKP-MHP ew erdhej vegerand komkujiyeke mezin ku bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan, têre nekir alîkariyên ku ji aliyê gel va hat asteng kir, ew jî bes nebû cîhe ku divê hesab bide ji gel hesab pirsî. Ev yek rastiya komara tirk derdixe holê. Di vê pevajoya giran de, divê em erka xwe ya peşengtiyê û civakî bînin cîh.