Di Têkoşîna Rêber APO De Hest Bûn Diyardeyên Bingehîn

– Vejîn Jiyan

Em hemû dizanin ku pergala kapîtalîst pêşketina xwe li ser bingeha tinekirina hestên mirovan û bibinxistina zekaya hestiyar ve ava dike. Eger hestên mirovatî zindîbûna xwe û bandora xwe ya li ser jiyanê parastina xwe, ew kapîtalîzma dirinde û faşîzma ku jiyanê li mirovan dike dojeh pêş nediket. Di van 20-30 salên dawiyê de heman pergala kapîtalîst hêza hestan ya mirovatî ku xwedî kokên mirovan yên bingehîn û ajoyên bingehîn in. Bi armanca zêdekirina fêde ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û heya niha jî bikar tîne. Bi vê armancê ve girêdayî hestên mirovan ji bo xwe pir girîng dîtiye û dest bi bazara hestan kiriye.

Ji ber cîhana hestan ya Kurdan ku xwedî kokên dîrokî yên kevin in bi rê-rêbazên bê dawî ji aliyê dijmin ve di dem û cihan de, bi rêbazên cûr be cûr hatine kuştin, bişaftin, talan kirin, desteserkirin, çewtkirin, ji rê derxistin, biçûkxistin û xayîn kirin.

Eger têkiliya me bi hestên me re di asta pênasekirin, nenaskirin, negirîng dîtin û tine hesabkirinê de be wê ev rewşeke gelek metirsîdar be. Di rewşa mirovekî ku bi hestekî bi hêz û kûr nejî jî cardin encam wiha ye. Ev bêhestbûn e û pir bi xetere ye. Divê mirov li ser wan hestên bandorê li aqil dikin, ji rê derdixin, difetisînin jî hakim be, ji wan rizgar bibe, bi awayeke tenduristî ji wan dûr bikeve. Hevberdana ji wan hestan pêwîste. Li hemberî hestên mirovan bê hişyarî, bêrêzî, girîngî nedayîna hestan jî kêmbûna ji mirovperweriyê eşkere dike. Eger ev neyên derbas kirin, wê mirovan ber bi sînorên metirsîdar ve bibe. Ji xwe ji beriya niha Rêber APO bi salan bal kişandiye ser tehlûkeyên vê mijarê; “Ya herî xerab jî hûn bêhestbûneke sûsret dijîn. Faşîzm bi rêbazên şerê taybet, bi şerê derûnî ajoyên heywanî yên kolekirinên ve dide girêdan û mirov ji cewherê wî vala derdixe. Bi vê rêbazên pir bi tehlûke însanan birêve dibin. Ajoyan bi ezeztiyê didin axaftin. Her kes bi awayekî tirsnak ferdî buye. Her kes dikare ji bo berjewendiyeke xwe ya besît bibêje “bila cîhan hilweşe, bila hemû civak bi dawî bibe”.

Rêber APO bi taybetî li ser qada hestan radiwestiya

Rêber APO bi armanca pêşî lê girtina van bandora pergala kapîtalîst bigire û li pêşiya pêşketina hestên mirovan di aliyê civakî – kesî de were vekirin hertim dahûrandina hestan pêşxist. Bi van dahûrandin û tahlîlan tedbîrên civakî, bîrdozî û siyasî dan pêşxistin. Di nav çil salan de Rêber APO bi vê qadê re têkildar e.  Di qadên xwe yên têkoşînê de Rêber APO bi taybetî li ser  qada hestan rawestiya û pêre eleqedar bû. Ev bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Rêber APO di serî de ezmûnên civaka xwe, lê bi awayeke giştî ezmûnên gelên Rojhilata Navîn bi taybet ceribandinên gelê ku di qirkirinê re derbas bûne weke gelê Ermen, Asûr analîz kir, dahûrand û ji wan dersên mezin derxistin.

 ‘’Divê em bihest bin, hestiyar bin, ya xwezayî jî eve. Ev tedbîrek e. Ango di aliyê civakî, siyasî, hestiyariyê de tedbîreke: Divê ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê ez wan hestên xwe yên tine jî pêş bixim.”

Ji ber ku di kesayeta Rêber APO de zanebûna dîrokî û civakî ya hestan diyarker bû û xwedî zanîna dîrokî ya pir kûr bû, têkiliyên xwezaya yekem û xwezaya civakî bi hev re şekil girtine û di pêşketina civakbûnê de jî hest bûne navenda pêşketinê. Bi dehên salan hêza hest û hêza hizir bandoriya xwe li ser sekna rojane dike û têkiliyên di navbera wan de bi gelek aliyan girtiye dest, penase kir, dahûrand û nirxand.

Dûbare dûbare behsa hestan kir. Behsa mezinbûna hestan, mirov çawa dikeve ferqa hestên xwe, pênasekirina hestan, birêxistinkirina wan, nelîstina bi hestan û qadên bi hestan lîstine ji holê rakirine kir. Hertim ev girîngî daniye ber çavan. Di salên ku li qada Sûriyeyê de mabû û pêvajoya Îmraliyê jî ji bo Rêber APO hest hertim zindî bûn. Hebûna wan, enerjiya wan hebûn. Di Paraznameyên xwe de got; “Pêşketina hestan bi serê xwe mûcîze ye”. Hest weke hebûnên ku xera dibin, wenda dibin, radibin ser piyan, biçûk dibin, mezin dibin, didin fetisandin, bibask dibin, didin firandin, biçûk-mezin kir û her wiha penasekirin, bi gelek hevokan penase kirin.

Bêyî hestên mezin têkoşîna azadiyê jî pêş nakeve

Di têkoşîna Rêber APO de hest bûn diyardeyên bingehîn. Hertim bi hişyariyeke mezin nêzî vê qadê bû, bi wate kir, fam kir, da famkirin, mezin kir û penase kir. Her wiha hest bûn diyardeyên rastiya civakî ya bingehîn. Rêber APO heya pêvajoya Îmraliyê di hemû dahûrînên xwe yên bîrdozî- rêxistinî de ku aliyên wan yên civakî û derûnî pir bi hêz û kûr bûn ji bo rastiya civakê û kadro dan pêşxistin. Hertim bi asta hest û hêza hest ev nirxandinên xwe kûrtir kirin. Di felsefeya me ya azadiyê de û di têkoşîna me de rastiya hestan bi rastiya Rêbertiyê re girêdayî hatiye destgirtin û di kesayeta Rêber APO de naskirina hestan, rêzdariya hestan, bilindkirina hestan, xweşik kirina hestan, perwerdekirin, pêşxistin û afirandina hestan hatine esas girtin. Li hemberî vê hestên xerab, an jî nebaş naskirin, ew penasekirin, ew terbiyekirin, ji wan qûtbûn, polîtîkaya li hemberî hestan dayîna meşandin jî wek rêbazê têkoşînê hatiye bidestgirtin û ev rêbaz heya niha hatiye meşandin.

Bi pêşketina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re jî hêza zeka ya hestiyar, hevkariya bi zekaya analitîk re girêdayî rastiya civaka exlaqî-polîtîk hîn zelaltir bû û bû bingeha nêzîkatiya me ya giştî.

Di salên ku Rêber APO li qada Sûriyê de ev alî bi zêdehî hatin nirxandin û dahûrandin. Rêber APO hertim kadro di asta hestan de dahûrand. Hestên mirovan yên ku bandora wan li ser şer, polîtîka, têkoşîna azadiyê û jiyanê dike analîz kir. Mezinbûn û biçûkbûna hestan wek mijarên pêşxistina şoreşê di qada perwerdê de bi rêbazên diyalogan di rojeva kadro de bicîh kir û her tişt di cîh û demê wê de bi awayeke eşkere parve kir. Di kesayeta xwe de, ceribandinên xwe û di têkiliyên xwe de hêza hestan bi mînakan ji me re destnîşan kir. Bêyî ku ev hestên mezin, hezkirin û azwerî pêşbikevin da zanîn ku têkoşîna azadiyê jî pêş nakeve. Bi çend caran ev rastî tanî pêşberî me û vedigot. Pîvanên hestên dilrastî eşkere kir. Di her diyalogên xwe, di her qada jiyanê de, di hevdîtinan de, bi pirsên “Ma bi we re hestên nû pêşdikevin? De ka bibêjin, kîjan hest bi we re pêş ketin?” xwest cîhana me ya hestan fêm bike.

“Hûn zêde hestiyarin, lê hestên we ji naveroka polîtîk û civakî bêpare û lewaze. Ji ber vê dê we ber bi wê civakbûna hûn bêriya wê dikin ve nabin, we ber bi jiyana azad ve nabin. Hûn nizanin heskirina civakî, eşq çiye. Hûn di qiraxa ezezîbûnê de digerin û dimînin. Eger hûn bi pirsa “Ez ji kuderê destpêbikim” bipirsin û destpêbikin, bersiva min vekiriye. Bi polîtîkkirina hestên xwe û civakîkirina hestên xwe hûn dest pê bikin ji bo avakirina jiyana me ya azad jî wê bibe tevgera herî jiyanî. Kî çi dibêje bila bibêje, eger evîna Leyla û Mecnûn jî be, divê bigihîje naverokek polîtîk, were polîtîkkirin. Hestekî ne polîtîk; nikare têkiliyeke rastî ya zeman-mekan ava bike, nikare hezkirina welat pêş bixe. Ji bo vê hûnê hestên xwe polîtîk bikin. Hûn vê bikin wê wateyek hestên we hebe, derveyî vê wê rê li ber bermahiyên jiyana xiyanetê û trajediyan veke. ”- Rêber APO


Rêber APO şerê herî mezin dimeşîne!

Ji bo mezinbûna hestên me, fêmkirin-têgihiştinên me, hêza hestên me û bêhêziya wan, bêrêxistinbûna hestan û encamên hestên bêrêxistin di asta azadiyê de çawa xwe didin der, di her alî de Rêber APO xwest nîşanî me bide. Di vê aliyê de bû xwedî kedeke bê dawî. Zêdetirî çil salin ev ked berdewam dike û heya niha jî Rêbertîya me ji bo rast bi destgirtina hestên me perspektîfan dide me. 

Rêber APO niha jî di bin şert û merçên herî giran de ji bo mirovahiyê li berxwe dide. Gelo heskirinek ji vê mezintir heye? Ancex mirovekî ku bi rastî êşa jin û civakê ji dil ve hîs bike dikare berxwedaniyekî wîsa bimeşîne. Ji ber vê Rêber APO bû pêşengê ku polîtîkaya civakî bi awayê herî kûr û sexlem bi dest girtiye, wek hunera jiyanî di avakirina civakan de bikaraniye û kiriye malê civakê. Eger îro em weki jin nehatibin vê astê ku bi temamî cewhera me winda nebuye ew bi têkoşîna Rêber APO girêdayî ye.

Di rastiya vê mijarê de mirov keda bêhempa ya Rêber APO ji bo fêmkirina jiyana mirovan û dinyaya wan a hêstan her dibînê. Hezkirina Rêber APO ya exlaqî ji mirovahiyê re hişt ku îro weke jin û civak em gihaştibin astekî ku em wekî îradeyekî werin dîtin û pergala kapîtalîst heta roja îro negihaştibe wê astê ku civak bi temamî were helandin.