Xwedawendên raperînê – di Jineolojî de Mîtolojî

-Viyan Zîlan

Nasnameya derketina jinê li ser esasê Xwedawendiyê ye. Hişmendî û xwebuyîna Xwedawendî heya roja me hatiye. Ji bo ku em nasnameya azad a jinê nasbikin, pêwiste em berê xwe bidin dîrokê û kesayeta jina azad a di mîteolojiyê de temaşe bikin. Çawa ku Rêber APO dibeje; “Ê ku dîroka xwe nasdike, xeta rizgariya xwe jî nasdike.” Pêwîste em jî li ser esasê perspektîf û birdoziya Rêbertî xeta xwe ya azadiyê bi nêrîna Jineolojî ji nûv re diyar bikin. Lewra ji bo destpêkê em dibejîn mîteolojî!

MÎTEOLOJÎ ÇI YE?

Mîteolojî, zanista efsaneyan e. Bi zimanê Yûnanî tê wateya efsaneyê. Yanî gotinên ku hatiye gotin ango hatiye belavkirin in. Bi mîteolojiyê ve bi hezar salan şêwazê fikirandina mirovan hatiye çêkirin. Mîteolojî heya roja me ya îro hatiye. Zimanê wê helbestwarî ye. Di mîteolojîyê de têkîliyên mirov-xweza û mirov-mirov di asta Xwedawend û Xwedayan de tê gotin. Her çiqasî weke çîrok bê gotin jî, ji jiyanê kut nînin. Divê em ji bîra nekin ku mirov bi rastiyên xwe dîroka xwe dinivisînin. Heke em bixwazin civakekê nasbikin, pêwiste em şêwazê fikirandina wê civakê jî lêkolîn bikin. Ji bo wê Jîneolojî bi mîteolojiyê ve mijûl dibe. Lê ne li ser esasê dîrok û mîteolojiya desthilatdaran, li ser esasê nêrîna jinê, dîrok û mîteolojiyê ji nûv re lêkolîn dike û pênase dike. 

Li ser vî esasî li gorî nêrîna Jîneolojî mîteolojî wiha ye;  

Di 9000 hezar salan de 9 qalên jinê hene. Qala yekemîn jî qala Xwedawendên dayik e ango em dikarin bibêjin, serdema ku hêza jinê di asta herî jor de ye. Jiyan komînal û hevpar e. Di vê demê de a ku jiyanê rêvedibe, a ku bersiva pêwîstiyên civakê dibe, nasnameya jin a azad û xwezayî ye. Pêşengên vê serdemê (Berî Zayinê 6000-4000) jî jinên dayîk ango Xwedawendên dayîk in. Di vê serdemê de bi hezaran amûr ji destê van Xwedawendan hatine afirandin. Ev yek jî ji hêla civak pîroz tê dîtin. Di her deverê cîhanê de bi vî awayî civak tê rêvebirin. Heke ku em mînak bidin, di Sumeran de Xwedawenda ku bi navê Nînhûrsag, di Babîlan de Gûla Baû tê naskirin, di heman demê de Kurdan de Xwedawenda Stêrk li Mezopotamya de bi navê Star tê naskirin. 

MÎTEOLOJIYA SUMERAN

Gelê Sumerî di herema Mezopotamya jêrîn de li ser çiyayên Zagrosan de jiyana xwe domandin e. Di mîteolojiya Sumeran de 3 mîtos hene.

1) Mîtosa Dûmûzî – İnanna 

2) Mîtosa Sumeran a Afirandinê – Mîtosa Afirandina Mirov

3) Mîtosa Tofana Sumeran

Xwedawend û Xwedayên herî girîng ên Sumeran wiha ne; Nînhûrsag, An, Enlîl, Enkî

NÎNHÛRSAG Û ÎNANNA 

Di zimanê Sumerî de Nîn: navê Xwedawendî, Hûr: çiya, Sag: herem e. Yanî Nînhûrsag Xwedawenda heremên çiya ye. Di Mezopotamyêya jorîn de weke Star tê naskirin. Herî dawî di Berî Zayinê 3000’an bi navê İnanna tê nasîn. 

Teybetmendiyên Nînhûrsag wiha ne; Dayika xwedeyan, a ku çandiniyê destpê kiriye, a ku amûran afirandî ye, a ku di gerdûnê de di herema cinnetê jiyan dikir e, a ku miriyan ji nûv re zindî dike ye, a ku hukmî bextê dike ye. Di heman demê de Nînhûrsag bi sembola tendurîstiyê “Mar” re nêz ve têkildar e. Weke xanima cih û jiyanê jî tê naskirin. 

Xwedawenda bereketê Nînhûrsag li gorî mîteolojiya Sumeran Xwedawenda zayîn-şîfa-nemirinê ye. Bi hêza xwe ewqas bi nav û deng e tê zanîn ku Nînhûrsag ji Enkî û xwedayên din hê bêtir di nava civakê de tê qebûlkirin. Li gorî mîtosan Nînhûrsag bi Enkî re dikeve têkîliyê. Lê Enkî ewqas desthilatdare, ewqas hesûde kî dixwaze deskeftiyê Nînhûrsag ji dest bigre. Enkî 104 ME’yê Nînhûrsag didize. Ji ber vê yekê Xwedawend Nînhûrsag Enkî ceza dike. 8 nexweşî yên xirap dide Enkî. Ji bo ku baş bibe jî 8 çareserî di şexsê 8 Xwedawenda de diafirîne. Ji van Xwendawenda a ku tê naskirin Xwedawenda jiyanê “Mîntî” ye. Li gorî hin lêkolînvanan jî Mîntî “Xwedawenda Parsû” e. Ji vê mînakê jî tê fehmkirin ku jin di her alî de jiyanê sazdike, dibe nûnera jiyana civakî. 

ENKÎ

Enkî xwedayê Erîdû ye. Weke xwedayê avê tê naskirin. Av di Sumeran de weke ax girîng e. Enkî bi polîtîka ve tê naskirin. Ji ber ku xwedayeke qurnaz e, mamostetiya xwedayên hereme dike. Li gorî çîrokan û mîtosan Enkî herdem dixwest hêza Xwedawendan bigre destê xwe. 

AN

An. Xwedayê ezman e. Bi Akadî “Anû” tê gotin. Pir agahiyên ber fireh li ser An nehatiye dîtin. Lê tê gotin ku xwedayê hêza An ji hêla xwedayê Enlîl tê standin. Mabeda An li bajarê Ûrûkê ye. 

ENLÎL

Enlîl xwedayê hewayê ye. Enlîl xwedayê ku cara yekemîn şekil dide kilêb û kevnaniyê ango qewsikê ye. Enlîl di dema Berî Zayinê 3000 heya Berî Zayinê 2500’an de xwedayê herî bi nav û deng e. Di Berî Zayinê 2500’an de Enlîl li ser pantegon disekine. Di heman demê de xwedayê parastina Nîppûrê ye. Di nasnameya Enlîl de nasnameya rahibî di pêş de ye. 

MÎTOSA SUMERAN A AFIRANDINÊ  

Di mîteolojiya Sumeran de Xwedawenda Nammû jî heye. Nammû Xwedawenda ku erd û ezman afirandiye ye. Nammû navê xwe ji ava ku gerdûn hatiye afirandin standiye. Xwedayê ezmanê “An” e. Xwedawenda erd jî “Kî” ye. Bi yekbuyîna xwedayê An û Xwedawenda Kî Enlîl tê dinê. Enlîl erd û ezman ji hevdû qut dike. Piştî ku An û Kî ji hevdû kut dibe, An xwedayê rojê Ûttû û xwedayê heyvê Nanna ve dikeve têkîliyê û dihêle ku gerdûn ronahî bibe. Xwedawendên ku li Kabeyê bû bi navê “Lat (Xwedawenda rojê)”, “Ûzza (Xwedawenda Venusê)” û “Menat (Xwedawenda hikmdariyê)” zarokên xwedayê heyvê Nanna e. Piştî afirandina cîhanê xwezayî û mirov tên afirandin. 

MÎTOSA ÇEBUYÎNA MIROVAN

Li gorî mîteolojiya Sumeran ji bo çêkirina mirovan xweda Enkî ji bo vê erkê Enlîl erkdar dike. Afirandina mirovan di mîteolojiya Sumeran de bi pîsîtiya xweda û Xwedawenda ve mirov tê çekirin. Li gorî hin çîrokên din jî mirov bi deremê erdê ve tê afirandin. Mirov ji bo ku xizmeta xwedayan bike tê afirandin. Li gorî mîtosan xwedeyan bi lêgerina xwarin û kar diwestin, ji bo ku xizmeta xwarin û cil bibînin mirov tên afirandin. Xweda Enlîl berî ku mirovan biafirîn e, xwedayê dewaran Laher û xwedawenda genim Aşnan çêdike. Lê ji ber ku Aşnan û Laher bi hevre nikarin kar bikin, her dem bi hev dikevin nikarin karê xwe yên esasî bi cih bînin. Ji bo vê mirov tên afirandin. Lê ev mîtosê jî mirov dibîne rola jinê her çiqasî pêş de bi jî di mîteolojiya Sumeran de jî rola jinê nayê dîtin. Ango wexta tê li ser ziman bi awayeke ne esasî tê behskirin. 

MÎTOSA DÛMÛZÎ Û ÎNANNA 

Înanna di civaka Sumeran de hê jî bi bi xwedayan re hêza jina dayik a hevbeş e. Înanna ku di dema neolotîkê de pêşenga civakê ye, di demên pêş de ev rola xwe didomîne. Li gorî mîteolojiyê şivanê bi navê Dûmûzî û cotkar Enkûmdî ji bo kû bibin alikarê yekem ê Înanna bi hev re dikevin pêşbirê. Mîrov di vê de jî dibîne ku ê ku civakê hê jî rêvedibe Xwedawend in. Ji bo Dûmûzî tê gotin ku ji bo ku bi Înanna re bizewice 6 mehan di binê erdê de 6 mehan jî di ser erdê de jiyan dike. Wexta Dûmûzî derdikeve li ser erdê bihar tê. 

MÎTOSA TOFANÊ A SUMERAN

Yekemîn tunebûna mirovan ya bi tofanê di her mîteolojiyê de tê gotin. Çîroka Nûh a di Tewratê de tê nîvîsandin ji mîteolojiya Sumeran tê. Tofan bi encama yekbuyîna xwedeyan e. Zîûsûdra bi navê din Nûh, ê ku ji tofana xwedeyan xilas dibe ye. Bi Babîlî jê re dibêjin Ûtnapîştîm. 

Li ser van esasan heke ku em di Sumeran de jinê ango Xwedawenda binirxînin, hêza jinê, xwezayî ya jinê, pêşengtiya jinê, otorîteya xwezayî ya jinê derdikevin pêş. Di civaka Sumeran de denga di navbera jin û mêran de tê xirabkirin. Lê heya her çiqasî xwedayên qûrnaz weke Enkî û Enlîl hebin jî jin her dem berxwedane, nehiştine di şexsê jinê de civak an jî xwezayî xirab bibe. Ev dem heya Berî Zayînê 2000 hezaran jî wiha dewam kiri ye. Ji ber vê sedemê mirov divê ji bîr neke ku her dem bi teybetmendiyên xwe, xwe domandî ye. Û teybetmendiyên serdema neolotîk pir giring in. 

Em wekî jînên ciwan rizgariya jinê di şexsê Xwedawend Nînhûrsag, Înanna, Nammû, Kî, Lat, Ûzza, Menat’an de digrin dest û hemberî xwedayên qurnaz Enkî û Ênlîl têbikoşin. Azadiya jînê li ser esasê felsefe û ramanên Rêber APO bimeşînin, bi raperîna Xwedawenda azad jî bi ser bikevin.