Mêtîngerî Dijminê Huner E J

Rêber Apo

Ji Perspektifên Rêber Apo “Çawa Bijîn”

Mêtîngerî di heman demê de ji bo pekanîna qirkirina hunerê hendazetiyekî mezin nîşan dide. Qirkirinên di her astîde ku li Kurdistan’ê hatiye pêkînandin, di rêjeyeke giring de qirkirina hunerê jî pêk aniye. Lê huner, ji ber ku hindek bi giyanê ve girêdayî ye pir û bêtir zindî ye, di nava kategoriya yên dijîn de cî digire û aliyê xwe yê arişî de giraniyê dide çêkirin, ew qirkirinên ku di şertên daringî de pêk tên, qasî wana qirkinê napejirîne ango vala derdixe. Huner, taybetmendiyekê xwe yê wisa jî heye.

Lewma civaka Kurd, di rasteqîna gel de nasname, hindik zêde berdewamkirina bi huner tê fêmkirin. Bi taybetî folklor û mûzîk bûne sebeb ku nasnama netew di rewşeke diyarî de xwe li ser piya bihêle. Lê gelek alî û çalaktiya hunerê hatiye tewişandin û li pişaftinê rast hatiye. Her wiha ji bo hunera netewa serdest bûye amrazekî bikaranînê.

Serdestiya mêtîngerî, di heman demê de serdestiya hunerî ye jî. Ev yek jî derbirîna xwe, destpêkê di nejiyandina rastîna hunera gel, tewişandin, ji xwe re malkirin û anîna halê nenasînê û piştre jî hunera xwe wek hunera ku a gelê bindest e, di vê nêzîkatiya nîşandanê de peyda dike. Dîsa mêtîngerî di hemû dezgehên fermî de, bi taybetî, li ser piştevaniya hêza dewletê, ji bo vê yekê şiringa cîhana giyan û hestên gelê bindest da ku baweriya “di bingeh de tu ji netewa serdest î, wek wî yî, nasnameyekê te yê cuda nîn e’’ bide çêkirin, serdestiyeke mezintirîn pêş dixe. Her wiha netewa serdest di rêjeya ku xwe dide pejirandin de, tunekirina netewekê temam dibe. Bi vî rengî nasnama netew wenda dibe û nasnama netewa serdest desthilat dibe. Bi rastî jî ev, di rasteqîna Kurd de rewşeke herî pêş ketiye. Ji ber vê sedemê, li hember rasteqîna netewa serdest berxwedaneke pir hindik heye. Tebî ev yek nîşan dide ku mêtîngerî ka çiqas pêş ketiye.

Nexwe, têkoşîna li hember mêtîngeriyê di warê hunerî de piçûk nayê dîtin. Dîsa di warê huner de pir bi sînor be jî, hebûna nasnama netewî di hinek aliyan de domandin dikare bingehek çêbike, ji bo derketineke girîng di têkoşina rizgariya netew de. Di qonaxên destpêkê de bi taybetî, xebata çand û hunerî piştgiriyekê ji netewbûn û têkoşîna netew re dide çêkirin. Heya qonaxeke diyar roleke girîng dileyize. Lê heke ku şideta siyasî û leşkerî nebe, têkoşîna çandî û hunerî zêde wateyekê naderbirîne û zelal tê dîtin ku erka xwe nikare bide temam kirin.

Mirov dikare qala nêzîkatiya rewşenbîr û mîliyetperestiya hoveber ku di vê wateyê de huner rast nanirxînin bike. Em baş dizanin ku huner, çand û xebata wêjeyê ya ketûber bi rizgariya netewî, bi taybetî jî bi peywirên siyasî û leşkerî têkil hev dikin ango bi vî rengî naxwazin peywirên xwe bibînin, mafê hunerê jî nadin û rê vedikin ji bona têkilhevkirinekê. Bi pêşketina têkoşîna me ya şoreşger huner hem erkdariya di nava şoreşê de hatiye zelalkirin, hem jî ew çemkên çewt ên di nava şoreşê de neyêniya wan hatiye marezkirin. Çawa ku rola hunerê re giraniya pêwîst dike hatibe dayîn, li hember karanîna helperestî jî, rexneyên pêwîst hatiye pêş xistin. Ka çiqas ev yek rast e di nava têkoşîna şoreşê ya bilindbûyî de pêşketina hunerî wek aşutekî mezin bûye, li ba vê yekê qasî bandora warê hunerî li warê siyasî û leşkerî, van waran jî li ser warê hunerî bandorekê derxistiye rastê. Di vê wateyê de çalaktiya hunerê hatiye gihandin bingehên rast ên erkdariya şoreşgerî. Ji destpêka sedsalê vir ve heta pêşiya wê jî, nasnama netew a ku dihate xwestin xwe bigihîne asta hunerê wek dêwekî hilperînê pêk aniye û ev tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî derketiye rastê. Lê, li ba vê yekê erkdariya huner kêm nebûye, tam berevajî zêde bûye. Her wisa ku şoreşa Kurdistan’ê serûbinbûneke girîng dije, şer ji hemû girseyan re bûye mal, xwe kûr dike, her çîn û tebeqeyî digire nava berfirehiya xwe, vê yekê didomîne, li ba vê yekê kêmbûyîna erkdariya hunerê bila li vir bimîne, em dibînin ku bêtir zêde bûye û hatiye halê pêdiviyeke şênber. Girseyên gel, bi mûzîk, folklor û wêneyên şoreşgerî bêtir hatiye rewşeke zindî û ji bo teşeyê jiyaneke baş hewl dide ku zêdetir xwe lêhatî bike. Yanî di vê wateyê de bi kiryarî şoreşeke hunerî tê jiyîn. Lê li rexmî vê diyar e ku, ev yek nayê terkeserkirina jixweberiyê, tam berevajî pir eşkere ye ku pêdiviya xeteke huner a pir rehdar û xebata wê ya pratîk heye. Her wiha ji bo derbaskirina kêmasiyên heyî mîna afirandina eniya hunerê û berê xwe dayîna xebateke wisa hem pêdivî ye, hem jî sehayek e ku ji pêşketina şoreşî re tevkariyekê çêdike.

Ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re bersîva bê dayîn romanek e

A ku em dixwazin di vê sehayê de bidin pêşxistin, di bingeh de gelala romaneke şoreşgerî ye. Em dikarin bibêjin ji pêvajoya hilveçirîna korgirêka ku di civaka Kurd de hatiye çêkirin û pêvajoya ber bi rizgariya nû ve bi romanê hunandin ango bi romanê anîna ziman. Bersîva em ji “Çawa Bijîn’’ re bidin di wateyekê de dibe roman. Em raveya şoreşê a bîrdozî, polîtîk û leşkerî û dîsa stratejî û taktîkê pêş dixin. Her wiha peşketin çêdibin û diçin. Lê di heman demê de ger ku em pirsa “Jiyana şoreşger wê çawa be’’ nebersivînin, wê emê şoreşa xwe ji pêşketineke giyanî ya girîng û ji teşeyê libatê pêmen bikin û eşkere ye ku ev nabe saxlemiyek. Lewma ji bo milîtanek şoreşger pirsa “Çawa Bijîn’’ sotîner e. Jixwe têkoşîna rizgariya netew a ku di bin serokatiya partî ya me de pêş dikeve, hemû civakê alandiye, tenê ne ji bo milîtan, ji bona hemû takekesan şêwazeke jiyana şoreşger ka çawa pêwîste bê peşxistin, bi qasî nan û avê bi misogerî aniye halê pêdiviyekê. Di nava civaka me de paşdemayînên mezintirîn û xirabûnên libatî hene. Dema têkiliya vê bi mêtîngerî, Kemalîzm û dîsa bermayên çerxa navîn ve bê  kolandin û dahûrandin, wê bê dîtin ku ka çiqas têkilî û jiyanên bên hilweşandin û li hemberê bertek bê raberkirin û dîsa di şûna wan de ji têkilî û teşeyên jiyana nû ku bê afirandin, hewqas pêdivî pê heye.

Va ye roman, hindek jî di navbera vê belênayê de hewldanê diderbirîne. Têkilî û teşeyê jiyana ku pêwîst e bê derbaskirin, têkilî û teşeyê jiyana pêwîst e bê parastin lêkolîn û lêpirsîn dike, dahûrîn dike û ji nû ve ava dike. Ev yek ger ku teknîka hunerê baş bê karînandin, di wê rêjeyê de, wê ji şoreşê re tevkariya herî baş bide berpêşkirin. Tebî dema ku têkoşîna me ya şoreşger dibe mijara gotinê, rasteqînên dîrokî yên şoreşê, teşegirtina civaka ku xwe li ser radigire, bi taybetî li ba pêvajoya dîrokî ya nêzîk rasteqîna ku îroyîn dije û aliyên pêşketinên dibêtî ku pêgirê nirxandina asteke nêzîkê zanistiyê bê kirin û ji romanê re zemînekî wisa bê berpêşkirin, em dikarin destnîşan bikin ku ev pêdiviya romanê pala xwe dide ango divê pala xwe bide ser binyada rasteqîna sosyalîst.

Ev yek di heman demê de, di bingehê daneyên zanîstî de derdikeve rastê, ew aliyên ku kevneperestî bi her awayî pê re çêdikin, şunda dikişînin û vesazî dikin û helwesta ku dixwaze nûjenî bike, ji her cure temsîla vê re bi rexneyê bersîv dide. Li ba vê yekê, xwedî li rasteriya pêşketî derdikeve, ji bona pêşengtiya vê bêrî, azwerî û bilindbûnê esas werdigire. Ev roman, rasteqîna tê jiyandin tam jî bi vê teşeyê digire dest, di bingeh de jiyana takekes a ku bi hilweşandinê ve rû bi rû maye û piştgiriyê ji jêr û jorsaziya civakê werdigire ji hilweşandina wê re çavdêrî dike û di teşeyê herî radîkal de rexne dike. Lê di heman demê de yê şunê de bê cîbicîkirin ka wê çawa be, hewl dide ku derxîne rastê û girêdana bi kevirên bingehîn yên jêr û jorsaziya tevahî jiyana nû ya ku divê bê pejirandin, bide avakirin. Ev, di kesayeta tîpek an çend tîpan de dikare ji avakirina nû ya hemû civakê re rê bide vekirin. Li virê sê-çar tîpên ku were destgirtin, di heman demê de ji dahûrandina rasteqîna dîrakî û civakî re, wê rê bide vekirin. Çend tîpên ka kîjan dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê dîrokê temsîl dikin baş dadihûrîne, baş çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest, hewqas jî dikare berhemên hunerî yên saxlem derxîne rastê. Êdî ev der, bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide axaftin. Yanî di virê de ji zanistiyê zêdetir xeyalan dana axaftin, xwestek, bêrî û azweriyan anîna ziman mijara gotinê ye. Li hember çi me, çi dixwazim, divê çi hilweşînim, çi ava bikim; çi kirêt e, çi xweşik e; çi nayê jiyandin, çi tê jiyandin; çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha min e, çi ne tercîha min e, van pirsan eşkere dipirse û bersîvên tûj dide. Bersîvên ku bide, wê giştiya hemû civakê girê bide.

Va ye, ew gelala romana ku em dixwazin pêş bixin, li derdora van pirsan hindik zêde pêwîst e bê derxistin. Rasteqîna tê jiyandin jî di wateyekê de ev e. Li ba pêwendiya vê rasteqînê bi mezintirîn kevneperest û muhafazakar, yanî bi mêtîngeriyê û bi bermayên feodal ve, di heman demê de, ew civaka ka çawa bi nûjeniyeke sexte ve tê cîlakirin, hewl hatiye dayîn ku derxîne rastê. Heta welatparêziya sexte, di bin navê çepê sexte de kesayet û kesayetiyên heyî ka çi ne, hatiye ravekirin û li ba vana, pêwendiya rizgariya civakî ya nû bi nasnameya netew re ango di asta kesanî de temsîlkirin ka wê çawa çêbibe; kesayetên wisa çawa derdikevin rastê û çawa ditêkoşin; ev yek jî hatiye daxistin.

Yek jî, ji tîpên berwenda hatiye qalkirin. Ew tîpên ku lingekî xwe li bermaya serdema navîn e û lingekî xwe şekilbûyîna civaka nû de ye, her tim sîketina her du aliyan temsîl dikin û xwe li dijî her qonaxên girîng dana çespandina wan hatiye rexnekirin. Bi taybetî dahûrînên Rêbertî (em dikarin bibêjin dahûrînên bingehîn in) yên di vê mijarê de pêşketinên ku derxistiye rastê, ku bê lêkolînkirin û pê ve girêdayî da ku wek kelûmelê romaneke şoreşger pêgirê nirxandinê bê kirin wê tevkariyekê berpêş bike. Ev xet hindik zêde di dahûrînan de hatiye derxistin. Dahûrînên kesayeta bingehîn; di jiyanê de, di nav şerê germ de hatine ezmûnekirin û derketine rastê. Yanî ev ne xeyalî ne, rastînên ku şoreşê derxistine rastê ne. Lewma dane û kelûmelên ku romaneke rasteqînî pala xwe bidê mijara gotinê ye. Yanî hewqas kelûmelên ku di wêjeya çi welatî de nehatiye peydakirin hatiye bidestgirtin. Têkoşîna rizgariya netew ku di bin serokatiya PKK’ê de hatiye birêvebirin qehremantî, xiyanet û berwendayên derxistiye rastê kelûmelên mezintirîn in û heta li ser her qonax yan jî li ser her her tîpekê, dikare pirtûk bê nivîsandin. Em tenê derbirîna vê ya herî giştî, girêdayê pêvajoyên rizgariya netew û partiyê hewl didin ku bidin. Gelala romanê di aliyekê de rasteqîna mêtîngerî û kemalîzma Tirk a faşîst, di aliyekê de jî rasteqîna Kurdistan’ê ya eşirî û feodaliya serdema navîn, di aliyekê din de jî, rewşa kedkar, karker û gundiyên xizan, ew kes û têkiliyên ku ji pêwendiyên eşîrî û feodalî hatine qutkirin û hatine şekilkirin hewl dide ku bîne ziman. Û PKK di wateyekê de dibe ev. Roman, pêşketina di vê wateyê de hewl dide ku di asta hunerî de pêş bixe. Hem berhemekê pêşketina şoreşî ye, hem jî ji bo pêşketina şoreşgerî teşeyekê dide. Her çende ku bi helbest, mûzîk û wêneyan şoreş nayên pêkanîn jî, ji bo pêşxistina herî puxteyî ku wê roman tevkariyekê jê re berpêş bike bêguman e. Gelale hindik zêde dayîna naveroka vê ji xwe re kiriye armanc.

Di bingeh de tîpên hîmî mijara gotinê ye, lê heke ku em gelek tîpan bidin axaftin wê kelûmel bêtir dewlemend bibe. Lewma bi neqandin, yekirina gelek qismên baş, yanî bi gihandina sentezekê roman dikare pêk were. Di vê gelala romana ku em dixwazin bidin de, bi komên curbecur lêgerîn tên çêkirin. Em li hember kîjan jiyanê bertek raber dikin û ka em bêriya kîjan jiyanê dikin tê lêpirsîn. Dîsa çi baş e, çi xweşik e; çi rast e, çi çewt e; çi kirêt e, çi xirab e pirsên wiha di virê de zêde tên pêşxistin. Ji ber ku roman hindek di nava van têgînên hîmî de pêş dikeve. Hun, ji ku derê tên, jiyana kevin çi ye, jê qutbûna we çawa ye; dîsa pêwendiyên we bi jiyana nû re çi ye, hun çawa pê ve hatin girêdan, hun dixwazin çawa pêş bixin, van pirsan zêde pêş dixe. Di aliyê din de bi lez pêşneketin û nehatina halê milîtanek şoreşger ka çi diderbirîne; xuyangên vê yên curbecur çi ne; di kesayetê de ji çi re rê vedike? Li van tê lêpirsîn û bi azîneke rast ji bo pêşxistina şoreşê bi her awayî gihîştina tevkariyekê tê xwestin.