3S Çİ YE ?

-Astera Dağ

Di roja îro de pergala heyî bi şerê xwe yê taybet ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyana me dike.
Ji rêzefîlm, muzîk, medyaye dijîtal, werzîş,radîo heta cil û berg (û hwd). Bi pêşketina teknolojiyê re bandora wan her ku diçe zêde dibe. Bitaybetî di nivşa ciwanên îro de ev bandor pir li ber çavan e. Her roj li gorî vê pegalê tarzekî nû tê ecibandin, qebulkirin û jiyankirin. Gelek kêm ciwan hene ku medya dijîtal bi kar naênin.Helbet cîhaneke bê internet, bê muzîk, bê spor em nikarin bifikrin. Bê guman ev hemû beşek ji jiyana me ne, le xeteriyên ku pê ve giredayîne jî dive baş werin dîtin û dahûrandin.

“3 S” – Spor, Sanat, Seks
Rêber APO di nirxandinên xwe de derhaeqê şerê taybet ku ji aliye pergala kapîtalîst ve tê
meşandin bahsa “3 S” ên esasî dike. Destpêke em nasbikin: çi ne ev “3 S”?
Yek ji wan amûrên ku ji bo jiyanek di nava pergala kapîtalîst de gengaz bibe tê bi kar anîn spore
(werzîş). Ruxme ku werzîş yek ji pêwîstiyên esasî a mirovahî ye, pergala kapîtalîst werzîş
xistiye sermayeke bê dawî. Tenduristiya laşe me bi werzîşê ve pêşdikeve, hêstên serkeftine di
tîmên werzîşe de tên avakirin, stratejî û fikrên kolektîf di leystokên werzîşe de derdikevin
holê. Le îro werzîş tene bi reqabet û laşekî li gorî daxwaza zayenda din te destgirtin. Ji ber we pir
ciwan mecbûr dimînin, pereyekî bê hed û hesab ji bo werzîşê xerç bikin. Werzîş di sahayên mezin, salonên spore û kupayên cîhane de hatiye we aste ku were firotin. Gelo armanca werzîş pere qezençkirine? Bê guman na! Lê binêrin, ji bo yek lîtikvan bi mîlyonan dolar tên xerçkirin. Heman
deme herî zêde zayendperestî di nava sporê de pêşdikeve. Hatiye tespît kirin ku herî zêde taciz
û tecawiz di fûtbole de derdikeve holê. Hêstên zilamsalar ji reqabetê û xwe hêz dîtine tên
teşfîq kirin.

Rêber APO huner weke beşe ke din a şerê taybet penase dike. Gava em behsa hunerê
dikin bila tene hunermendên stranan neyên bîra me. Huner ji wê zêdetir û firehtir e. Huner ji stran, fîlm,rêzefîlm, wêne, reklam, pirtûk, kovar heta moda di her keliye jiyana me de veşartiye. Ev heqîqet ji aliye pergalê ve pir baş hatiye birêxistinkirin.Ji ber ku huner her tim bandoreke mezin li ser rih, hêst û fikrên mirovan dike.Bi taybet di wê beşê de pergala modernîteya kapîtalîst dixwaze her roj tiştêkî nû ser rêya hûnere bide qebul kirin, hezkirin û firotin. Ji bo ku bikaribe zêde kâr bîne, her tim berhemên nû ava bike û bifroşe wana dixe mêjiyê mirovahiye.,Ji derveyî wê dixwaze civakeke ku hertim xerc bike pêş bixe..Di nava we civakê de  çand, pîvanên ehlaqî û polîtîk namîne! 

Ji ber we îro herî zêde di nava hunere de bê ahlaqî pêşdikeve. Jiyaneke takekes, lûmpen û perehebîn (maddiyatçi) pêş dikeve.

Hêrî dawî Rêber APO seks jî weke maûreke esasî penase dike. Têkiliyên cînsî di nava civake de ji
destpêka mirovahiye heta îro tiştekî xwezayî ye û wê her tim jî hebe. Ji bo hebûn û
berdewamiya civake têkîliyên cînsî esasî ne. Lê pergala kapîtalîst tişta herî pîroz di ve cîhane
de jî kiriye amûra îqtîdare, xerçkirine û belavkirina jiyaneke bê ehlaqî. Di roja îro de endustriyekî
derdora têkîliyên cînsî de avabuye. Belavkirina wê fikir û daxwazên herî çewt pêşdixe. Rola jina
bê hêz, bindest, bê îrade û zilamê bi hêz û pêwîstiyên bê dawî dixwazin di hişmendiya civakê û
taybet a ciwanan de bê rûniştandin. Ji ber ji xerçkirina mirov wêdetir tiştek namîne. Tê de ne
hêst, ne wijdan ne jî hezkirin dimîne. Ev jî rêya xerçkirina bê dawî vedike.

Bê telefon nikarim!

Dema em li ciwanan îro dinêrin pir caran dîmênekî hevpar derdikeve pêşiya me. Ciwanên ku
serê wan bi ser telefona wan de tewandiye..Bi saetan dikarin bikevin telefonên xwe. Ere em
dikarin bêjin ew cîhan cîhanekî nû ye. Taybet medyaye dijîtal dikare ciwanan bi saatan mijûl
bike. Wê demê dive em ji xwe bipirsin: Çima ew platform ewqas balkêşin? Xuyaye ku ciwan
taybet bi avakirina nasnameyeke nû ve mijûlin û tê de dikarin xwe biceribînin. Pir caran xeyalên
wan ên ku nikaribûn jiyan bikin di medyaye dîjîtal de vê dixin meriyetê, le esase xwe de ew xeyal jî tu carî zindî nabin. Pêşengên pergala kapîtalîst bi rêya medyaye dîjîtal dikarin hişmendiyeke çewt bi her “3S” pir bi lez belav bikin. Ji ber wê bingeha xetereyeke mezin jî avadike.
Serbixwe em dikarin sanal medya (medyaye dîjîtal) wekî “S ye çaremîn” penase bikin.

E niha we çawa be?

Ev niha tê maneya ku em ê hemû hûner, spor, tekîliyên cînsî û medya dijîtal ji nava civake
derbixin? Na! Ev ne gengaze û ne xalake mecbûriye jî. Rêber APO ji bo şoreşeke ehlaqî û polîtîk wan hemû amûran dixe meriyetê. Çawa ku pergala kapîtalîst dixwaze ser rêya teknolojî û pewîstiyên esasî en mirovî ji civakbûne û ehlaq dûr bixe, em dikarin heman tiştî li dijî wê feraseta dijmin jî bikar bînin.

Anha hûn jî kovarekê dixwînin, le ev nivîs nakeve xizmeta pergala kapîtalîst. Em ser
rêya çapemenî û hunerê dixwazin feraseta civakê û taybet a jinên ciwan biguherînin. Ger stranên
zayendperest bê navber werin derxistin, em jî dikarin stranên şoreşe bighînin hemû derên ve
cîhane û dile mirovahiye pê re germ bikin. Huner perçeyek ji jiyana şoreşgerî ye. Em nikarin xwe
ji hunere dûr bixin û em ve naxwazin jî. A ku me zindî dihele û enerjiya me dide herikandin bê
guman hunere. Huner dikare xîtabî hêstên herî kûr bike.

Di heman demê de di nava werzîşe de herî zêde em dikarin fêrî jiyana kolektîf bibin û têkîliyeke
tendurustî ava bikin.


Têkîliyên cînsî we her hebin. Lê divê pîvanekî bi tendurust û ehlaqî esas were girtin. Di hevjiyana
azad de têkîliyên cînsî, tarzekî xerçkirine, îqtîdarî û bi zorê tu carî naye qebul kirin.Herî esasî
jî daxwazên jin tên guhdar kirin û esas girtin. Di heman demê de divê tekîliyên me hertim werin
dahûrandin , gelo ev tekîlî çiqas azadiya min pêşdixe? Çiqas hezkirin û civakbûnê avadike?

Çiqas ehlaqî ye?

Pêşiya amûrên şerê taybet bê guman em ê bigrin! Wek jinên ciwan ew hêz û zanebûna me
heye. Em edî nayên lîstokên vê pergalê! Ger hişmendiya zilamên serdest dixwaze me û civaka
me li ser rêya van “4 S” xirab bike, em ê dîsa û dîsa teşhîr bikin û bikin amûrên jiyana kolektîf û
civakî. Ji bo wê. divê em her roj bandora wan her çar amûran li ser xwe û derdora xwe baş