Li Dîroka Kurdistane de Jinên Hunermend

– Zîlan Sertur

Dîroka Kurdistane de rola herî girîng jin leyistîye hem alî jiyan avakirine de hem alî ye hûnerê de. Gelek nivîskar, dengbej û helbestvan hene. Hûnermenda jinên kurd kîne? Çi avakirine? Li vê nivîsê de emê hûnermend ên jinên Kurd nas bikin.

MAH ŞEREF XANIM

 Jinekê Erdelanî ye û li bajarê Sinê (Rojhilat) di sala 1804’an de ji dayîk dibe. Di sedsala 19’emîn de an jî çaxê serhildan ên de jiyan kiriye. Nivîskar û helbestvaneke navdere. Bi raman û xweşikbûna xwe li ser hemdemên xwe û cîhana wejêya Îranê bandorekê pir mezin çêdike. Dîvaneke helbestan ya ku ji 20 hezar beytan pêk tê nivîsand. Gelek pirtûk û makale nivîsandiye. Pirtûka wî ya herî navdar bi navê

” Kurdistana Dîrokî ” ye. Yeke min dîvana we piştî mirina we 39 sal şûn de ji milê Farsan bi navê ” Dîvanî Mah Şeref Xanima Kurdistanî ” tê çapkirin.

Meryem Xan

Di sedsala 19`emîn de jiyan dike. Keçekê ji eşîra Botî ye. Meryemxan dîvana dengbêjan mezin dibe. Lê nava cîvaka Botiyan de dengbêjî ji bona jinan şerme. Ji bona wê Meryemxan bi salan tenê bi xwe re stranan dibêje. Le dengbêjî ji bona wê weke evînê ye. Ji sedema ku çaxê serhildanan û komkujiya Ermeniya destpê dike , malbata Meryemxan neçarê koçberî Musulê dibin.

Malbata Bedîrxanäyan ji xweşîk bûn û denbêjîyan Meryemxan pir bandor dibin. Pişt re Meryemxan bi Mehmet Bedîrxan re dizewice. Lê piştî ku dizewicin şûnde malbata Bedîrxanäyan nahêlin Meryemxan dengbêjî bike. Meryemxan ji we nezîkatiya Bedîrxaniyan serî natewîne û zilamê xwe berdide. Ji ber ku hiskirina wê ya dengbêjiyê bi eşa û heskirineke pir mezine. Piştî ku zilamê xwe berdide dîçe Baxdatê cem xwişka xwe Elmas Xan! Mala Elmas xan jiber zilamê wê malavahiya sîyasetmedar, rewşenbîr û hunermanda ye. Li wê derê Meryem xan gelek hunermendên Kurd nasdike û bi wan re stranan dibêje. Piştî ku nava wan hunermendan de strana dibêje bi xweşîkbûna dengê xwe demekî pir kin de nav û deng dibe. Bi wê awayê nava civaka kurdan  de weke jinekê dengbêj dibe yekemîn ku plaqa xwe derdixe. 1939 de di Radyo ya Baxdayê da stranan dibêje. Goristana Meryem Xan li Baxdatê ye.

RIHAN LORÎSTANΠ

Di sedsala 15. de jiyan kirîye. Jînekê tembûrvan û helbestvaneke mezin ya herêma Loristanê ye. Rihan Lorîstanî di heman demê de jineke rewşenbîre.

Hunera Rihan Lorîstanî, hîna jî di nava Folklor û hunera Lorîstane de zindîbûna xwe diparêze.

Mirov dikare hîn bi hezara nav binivîse û ser jiyana wan fêr bibe û bizanibe jinên Kurd ji bo hûnerê çi kiriye ji bo kû bibe hûnermendekî baş yê ku berxwedaye. Wek Ayşe şan, Mehûş Senendecî, Mîna Qazî…

HOZAN MIZGİN

Wek nokteye kî din ji bo ciwanên Ewrupa ku jiyan dikin ji bo hûnerê keda Şehid Hozan Mizgîn neyê ji bîr kirin. Şehîd Hozan Mîzgîn taybet li Elmanya him xebatê çand rêvebiriye him jî Koma Berxwedan ku nifşek bi denge wê bi stranên ” Gundino Hawar” ,  ” Agîd” stranên şoreşê mezin bû ye. Şehit Hozan Mîzgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad.

 Herî dawî em wek Jinên ciwan û ciwanên Kurd berê xwe bidin bangawazîya  Mah Şeref Xanim di pirtûka xwe Kurdistana Dîrokî de ji bo ciwanênKkurd gotî ye ku;

” Keç û Xortên Kurd binivîsîn. Şerê navxweyî û êşa gelê me binivîsîn. Destpêkê hîs bikin û pîş re binivîsîn. Bila her tişt ji sibêra bimîne. Dagirkerî, talan û şerê îxtîdarê binivîsîn. Yek jî ruxmê wana hemûyan qehremantî û evînên tên jîyankirin binivîsîn…”