Sterka Heqîqatê: Şehîd Armanç Cemre

– Alaattin Semir Zuğurli

Xwebûn: Hûn dikarin xwe bidin naskirin ?

Alaattin: Merhaba, navê min Alaattin Semir Zuğurlî ye. Di sala 1989 de li Lice dayîk bûm. Naskirina min bi tevgera azadiya Kurdistane re, di salên ku ez diçûm zaningehê çêbû. Ji ber tevlîbuyina min a xebatan, di demên zaningêhe de di sala 2010’an de li Amede hatim girtin. Di despêka salen 2017’an de hatim berdan. Piştî pevajoya zindanê, min cîhê xwe di nav meclîsa partiya demokratîk a gelan ( HDP ) de girt. Di sala 2019’an de dîsa hatim girtin. Piştî demekê ku ez li zindanê mam bi bîryara cezaya 7 sal û nîv hatim berdan.

Xwebûn: Ş. Armanç Cemre di malbateke çawa de mezin bû? Hûn dikarin behsa cîhê malbatê ya di nav tevgera azadiyê de bikin?

Alaattin: Em di nav malbateke giredayî nirxên xwe yên welatparezî, di nav tevgera azadiya Kurdistanê de rolên mezin girtî, girêdayî ziman û çanda xwe û bi zanebûna hestên welatpareziyê de mezin bûn. Wek tê zanîn kongreya avakirina PKKê di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê me pêk hat. Tevlîbûna nav tevgera azadiyê ku bi Ş. Seyfettin û Ş. Alaattin Zuğurli pêk hat, li ser malbatê û bi taybetî li ser ciwanên di nav malbatê de bandorekê mezin çêkir. Em dikarin bêjin ku cîhgirtina di nav tevgera Azadiyê de bû çandekê. Di oxira tevgera azadiyê de malbata me 17 Şehîd dan. Piranî endamên malbatê, di tevgerê de cîhê xwe girtin û hîn jî berdewam dikin. Ş. Armanç Cemre jî di roja me ya îro de nimûneya berdewamiya wê çande ye. Ji ber tekîliya me ya bi tevgera azadiyê re, li ser malbata me zext pir bû. Gundê me pir caran ji aliyê hêzên dewletê ve hat şewitandin. Wek piraniya malbatên welatparêz en li Kurdistanê, em jî bi koçberbûyîna bi darê zorê re rû bi rû man. Ji gundê ku em lê ne, em koçberî navçeya Amedê Bağlare bûn. Ji vê dere jî me koçî bajarê Tirkiyê Duzce’yê kir. Em şeş xwişk û bira ne. Ş. Armanç Cemre, di 11ê Tîrmeha sala 2000’an de, li vê derê ji dayîk bû. Duzce di aliyê sosyo-politîk de bajerekî ku meylên rastgir-muhafazakar lê serdest in. Ji ber vê yekê me li vir zehmetî kişand. Wek malbat, mijara Kurdbuyîn ne mijarek bû ku em di pîvanên xwe de lewaztiyê bijîn. Ji ber vê yekê li vê derê jî me zehmetî kişand. Wek mînak ji ber em bi zimanê xwe diaxivîn, em rastî cîhêkariyê dihatin. Bêguman tu eger bixwazî vegerî cewhera xwe, egêr tu bixwazî wek Kurdekê/î bijî, tu biçî ku dera Tirkiye’yê, tu rastî pirsgirêkan têyî. Wê demê, em wek niha nêzîkî pirsgirêkan nedibûn. Ji ber emrê me piçûk bû, me wate ne dida. Ji ber van bûyeran di nav malbatê de sixurtî jî peş diket. Di aliyekî de çanda welatpareziyê ya nav malbatê, parastin û di aliyekî din de parastina xwe ji erîşen derdor daxwaza malbatê bû. Ango nakokî hebûn. Dixwestin ku em ji çanda xwe dûr nekevin, di heman demê de nexwestin em pir tiştan bizanibin. Piranî tişt ji me vedişartin. Bi demê re, bi ketina ferqa rastiya xwe, hêza me ya watedayîne jî peş ket. Bêguman ev carekê de çênebû. Vegera welat bandorekê mezin ser çêkir. Gotinek heye dibêje ¨her zindî ser koka xwe şîn dibe¨, vegera me ya welat jî ji bo me ji nû ve şîn buyîn bû. Ş. Armanç Cemre jî bi vê vegerê li ser axa ku şîn bibe, derfeta wateya Kurdbuyîn û tevgera azadiyê naskirin zêdetir dît. Heman demê, bingêha naskirina rastiya malbata xwe û fêmkirina wê dît. Egêr tu ji malbatekê welatparêz bî, wê demê tu zêdetir pêdihisî ku divê tu laîqê nirxên vê malbatê bî. Ji ber vê yekê, jiyana xwe ser bingeha layiqbûyîna van nirxan ava dikî.

Xwebûn: Zarokatiya Ş. Armanç Cemre çawa derbas bû? Zarokeke çawa bû?
Taybetmendiyen wê yên herî berçav çi bûn?

Alaattin: Xwişka min Fatoş, Ş. Armanç Cemre, di malbatê de ya herî piçûk bû. Bi kêfxweşî û bi coşeke mezin çavkaniya morala me bû. Cem her yekê ji me, cîhê wê cûda bû. Em dikarin bêjin ku tiştên ku me nikaribû di zarokatiya xwe de bijîn, me xwest ew bijî. Tevî wan nezikatiyên me, Fatoş’ê ti carî xwe delalî nedikir, her tim bi tiştê heyî re dikaribû bijî. Taybetmendiyekê din a wê jî alîkarane bû û dilovan bû. Zarokekê jîr, xebatkar û jêhatî bû. Egêr tiştek bixista serê xwe teqez ew pêk dianî. Pir taybetmendiyên xwişka min a berçav hebûn, aliyê wê yê civakî xurt bû. Bêyî ku bikeve nava humanan dikaribû destê xwe dirêjî herkesî bike û bibe alîkar. Fedakar bû û pir qîmet dida hevaltiyê. Van taybetmendiyên wê jî dihîşt ku di nava hevalên xwe de pir were hezkirin. Di heman demê de, di jiyane xwe a perwerdê de jî serkeftî bû. Hêza wê ya nivîsandinê xurt bû. Carakê li herêmê beşdarî pêşbirka kompozîsyona ekolojiyê bû û li herêmê bû duyemîn. Dêngê dê û bavê min xweş bû, di nav zarokan de ya ku ev taybetmendî ji wan girtibû Fatoş bû. Dênge wê xweş bû. Navbera wê bi enstrûmanan jî baş bû. Li erbaneyê dida, stranan digot. Çend taybetmendiyên xwe jî, ji dayîka min girti bû. Dayîka min kesayeteke ku hîn zêdetir demokrat nêzikî bûyeran dibû, aliyê wê yê karker zêde bû, di nav jiyanê de xwedî taybetmendiyekê berxwedêr bû. Li gorî dayîka min jinbûyîn ne wek civak dibeje ¨lewaztiyek bû¨. Ti carî xwe ji zilamekî kêmtir nedidît û ew yek qebûl nedikir. Bi vê helwesta xwe her tim bûye çavkaniya yekane ya moral û hêza me hemûyan.

Xwebûn: Ş. Armanç Cemre tevgera azadiyê çawa naskir?

Alaattin: Naskirina xwişka min a bi tevgera azadiyê re, piştî ketina min a zindanê bû û ji ber vê yekê vegera malbatê ya li welat destpêkir. Em dikarin bêjin edî ji bo wê, li Amedê, pêvajoyek ku bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne destpê kiribû. Dema ku ez li zindanê bûm dihat dîtina min û her tim peşniyarên pirtûkan dixwest û lehûrbûna xwe ser vê ava dikir. Wek xuya jî dike di pêvajoya lîseyê de tevgerê hîn baştir nasdike û dikeve nav xebatên ciwanan.

Xwebûn: Gelo berî ku tevlî bibe nav xebatan de cîh girt?

Alaattin: Wek min li jor jî got di pêvajoya lîseyê de, dikeve nava xebatên ciwanan. Hîn di dema dibistanê de biryara xwe ya tevlîbûnê dide. Demekê tevlî rêveberiya xweser a li Nisêbîne dibe. Ji bo çûyîna Rojava tevî komeke hevalên xwe diçe Ceylanpınarê. Dema ji bo çûyîna Rojava amade ne, di encama îxbarekê de tên girtin. Destpêkê wê dişînin zîndana Rihayê û piştre wê dişînin zîndana Tarsûsê. Di vê pevajoyê de em her sê xwişk di heman demê de, di zindanên cûda de girtî bûn. Ji bo malbatê pêvajoyekê zehmet bû. Pewîst dikir ku cûda cûda werin hevdîtinê. Ji ber di aliyê aboriyê de derfet pir tine bû, zehmetî dikişandin. Ez hefteyekî berî Fatoşê derketim. Dema ez ji bo derketina wê çûm ber deriyê zindanê hêsteke pir cûda bi min re ava bû. Heya vê demê, ew hertim dihatin hevdîtina min. Hembêzkirina xwişka min piştî ewqas salan hêstên cûda bi min re ava dikir. Lê dewleta tirk dîsa nesekinî, dema em benda tahliyê bûn, di derketina zindanê de dîsa ew girtin. Rojekê girtin û piştre berdan. Ango piştî ku nêzikî salekê girtî ma hat berdan. Dema ku tahliye bû yekser bi hevalan re tekîlî danî. Demekê şûn de jî tevlî rêfên gerîla bû. Piştra dema me bi hevalên di heman zîndanê de mane re nîqaş dikir, behsa zîrekbûyîna wê dikirin. Li gel ku di nav wan de ya herî piçik bû digotin ¨herî piçuk ew bû lê bi bawerî û îradeya xwe ji me hemûyan mezintir bû¨. Ew keseke pir têgihîştî bû. Her wiha digotin, di pratîkkirina tiştên ku dixwend zîrek bû. Di zindanê de ji aliyê herkesî ve dihat hezkirin. Di pêvajoya zindanê de jî nameya xwe ya yekem ji bo Serokatiyê nivîsandi bû.

Xwebûn: Biranîneke we bi Ş. Armanç Cemre re heye ku hûn qet nikarin ji bîr bikin?

Alaattin: Pir bîranînên min bi xwişka min re hene ku ez nikarim ji bîr bikim. Mînak, li Düzceyê di mehên havînê de em diçûn me findiq kom dikir. Ji ber Fatoş piçûk bû ew li malê mabû. Porê wê pir dirêj bû. Me hemû pir ji porê wê hez dikir. Porê wê wek hevrîşimê bû. Êvarê em vegeriyan malê. Dema em hatin malê, min dît ku ew porê xweşik a xwişka min nemaye, qut kiriye. Wê demê ez pir aciz bûm. Eger min wê demê kesa/ê ku porê xwişka min jêkiri dîtiba, min dizanibû çi bînim serê wê/î. Careke din jî mêşekê ew gez kiribû. Çavê wî mîna defê werimî bû. Ew dîmen hîn jî li ber çavê min e, dilê min pê êşiya bû, ewqas jî ez bi hêrs bûm li hemberî meşê, eger min ew meşa dîtiba minê hesap ji wê bixwesta. Dema ez wisa difikirîm, ez zarok bûm.

Xwebûn: Banga we ji bo jinên ciwan heye?

Alaattin: Despêke ji bo jinên ciwan ez dixwazim vê bejim. Ji çanda xwe û ji zimanê xwe dûr nekevin. Divê ew pey çand û zimanên din neçin û kokên xwe ji bîr nekin. Cûdahiya me ji yên din, di nirxên me ne. Bila jiyîna nirxên xwe bingeh bigirin. Divê jiyana derewîn a ku mirovan dixapîne ya ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatiye avakirin qebûl nekin û li hemberî vê yekê, her tim têbikoşin. Cihên tekoşîne ên cûr bi cûr hene. Ji ber vê em dikarin cihe ku em lê hene têbikoşin . Di riya rast de berdawam bikin û rûyê xwe bidin ronahiya ku nirxen me avakiriye. Ji ber em dizanin ku serkeftin bi perspektîf û nirxên ronahiya me pêkan e.