Gava Min Ber Bi Riya Hêqîqatê Ve…

– Astera Dağ

Her mirovekî ji xwe re rojekî dipirse; Gelo ez jiyanekî çawa dixwazim bijîm? Ez kîme û ez dixwazim bigihîjim ku dere? Ev pirs bê guman ne ji rêzê ye û her kes di nav lêgerînên bersivên cûda de ye. Di encamê de ev pirs me tevan dide ber van biryarên me ên rojane. Di her kêlî de em biryarên jiyanê didin. Her biryarekî me dive ber bi riyekî nû ve. Lê hin biryaran bi xwe re guhertinên pir mezin tînin. Em dikarin bêjin ev guhertinên bingehîn in. Ber bi wan guhertinan ve gav avêtin ti carî ne hesan e. Lê lêgerînên mezin, krîz û aloziyên kûr û lêpirsînên hindûrîn ançax bi guhertinên esasî ve dikarin werin çareser kirin.

Ez kîme û çawa dixwazim bijîm?

Wekî her jinekî ciwan min jî her ji xwe re dipirsî; Gelo ez kîme? Ez çima dijîm û dive jiyana min çawa be? Di derdora min de bêgûman bersivên cur bi cur hebûn ji vê pirsê re. Di encamê de pergala îro û kevneşopiyên hezar salan ên civaka kurd û Kurdistan hin bersivên amade ji me re pêşkêş dike, hebûn. Jinekî ciwan îro dikare bibe hevjînekî baş, xwendevan an xwendekarekî bi zanist, belkî rojekî jî bibe dayîk. Dikare bibe mamoste, dextor, parêzer, hûnermend an siyasetmedar jî. Dikare cîhekî di nava vê pergalê de bigire û erkekî bigire ser milê xwe. Dikare gorî daxwaza malbat, civak, dewlet jî bijî.

Lê min çi jî kir û nekir min xwe tu carî aydê vê rol û mîsyona ku ji berê dayîkbûna min de ji min re hatiye dayîn nedidît. Ez rehat nebûm. Min diçeriband. Di encamê de her jinek ciwan diçeribîne. Ev jiyana ku ji me re buye nimûne min jî jiyan kir. Lê her çeribandinek di nava pergalê de nebû bersiva ‘ez kî me û ez dixwazim çawa bijîm?’.

Min nikaribû di rojê de 8 saat ji vê pergalê re kar bikim, tenê ji bo ku ez bikaribim jiyana xwe bidim berdewam kirin. Min nikaribû bibim koleyekî ji dil û bi maaş. Min ji xwe re roj bi roj pirs dikir; ez ji kî re xizmet dikim û çima? Dibe ku ev pirs ne pirsekî ji rêzê be. Kesek zû bi zû vê pirsê ji xwe re napirse. Ji ber naye pirsîn. Ji ber em tenê dixebitin. Herkes tenê ya heyî dike. Lê min ji xwe re digot: ev ne têrkere. Ev nabe bersiva wateya jiyanê. Egêr em hemû tenê vê jiyanê bijîn, dive ev bibe layiqê pîroziya vê jiyanê.

Esas min vê pir çaran hîs dikir. Tiştê em dikin, tiştê ku her jinek ciwan rojane dike ne têrkere. Taybet wek jinên ciwan ên kurd ku li dîaspora de dijîn em nikarin jiyanek ji rêzê qebûl bikin. Ji ber jiyana me tu carî ne ji rêzê bu û hatina me li vêderê jî ne ji rêzê ye.

Buyîna endamê civakekê bindest bi xwe re pirsên cûda jî dianî; gelo ez çima li vederê me? Çima ez nikarim di welatek azad de bi civaka xwe ser axa xwe bijîm? Çima em her tim ji bo yekî din jiyan dikin? Ev qedere gelo?

Ez dipirsiyam û min jiyan dikir. Min vê jiyana ji rêzê roj bi roj jiyan dikir. Lê her ku wext derbas dibû, ez behtir ketim di nava tengasiyê de. Ji ber pirsên min zêde dibûn û ez hîn jî bersiva xwe nabînim. Ez nabînim û ez nagerim. Ji ber min dît di ve jiyanê de ne gengaze ez bersiva vê bibînim. Çawa ezê bibim bersiv ger ez her dûbare û dûbare heman tiştî dijîm. Ger ez dervê vê jiyana pergalê bixwazim wateyekî bidim jiyana xwe, jiyana xwe bi wate bikim ev teqez di ve rê de nabe.

Me wateya jiyanê winda kiriye

Di encamê de ez li tiştek windabuyî digerim. Ez ketim di ferqa vê de. Me wateya jiyanê winda kir. Nirxên jiyanê di cîhekî de veşartî ne, lê ez hîn jî nizanim divê ez li ku lê bigerim. Naxwe mirov li cîhen ku mirov tiştek lê winda dike lê vedere jî digere. Ger ez di nava lêgerîna wateyê û nirxê de bim, ez ê di cîhe wê de lê bigerim. Ji bo ciwanên civakekî bindest û ê ku dûrî welatê xwe dijîn diviya bû ez vegerim kokên xwe. Divê ez di serdemekî de bigerim ku jin ne tenê dibûn jina malê. Di demekî de ku kar bi ked re giredayî bû û ew ked vedigeriya jiyanekê xweş û tenduristî. Diviya bû ez li cîhekê bigerim ku ked bi madiyatê naye pîvandin. Gelo ew li ku ye? Gelo jiyanek wisa hên jî heye?

Çiqas ez difikiriyam ewqas ez ji jiyana xwe acîz dibûm. Ma tenê ez van pirsan ji xwe dikim? Ezê çawa ji vê grêkê derkevim? Ji bo pirsên wisa bingehîn, min bi tenê nikarîbû bersivê bidim. Van pirsan min derbas dikirin. Mesele edî ne tenê ez bûm. Esas min tenê dixwest ku bizanim çawa bijîm?

Ger ev jiyan ne jiyanek rast be, ger armanca vê jiyanê tenê digihîje heman derketinê, di vir de pirsgirêkek heye. Ji ber vê yekê min dest bi lêgerîna jiyanek nû kir. Bêgûman ev dikaribû bibe karekî nû, beşekî nû a zanîngehê, hevalên nû an belkî bajarek nû. Lê ev jî têrê nekir.

Min ew êdî dizanibû. Na, ya ku ez lê digerim ne ew e.

Ez li jiyana azad, bi rûmet û civakî digerim. Ez dixwazim jiyana min şopek bihêle. Ez dixwazim rojekê bêjim: min di vê pergalê de pirsgirêkek dît, min pê hesiya. Wek jineke ciwan min vê pergalê qebûl nekir. Min red kir û min têkoşîn meşand. Çi ji destê min dihat min dikir. Min dixwest ez xwe û derdora xwe biguherim

Guhertin ne hêsan bû, le hêvî jî hebû. Hêviya jiyaneke xweştir li ber çavên min bû. Di vê jiyanê de lêgerîneke bê dawî heye. Kes bersivên amade nade te. Ez tenê dikarim li vê dere bersiva pirsa “Çawa bijîm” bidim. Ji ber ku di vê jiyanê de hevaltî heye. Di vê jiyanê de jin ne kole ye, jin pêşeng e û civak hêz dide. Ferdperestî û statû di vê dere de nîne. Tiştê ku ez lê digerim ev e. Ez li manewiyata winda digerim. Û di vê jiyanê de ev heye.

Pey rastiyê û heqîqetê ve biçe

Gerîlabûn êdî ne xeyaleke dûrî min bû. Min ji xwe re digot; çima ne ez? Çima ez ji vê jiyana alternatîf birevim? Ez ji çi û çima direvim? Ger ez êdî nikaribim zehmetiyên vê jiyanê ragirim, wê demê divê ez gavan biavêjim. Û kî dibêje ez nikarim wiya bikim? Ger tiştek hebe ku ez dizanim, ew e ku ez nikarim di xeletiyê de bijîm. Ji xapandina xwe zehmetir tiştek nîne. Erê, rast e, divê ez tavîz bidim. Belkî pewiste ez mal, milk û hin kesan jî di paş xwe ve bihêlim. Lê hemû guhertin fedakarî dixwaze. Û ew li ber çavê min êdî ne ewqas mezin bû. Ji ber ku lêgerîn û armanc jê mezintir e.  Azadî ji wê meztir e. Jiyan ne tenê ev e. Jiyan, civak û dîrok ji vê zêdetir e û nedikeve nava malekî ne jî şexsekî. Ev daxwaz êdî beden û dîwaran derbas dikir. Ev heyecan, heyecana azadiyê bû. 

Ango min destpêke ji xwe re soz da. Min got êdî divê ez vê jiyana kole berdim. Min ji xwe re got divê ez sozekê bidim xwe û ew mirovên qehreman ku jiyana xwe dane riyekî bi rûmet û jiyanek azad. Soz bidim ku ez êdî ber asoyekî firehtir bimeşim. Tu jî dikarî. Û tu dixwazî. Tirsên xwe bide aliyekî. Pey rastiyê û heqîqetê ve biçe. Çi were bila edî were. Ez ji bo tofanan amade me. Ji ber ancax tofanekî dikare qirêjiya vê pergalê paqij bike. Tu jî xwe berde vê deryayê û fêrî avjeniyê bibe…