Mizgîn, Mizgîniya Jiyana Azad E

– Ruha Amanos

Civaka me ya Kurd bi taybet di du sed salên dawî de rastî hemu şêwazên qirkirinan hatiye. Ji bo wê jî civak neçar ma ku xwe bi rêya çandê biparêzê û bi rêya hunerê bîne ser ziman. Herî zêde jî bi rêya muzikê dikarî êş û azar, şahî û kêfxweşeyên xwe bîne ser ziman. Ji bo wê em dikarin bêjin ku rastiya civaka Kurd di muzîkê de veşartî ye. Eşq û lêgerînên xwe yên jiyana azad bi rêya hunerê her tim zindî kiriye. Giyan da laşê ku ji aliyê desthilatdaran hatibû zuhakirin û beton li ser hatibû rijandin.

Ruxmê hemu êrişên hovane jî civakê dikarî xwe li ser piya bigrê. Ev jî ji hêza resentiya wê ya dîrokî tê. Ger ev civak heya roja me ya îro hat, di vê warê de rîsta çand û hunerê rîsta sereke ye. Ji ber “Çand, nasnameya mirove şêwazê jiyana mirov û jiyana civakê ye. Ango çand, nasnameya civakê û şêwazê jiyana civakê û insan bi xwe ye. Di virde erkê sereke dikevê ser milê  dengbêj, hozan, derwêş, û jindayîk. Dayîkên ku bi lorîkên xwe bi stran û ewazên dil şewat, dîrok û zimanê me zindî hîştin.

Ji bo wê girîng e em her tim hunermendên civaka xwe bi rêz bibîrbînin û jiyana wan zindî bihêlin. Yek ji wan kesên ku cihê xwe di nava dilê gel de neqişand  heval Mizgîn e.

Hevala Mizgîn’e (Gurbet Aydin) ku li Tetwan’ê di 11 Gulan’a 1992 dikevê nava pevçunekê û di encamêda tevlî kerwanên şehîdan dibê.

Dema em behsa heval Mizgîn bikin em nikarin tenê yek alî bigrin dest û binirxînin. Heval Mizgîn bi temenekî biçuk tevgera azadiye naskir û di sala 1980 tevlî nava refên tekoşîna azadiyê bu.

Fermandarê yekemîn a Tevgera Azadiya Jinê

Hozan Mizgîn şoreşger, hunermend û fermandarek bu. Weke fermandarê yekemîn a tevgera azadiya jine yê. Yekem jina ku di asta eyaletê de berpirsyartî girtiye ye. Berpirsê eyalata Xerzanê bu. Di şêwaza rêvebirina xebatê de, di nava rê hevalên xwe de mînak bu. Di nava gel de bi dilnizmiya xwe  dihate naskirin. Bi coş û kelecana xwe dikarî di demeke kurt de bandora xwe li ser hemî gelê herêmê bide çêkirin.

Dema heval Mizgîn ji aliye dijimin ve tê dorpêçkirin, dayika wê malê (dayika zarokan e) bi israr ji heval Mizgîn daxwaz dike ku cilên wê li xwe bike û tevî zarokên ji malê dur bikevê û xwe xilas bike. Ew jî şuna heval Mizgîn bi dijmin re têkevê pevçunê. Elbet heval Mizgîn vê nêzkatiye napejirînê. Lê ew dayîk heya roja îro bi keserên kûr wan roja tînê ser ziman û dibêjê: ‘min nedixwest heval Mizgîn şehîd bikevê, ji ber bandora heval Mizgîn li ser civakê pir zêde bu, hêza wê zêde bu. Dikarî asta tekoşînê bilind kiriba, ew  pêşengek civakê bu. Min nedixwest em lehengek wiha kar xezala çol û çiya winda bikin. Cihê ew lêba, hêvî û bawerî lê şîn dibu. Hêz dida mirovan. Bi dengê xwe ya nazanîn, mizgînya rojên azad dida Mizgîn’.

Hunermendên civakê ewên ku êşên gelê xwe bi rengekî herî kur jiyan dikin û hîs dikin. Ev kurahî û hêza watedayînê, mirov di keseyetiya heval Mizgîn de bi rengekî şênber dibînê û hîs dike. Dema Rêber APO wê dişînê qada Ewrupa, erka rêxistinkirina xebatên Hunerkom û avakirina Koma Berxwedan didê pêşiya wê.

Heval Mizgîn û heval Sefqan bi kedekê mezin vê xebatê bi rengekî serkeftî birêxistin dikin û didin meşandin. Bi aweyekî fîlî di nav de cih digirin. Bi dengên xwe yê xweş gelek stranan tomar dikin. Di heman demê de heval Mizgîn cihê xwe di nava xebatên rêxistinkirina civakê de digirê. Taybet di damezrandina rêxistina yekemîn ya jinê de cih digrê. Xebatên damezrandinê kongra YJWK di sala 1987 didê meşandin û axaftina vekirinê ji milê heval Mizgîn de tê çêkirin. Lê heval Mizgîn vê yekê têr nabîne û bi israr  dixwazê cihê xwe di nava qadên şer de bigrê. Ji ber wê baş dizanîbu ku ji bu ew karibê hunereke azad biafirînê, pêwîste welatekî azad hebê ku karibê lê hunera xwe bide meşandin. Ji bo wê heval Mizgîn derbasî qadên şer yê herî pêş dibê.

Hunermend pîroziyên civakê ne

Dema em behsa hunermendê rast dikin em dibêjîn: Hunermend pîroziyên civakê ne. Civakê bi kurahî hîs dikin. Di nava civakê de ne û ji bo civakê jiyan dikin. Her tim tiştên nû diafirînin, xwediyê xeyalên mezin in. Civakê jî bi xwe re bi bask dikin û ber bi azadiye ve dibin. Mirov dikarê van teybetmendiyan di keseyata heval Mzgîn de bibînê. Em nikarin heval Mizgîn  tenê weke kesekî bi lêv bikin. Heval Mizgîn bi stranên xwe destanên Dewrêşê Evdî û Edulê, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ji nê de pênase dikir û di şexsê xwe de eşqa wan zindî dikir û evîna wan bi welat re girê da û dighand serkeftinê.

Dengê heval Mizgîn bû qêrîna Besê û Zarîfeyan ku di kurahiya zinar û kendalan de nehate kuştin. Wê tucarî neyê kuştin û bi dengê Çîçek’an ra  buye yek.

Ew deng sekna bi rûmet ya Rindêxanê ye.

Ew deng awazên Meryem Xan û evîna Eyşeşanê ye.

Ew deng dengê bi hezaran jinên ku dilê wan ji bo azadiye dipirpitin û ber bi asoyên bilinda fir didin e.

Ew deng dengê Mizgîn’a leheng, dengê Mizgîn’a çeleng e.