Kesayetên Jinê – Rêber APO

Sala 1998 de konferansa Jinên Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Rêber APO rastîya hin karekterên jinê di pergala kapîtalîst de anî ziman û xwest ku jin di çerçoveya wan kesayetan de niqaş biken û kesayeta xwe bigirin dest. Kesayetên jinê yên ku Rêber APO tîne ziman ji şîrove û lêkolînên kur pêk hatin. Rêber APO wiha bi rêz dike:   

1. Kesayeta yekemîn dûrê birdoziya rizgarîya jinê ye. Xwe wek perçeya tekoşîna îdeolojîk nabîne û li ser vî esasî jiyanekî hesan, sade û erzan esas digire. Xwe bi pergalê re girêdaye. Nikare ji pergalê û ji zilamê qut bibe. Hemberî zilaman bêçare ye û alî nirx de jin ji zilaman piçûktir dibîne. Ne xwedî vîn e. Ev kesayet kesayeteke mirîye.

2. Kesayeta duyemîn teqlîdkarê zilamê ye û bi zayenda xwe re xerîb e. Zanêbûna xwe pêşnaxe. Ne kûr e, seranser e, zilam esas digire. Zilam weke pîvana azadiyê dibîne. Nezîkatî û femkirina wê ji bo tekoşîna jinê li ser bingeha teqilîdkirina zilamê ye.

3. Kesayeta seyem ya hevkar e. Ev jin bi gotin birdoziya rizgariya jinê fehmkiriye lê di pratîkê de ne wisa ye. Teserûf li ser jinê dike ji bo berjwendîya xwe û ji bo desthilatdarîyê, rola hesengî dibîne navberî jin û mêr de dibîne. Jinê pêşkeşî zilamê dike.

4. Kesayeta çaremîn ne sîyasî ye lê gelekî hestiyar e. Di alî siyasî û îdeolojî xwe pêşnaxe. Asta siyasibûnê lawaz e. Xwe wek bê çare dibîne. Fikra wê ya têkoşîna azadiyê lawaz e. Her tim xemgîn, bêhêvî û melankolîk e. Ji xwe çare nabîne, timî li benda rizgarî û azadî ye.

5. Kesayeta pencemîn azadiya takekesî esas digire. Ferdî ye. Bê berpirsyartî û seranser tevdigere. Ji zayenda xwe hez nake û jê dûr e. Têgîna azadî ya burjuvaziya piçûk esas digire û wiha jî dije. Xwe bi şêwazeke klasîk jî îfade dike.

6. Kesayeta şeşemîn redkirina qebe esas digire û wek azadiya xwe fehmdike. Zanebûneke felsefî û îdeolojik ne kûr e. Di tekoşîna zayendî de ne îdeolojîk e.

7. Kesayeta heftemîn xeta azadî ya rêbaza Şehîd Zîlan e; Ya xwe di alî îdeolojî û felsefî de gihandiye zanebûnê. Tekoşer e, aktîf e, lawazî û nexweşiyên sistemê di xwe de derbaskiriye û xwe da ye ji bo azadîyê.