Zîlan Fermandar, Em jî Leşkerên wê ne – Rêber APO

Kesayetiya Zîlan kesayetiya xwesteka jiyana mezin, şer, rêxistinî, azadî û evînê ye. Şêwaza Zîlan, bi wêrekî (cesaret), hezkirin, nêziktêdayina jiyan û kesayetiya şer, ji bo me fermande (komuta) ye û serokatiyeke rastqîn e. Her wiha ji ber ku bi destê jinê pêk hatiye bi nirx e û herkes divê layiqê vê nirxê be.

Çalakî wekî ku tê hesibandin, ne çalakiyeke întîharî ye. Bi temamî li gorî demê ye û dîrokî ye. Her wiha çalakiyeke bi plan, bi rêxistin, bi cesaret û fedekarane ye. Karê tabûrekî bir tena serê xwe li dar xist. Divê mirov wekî çalakiyeke payebilind binirxîne. Di xeta şer a PKK’ê de, cihê vê çalakiyê pir eşkere ye. Heta mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, çalakiya herî pêşketî ye û şayesteyê (layiqê) xeta PKK’e ye. Di nav şertên newekhev de, çalakiyeke bi vî rengî li dar xistin di xeta PKK’ê de gaveke nû ye. Ji me re dibêje ku; “Ku hûn dimirin bi awayekî rast bimirin, ku hûn êrîş dikin, rast êrîş bikin”. Di vir de xeta PKK’e ya îdelojîk û polîtîk pir mukemel fêm kiriye. Ev jî, fêmkirineke cewherî ye. Ev çala-kiya han, rastiya mefhûma çalakiya PKK’ê hîn zêtedir da nîşan û derxist holê. Hevala Zîlan, piştî ku xwe dighîne biryareke rast, bi kurtasî rastiya PKK’ê dinirxîne û dide nîşan ku, wê bi awayekî çiqas xurt PKK’ê fêm kiriye. Tu kes divê, bêyî fêmkirina PKK’ê, li ser navê PKK’ê çalakî li dar nexe û vê mafê ji bo xwe nebîne.

Ravekirina (îzahkirina) wê ya partiyê, di rengê manîfestoyekê de ye û ji me gelek pirsan dipirse; tu PKK’ê bi vî rengî nas dikî? Eger tu nas nakî tu çima bombe û çeka PKK’ê hildigrî? Eger tu ji rastiya dîroka vî gelî bê xeberî, tu li nav refê şer çi digerî? Heval Zîlan, bersiva van pirsan yek bi yek bi awayekî zelal dide. Zanebûna wê ya dîrokî şayanê pesnê (övgüye değer) ye û dîrokî bi kurtasî û pir baş analîz dike. 

Ev hevala mezin, misoger bingeha dîrokî dîtiye û gihiştiye wê baweriyê ku, divê mirov kokê xwe berde nav kûraniya dîrokê. 

Haya wê ji rastiya dîrokê heye, bi zanebûna wê, berpirsyaritiyê hildide ser milê xwe. Vê rastiyê mukemel pêk aniye û azadiyê fêm kiriye.

Ev heval, hevaleke nû ye û şervana salekî ye. Min nas nake, lê, bi awayekî pir baş lê kolîn kiriye. Ez bawer im dûr be jî, bi vê hevalê re hîç nexafîme. Lê belê digel vê, li ser bingeha fêmkirin, şîrovekirin û têgihiştineke evqas mezin kesaya-setiyeke mîlîtan der xist holê. Li gorî min divê mirov vê kesayetiyê, wekî mîlîtinake resen (hakiki) a PKK’ê binirxîne.

Di nav partiyê de wiha xwe zelalkirin, bi zimandirêjî û demogo-jiyê xwe mijûl nekirin û firsend nedayina her cure helwestên dûrê rastiyên îdeolojîk û rêxistinî, li gel van gava ku dibêje “Berxwedanî taybetmendiyê herî bingehîn a PKK’ê ye”, di vir de misoger xwedî li taybetmendiyê resen ên mîlîtan-tiyê derdikeve. Operasyonên 96’an yên dijmin baş dest nîşan dike û li hember vê, ji bo şêwaza pêwist a mîlîtanê/a PKK’ê wiha dibêje; “Çalakiyeke bi vî awayî pêwist bû”. Di vê wateyê de ev çalakî, yekcar (tamamen) li gorî taktîka demê ye. Wekî ku min got ne întîhar e, çalakiyeke cîddî ya êrîşê ye. Ev, fermanek e, remzek (sembol) e û şêwazek e. Erkê pêkanina vê dikeve ser milê me hemûyan.

Çalakiya Heval Zîlan banga-waziyek e! Ev bangawazî divê çawa bê fêm kirin? Hêza te çi dibe bila bibe (manga, taxim, bilûk hwd.) misoger divê tu xwe li gorî xeta rêxistinî wekî bombeyekê lê bînî û di hêza bombeyekê de di rûyê dijmin de biteqî.

Bêrî ku çalakiyê li dar bixe, bi rojan li Dêrsimê disekine, der û dora xwe dimeyzîne, gav gav dijmin dişopîne û heta ku dikeve hundirê dijmin. Gelo çalakiyeke evqas bi rêk û pêk di nav me de hatiye dîtin? Çalakiya xwe bi lez, nîv û nîvçe li dar naxe. Cihê ku li çalakî li dar dixe, pir baş tê parastin û di bin kontroleke mezin de ye. Lê belê, digel vê yekê ev çalakî, li Tirkiyeyê deng veda û kire nav tengaviyeke mezin. Bes, her çiqas li van çiyan evqas derfet di destê we de heye, hûn nikarin çalakiyeke bi vî rengî li dar bixin. Lê, çalakiya heval Zîlan di her aliyê de têkûz û bêkêmasî ye.

Heval Zîlan hemû partiyê, hemû gel û heta sabotaja li hemberê min, pir baş fêm kiriye û di encama planeke pir xurt de vê çalakiya dîrokî pêk anî. Mirov dikare bêje, di dîroka PKK’ê de, heta di şerê rizgariya netewî de çalakiya herî pîroz û encamgirtî ye. Eger hemû yekîneyên (birlik) me, hemû mîlî-tanên me, heman (aynı) fedakarîyê, wêrekiyê, plansaziyê (planlama), xwînsariyê û helwestê bidin nîşan; quwetên xwe perwerde bikin û bidin mevzîkirin, her wiha bi xwestek, îrade û moreleke mezin nêzikê her çalakiyê bibin, navê vê serkeftin e. Li gorî wê demê, mutleqa ev rengê çalakiyê, divêya-bû bihata lidarxistin, Heval Zîlan jî vê yekê kir.

Ev çalakî, ji bo gel, netew û heta bo jin çavkaniya hêzê ye. Ji ber vê yekê, hêjayê pesnê ye. Bi awayekî dîrokî ku mirov hilde dest, vejina gel e. Hevala Zîlan li ser navê mirovahiyê, li hemberî dijminê faşîst, emperyalîzm, kêritbûn (yozlaşma) û ketina jinê ev çalakî pêk anî. Dibêje ku; “Li dijî polîtîkayên emperyalizmê yên kolekirina jinê, bi teqandina bombeyê li ser xwe re, ez dixwazim hêrs û kîna xwe, ji bo vejina jina Kurdistanê bi kar bînim”. Di vir de li hember rizîbûna emperyalîzmê û Tirkiyeyê -ku nûnertiya vê rizîbûn û kirêtbûnê dike- hêrs û kîneke wê yî mezin heye. Di heman demê de, riya afirandina jina xweşik jî dide nîşan û dibe remza (sembol) wê. Vê çalakiyê, zilamek jî dikariya bikra, lê yê ku kir jin e. Ji hêla jin ve li darxistina vê çalakiyê him xwezayî ye, him mecburiyet e û him jî bi rastiya jinê ve girêdayî ye. Di rengê çalakiyê de, bi jinê ve têkildar (eleqeder) taybetmendiyê wê yê cihereng (özgün) hene.

Çalakdarên herî mezin, di rastî de, ji bo nîrxên ku pê bawer in, çalakî li dar dixin. Ev kesayetiyên han, van nirxan di xwe de sembolîze dikin, kom dikin, ji xwe re esas digrin û xwedî berpiryariyeke mezin in. Tiştî ku ez dixwazim bêjim, ev kesayetiyên han, xwe bela sebep (cihê vala de) navêjine hundirê agirê. Eger, bi nirxeke mezin bawerî neyne, bi remz û serokatiyekê ve girêdayî nebe, tu kes cesaretê çalakiyekê bi vî rengî nake. Ji ber ku dibêje; “Hezkirina min a jiyanê pir mezin e”. Dizane ku xwe azadkirin û afirandin bi şer mimkûn e û dema ku vî şerî jî dike, bawer e ku wê jiyan bike.

Jina azad dixwaze xwe wiha biafîrine.

Heval Zîlan bi çalakiya xwe ji şervantî, serkeftin, hezkirin û hurmeta ku dihat xwestin re bû bersiv.

Artêşa me, di milê taktik de ew xitimandina ku jiyan dikir, her wiha di milê plan, veşartîbûn, êrîş, parastin û di hemû noqteyan de kêmasiyên ku jiyan dikir, bi vê çalakiyê ve, xwe sererast kir û di riya serkeftinê de şêwaz (terz) û hêzek mezin bi dest xist. Êdî gelê me, ji bo bidestxistina pêwistiyên netewî-civakî, bû xwedî hêz û hebûneke mezin ku bi sedan sal bikaribe xwe bispêrê, jê re îman bike û bawerê pê bîne. Mirovahî dît ku, şoreşeke payebilind (eşsiz) a azadiyê tê lidarxistin û ji vê kesayetî û çalakiyê hezeke mezin wergirt. Çalakî çi ye? Di nav rêxistinê de, rêxistinê rast jiyîn, polîtîk şarezebûn (yetkinleşme), bûyi-na xwedî ûslûp, şêwaz û tempo ye. Di milê leşkerî de jî, li gorî demê, taktîkê bicîhanîn e. Çalakiya mezin ev e.

Li hember lehengtiyeke evqas mezin, yê ku nelirize, wate nedê û heta bi hemû aliyên ve fêm neke, ji PKK’tiya wê heta ji mirovtiya wê, ez guman dikim. Emê destûr nedin ku, tu kes bi nirxên pîroz yên gelan bilîze û ez soza vê didim. Kesa-yetiya şerker û çalakdar li ku der be, emê jî li wir bin. Fermandar ew e, em jî şervanên wê ne.