Dengê Rêber APO Di Hate Min

– Kurdistan Haftanin

Bi vî rengî ez mam û her şeş meh carekî me raporên xwe dinivîsandin û her car min di rapora xwe de pêşniyara çûyina cem Rêber APo dikir. Heya şerê 92’ yê Başûr derket. Me tevlî şer bûn. Li wir ez êdî birindar bûm, lê birina min sivik bû. Piştre çûme Zelî û ji zelî jî vegeryam Heftaninê heya destpêka 95’an li Heftaninê mam. Wê demê çalakiyeke berfireh da destpêkirin. Me dixwest piştî çalakî kampa xwe ya zivistanê çê bikin. Di wî çalakiyê de dîsa ez birindar bûm. Vê carê birina min giran bû. Hevalan gotin; ji bo tedawiyê pêwîst e derbasî Iran’ê bibi. An jî derbasî Suriye bibe. Ji ber ku rewşa min di xeteriyê de bû. Li Iraq’ê nedihatim tedavikirin.

Hevalan hatin cem min û gotin: Me bîryar daye tûyê derbazî Suriye bibî. Min got: Ez naçim, heya ez sax bûm we min rênekir cem Rêber APO, niha hûn dixwazin bi vî halî min rêbikin cem Rêber APO. Hevalan kirin û nekirin min got; ez naçim. Piştre heval Cuma talimat şandî bû û gotîbû, pêwîst î bike wê ne bi qanuna eskerî rêbikin.

Bi vî rengî em gurubek jî  12’ hevalan ber bi Suriye ve birêketin. Min di rê de bi xwe re diyalog dikir. Carna jî min ji xwe re digot: Her tim xew û xeyalê min çûyina cem Rêber APO bû. Niha ev çî şans bûye û bikelecanek mezin me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Em derbasî Derikê bûn. Me li wir serê xwe şuşt û me cilên sivil li xwe kir û em derbasî Qamişlo bûn. Wê demê heval Fuad berpirsyarî Qamişlo bû. Hevalan doxtor anîn û doxtor birîna min pansuman kir. Piştre heval Fuad got: hûn îşev li vir diminin û sibê hûn derbasî Şamê bibin û biçin cem Rêber APO. Heval Fuad derbarê çûyîna me ya li gel Rêber APO û em ê çawa nêzî Rêber APO bibîn û şêwazê danûstandinê  me divê çewa be li ser wê bingehê civînek bi me re da çêkirin. Ji ber ku em hemû care yekem bû em ê biçûbane gel Rêber APO. Kelecana wê gelekî zêde bû. Roja dîtir bi riya tirênê em derbasî Şamê bûn. Li Şamê ji jî bo em tedaviya xwe bibînin, hevalan me li ser malan belavkirin. Heval min danin malekê û heftiyekî ser min de nehatin. Birinên min hemû îltihab girtibû. Ji ber êşê min nedikarî îdare bikiriba. Jina ku xwediyê malê bû jî ber ku dilê wê bi birinên min dêşya nedikarî ji min re pansûman bike. Piştî heftekî heval hatin.

Heval Bahoz ku li ser tedaviya hevalên birindar diseknî, hat û birina min kontrol kir. Dît ku rewşa birîna min pir xerabe. Heval Bahoz lêbûrina xwe xwest û got: Ji ber zextên rejimê min nikarî ez bême serdana te. Min jî heval Bahoz pirs kir. Em ê kengî biçin cem Rêber APO? Got: Rêber APO ne livire û em ji nizanîn dê kengî bê. Bi wî rengî nêzi mehek û nîv me li wir tedawiya xwe dît. lê belê agahiya me bê nebû ku Rêber APO gotibû ez dixwazim hemû hevalên birindar bibinim. Roja inî bû û hevalan gotin em ê we bigerênin û ser navê gerê em nêzî 50-60 heval bûn û me birin baxcekyekî nêzî Şamê. Me li wir xwarina xwe çêkir û hinekî topê listin. Nêzî saet çaran bû, hevalan gazî kirin. Bila hemû heval kom bibin. Heval Amed ku ji Qamişlo bû got: Em ê biçin cem Rêber APO, hevalên ku berê Rêber APO dîtine, çend kesin? Nêzî 6-7 hevalan destê xwe rakirin. Heval Amed qederekî bi me re axivî. Çawa em birêketin, dilê min bi lezekî wisa dest bi lêdanê kir ku te digot wê niha ji çihe xwe derkeve. Min ji xwe re digot: Kurdistan sakin be, tu şoreşgerî şerme li pêş Rêber APO li ser hişê xwe biçî. Lê dilê min hîç guhdarî min nedikir. Her ku em nêztir dibûn, gupe gupa dilê min ji zêdetir dibû. Em çûne cihekî ku nû ji hevalên birindar re çê dikirin. Em çûn û li hewşê sekinin. Hevalan gotin: Çawa Rêber APO hat, pêwîst e hun hemû bikevin sirê û Rêber APO çi jî we pirs divê hûn bersiva wî bidin û piştre derbasî hundir bibin.

Hundir  odeyên vala bûn û tije kursî kiribûn. Masekî danibûn û li ser masê ala PKK, kiliniksek, kolanyek biçûk û şûşeyekî avê hebû. Em nêzi saetekî li hewşê geriyan, ji nîşka ve hevalan gotin: Zû kom bibin, Rêber APO hat. Em hemû bi kelecanekî xwe di tek sire de sekinin. Me dît taksiyeka reş hat û li hewşê sekinî û Rêber APO ji taksî peya bû. Şaleke laciverd û gomlekekî şîn û bê qol li ser Rêber APO bû. Tezbiheke qehwe rengin ku serê wê zîv bû di destê Rêber APO de bû. Rêber APO derdora erebe çend tur avêt. Hinek gul di hewşê de hebûn, çû derdorê wan gulan nêzi pênc deqeyan geriya û em ji hemû bêdeng di sirê de seknine. Piştre hevalekî ku berpirsyarê me bû çû cem Rêber APO, hinekî bi hev re axivîn. Min ji heval Serxwebûn ku li keleka min bû min got: dilê min pir bi lez lê dide, kêm maye li ser hişê xwe biçim. Heval Serxwebun got: eybe heval Kurdistan bide seknandin. Rêber APO  hat û yek bi yek merhaba da hevalan. Her ku Rêber APO  nez dibû laşê min zêdetir giran dibû. Min êdî nedikarî hereketekî herî biçûk ji bikim. Rêber APO gihaşt cem min got: “Merhaba Heval!” Dengê Rêber APO  di hat min, lê dikim nakim destê min ranabe ku merhaba bidim Rêber APO. Rêber APO carekê din got:”Merhaba Heval!”

Laşê min qifilbibû. Rêber APO fêm kir ku min şoq derbaskiriye û di carekê de şeqemekî li min xist. Bi wî şeqemî re çawa avekî germ bi ser bûzê de biki buzê bihele. Ez ji wisa ser hişê xwe ve hatim. Min got: “Ha!” û min nû merhaba da Rêber APO û Rêber APo merhaba da min û wisa derbasî hevalên keleka min ji bû. Hina ji dilê min bi lêza xwe lêdida. Rengê min sor û şîn bibû. Em derbazî hundir bûn. Rêber APO got: “Bila hevalên jin di pêşî de birûnin.” Em her pênç hevalên jin dipêşiyê de rûniştin û hevalên xort ji di sereyên piştî me de rûniştin. Rêber APO di pişt mase de nêzî pênc deqekî ne axivî û tenê li me mêze dikir. Piştre yek bi yek hevalan rakir û sicilê me hemûyan pirsî û dor gihişte min û çawa ez rabûm, Rêber APO got: “Birûne Heval!” Min got: “Rêberê min ez dikarim.” Rêber APO fêmkiribû ku rewşa min nebaşe û çareke din got: “Heval! Birûne.” Min di dilê xwe de got Rêber APO li ser piyaye, çawa tekmila xwe rûniştî bidim? Min dît Rêber APO ji pişt mase hat û ez li ser kursî damerûnişkandin û got: “ Birûne Heval” dema Rêber APO pişta xwe da min ku biçê şûna xwe, ez carekî din rabûm. Rêber APO sicila min girt û pirs kir: “ Tu Rêbertî çawa nas diki?” min ji got: “Rêberê min ez te bi suretan nas dikim.”

Rêber APO:” Ev çend salin li serê çiya bi sûretan me we naskiriye. Heval Kurdistan: „Raste Rêberê min.

Rêber APO:“Çima te Rêbertî nexwendiye?“

 Heval Kurdistan:“Xwendina min nine Rêberê min.“

 Rêber APO:“Te nexwendiye lê malbat te nedaye xwendin?“

 Heval Kurdistan:“Malbata min keçikan nedida xwendin. Birayên min hemû xwendine, em sê xweşikin bûn lê belê malbata me, me her siyan jî nedanye xwendin.

Rêber APO:“Heval! Eger tu bixwazî bi me re bimeşî pêwîst e me bixwinî û nas biki. Tu dixwazî fêrî xwendin û nivîsandinê bibi?

Heval Kurdistan:“Raste dixwazim ferîbibim.“

Rêber APO:“ Hevalên ku xwendin û nivîsandinê wan heye bila destê xwe rakin.“

Nivî hevalan destê xwe rakirin. Piranî hevalên zaningeh xwendibûn. Rêbertî du heval belî kir. Hevalê Mêrxas û hevalê Şiyar.

Rêber APO:“Ji niha û şûn de ew her dû mamosteyê, te ne. Pêwîs te heya li akademiyê dimini, fêrî xwendin û nivîsandinê bibi û gerek rapora xwe bi destê xwe binivîsênin.“

Heval Kurdistan:“Belê. Nebêje qey Rêbertî min naşopine ha! Ez ê te bişopinim.“

Heval Kurdistan:“Belê.“

Hat bira min ku di şerê sala 92’yan de heval Avareş ku temenê xwe biçûk bû û ji Nisêbinê bû şehid ket. Di nefesên xweyên dawî de ez li ber serê wê bûm. Di vê kêliyê de ji min re got: eger te rojekî Rêbertî dît slavê min lê bike. Di wi anî de wesyeta wê hevalî hate bira min. Ez fikrim eceba bêjim an nebêjim? Ji ber ku min nedizanî reflekse Rêber APO çawa be.

Rêber APO:“Tiştekî cûda bêji heye?“

 Heval Kurdistan:“Ez dixwazim tiştekî bêjim.“

 Rêber APO:“Bêjê.“

Heval Kurdistan:“Hevalekî me yê temenê wî biçûk hebû, di şerê 92’ yan de li Heftaninê şehid ket. Berî ku şehid bikeve silogan avêt û got: silavê min li Rêbertî bikin.“

 Rêber APO li ser piyan bû, gava min wisa got; rûnişt û qederî nîv saetî bêdengiyeke wisa kete kampê te digot qey cenaze li wir heye. Min rast kir an ji şaş kir, ez nizanim. Lê hemû hevalan bi awirên xwe dibêjin xwezî te negotiba. Piştî nîv saetî Rêber APO hêdika rabû û got:“Heval! Ma ez naxwazim hevalên xwe bibinim? Naxwazim biçim serê çiya? Çûyina serê çiya xwesteka min a 40 saliye. Hun li pêşiya xeyalên min astengin. Eger ez biçim wê dijmin êriş bike, hûn ji nizanin xwe biparêzin û şehîd dikevin.“

 Rêbertî saetekî li ser heval û rêhevaltî û şoreşê axivî.

Rêber APO:”Min ji we hemiyan re cih çêkir, min ji we hemiyan re îmken afirand. Lê we nekarî bi qasi cihê tirbekî li welat cihê min çê bikin. Îro em li welatê elemê dijin. Dê kengê me ji vir derxênin an ji me bikûjin û diştekî binin serême ne diyare. Ji ber vê ji dîsa hûn li ber şoreşê astengin.”

Bi vi rengî diyaloga me bi encam bî. Piştî ku Rêber APO derket û çû hemû hevalan êrişî min kirin û gotin: “Te çima got? Te Rêber APO acîz kir. Me ji te re gotibû her tişt ji Rêbe APO re naye gotin.” Min got:”Heval! Ez ji bê biryar bûm ku bêjim an na, lê min got wesyeta hevalekî şehîde ji bo vê ji min got. “Êdî aramnca min a esasî di akademiyê de, ev bû ku erka ku Rêber APO daye pêşiya min pêk binim û bêhtir fêrî xwendin û nivîsandinê bibim. Rêber APO bixwinim, nas bikim û pêk binim. Hevditina me ya yekemin bi Rêber APOre bi vî rengî bû.