Vêjîn Tê Wateya Cizîre, Sûr, Nisêbîn, Gever, Silopî, Şirnêxê…

– Delal Amed

Penase kirina Vejîn, qasî kû em penase dikin zêdekirina we, qasî kû em zêde dikin civakî kirina we…

Di esase xwe da bêdawîbuyîne, enerjiyek bê dawî buyîn û di gerdune de buyîna perçeyek ji ve yekî. Wek Rêber Apo dibeje ‘PKK partiya şehîdanê, ji ber ve, ew romanek bê dawiye.  Dema em ve rastî di şexse Ş. Vejîn de dinirxînin, ew gotin bi temamî wateyê xwe tijî dike, ji ber ew xwedî enerjiyek wisa bu kî xwe her tim nû dikir, taybetmendiyek we wisa hebu ku her ku xwe nû dikir dikari bu xwe zindî bihele.

Dema ez behsa we dikim zahmetî dikşînim anha jî dema ez behse dikim dile min bi hêstên hevaltî tijî dibe û carekî din mirov dibîne kû behs kirina hevalekî ewkas bi nirx  çiqas zehmete. Anha dema ez behsa Ş. Vejîn dikim dibe ku ew hêstên min ên şikestî ku hinek nostaljîkên rê buye yek girinigiya we pır nebe, lê wek ew ji min rê bi germahiya hevaltiya xwe fêrkir û wek erka min a şoreşgerî ez hewl bidim we penase bikim.

Ş. Vejîn di esle xwe da keçek Cizirî bû, tê zanîn kû cîhe ku ji dayîk bû ware serhildanan bû. Çi tiştekî balkeşe, mirov ewkas dişibe axa xwe? An jî tişte ku heri zêde mirov matmayî dihele ew e ku çawa mirov di kesayeta xwe de dikare dîrok ewkas zindî bihêle? Pir zelal xuya dikir ku taybetmendiyên serhilder û asî di kesayeta xwe da komkiribû. Di nav jiyane de jî her tim giredaye doza xwe bû, her tim bi biryar û bê kû pes bike tevdigeriya, bi rastî jî ew taybetmendiyen wî, taybetmendiyen jina kurd a serhilder di xwe da dihewand ûû ji ber ve yekî miro-v xwe nêzî heval Vejîn hîs dikir.

Ew di tekoşîna xwe a bi hevalên xwe da jî her afrîner bû.

Heval Vejîn di pevajoya reveberiya xweser a Cîzîre tevlî bu bû, rixme kû emre we hîn piçuk bû jî bi hêzkirinek ji xwe mezintir, ji bedana xwe mezintir tevlî rêfên azadiye bu bû.  Em dikarin bejin bi soza tolgirtine tevlî bu bû, wek jinêk ciwan erka peşengtiye girti bû ser mile xwe, ji xwe ew ji ware serhildanan, ji Cizîre bû. Li hemberî hevrêyên xwe xwedî cewhereke hestiyar bû, bi taybetmendiyên xwe ê rûken her kes derdore xwe kom dikir. Mirov bê kû aciz bibe her tim dixwast  we guhdar bike, ji ber taybetmendiyek we ê cuda jî ew bû kî pir civakî bû û her bi derdore xwe rê parvedikir.

Dema ez behsa heval Vejîn dikim bi hezaran bîranînên me tên bîra min, bi hemû hêstên xwe ew bîranîn zindî hiştin pewîste. Her ez ji xwe rê dibejim xwezî her jinêk ciwan ê Kurd ve hêste hîskiribana.  Xwezî van hêstan hîskiribana û ew hevalên xweşik naskiribana. Eger em bi vî zelalbuyîne fêre heskirine bune ew jî bi saya mirateya ew hevalên şehîdin. Ji ber ve yekî nav PKK da Şehîd namirin her tim jiyan dikin û em jî bi saya wan roj bi roj ji xwere dikin armanç kû em xwedî li mirateya wan derkevin.

Heval Vejîn mînakek bû, xweşikbuyîna we ne tene ser rûye we ser dile we jî bû, di jiyana rojane a gerîla jî mirov ve yekî ferk dikir, wek mînak her tim nan zêdetir dida hevalên xwe yanî her fedakar bû. Em dikarin bejin kû ew xweşikbuyîn di xwe da kiribû formek. Ji ber van taybetmendiyên xwe her qade kû diçu bi kedêk mezin û bi azwerîyek mezin ji jinên ciwan re hevaltiya Apogerî ferkiribû. Xweşikbuna hevaltiya bi jine herî zede min di heval Vejîn de dît û jiyan kir.

Di çavên heval Vejîn de min her tim Cizir, Sur, Nisebîn, Gever, Silopî, Şirnax didît. Ji ber kû ew berxwedaniya li van qadan hundurîn kiribû, kîna xwe a li hemberî dijmin wek topek ji agir di dil û mejî xwe de cîh kiribû, her roj xwe wek sankî tola xwe hilîne amade dikir û lehurbuna we jî di me da amade dikir.

We deme tişta kû me dikir em sozek bû? We deme em yek bûn, em bun civak, û me hevaltiya xwe anî astekî kû ji deme re xilas nabe û ew hevaltî zede bû  herwiha mezin bû.

Bi hezkirin û hurmetên bê dawî,

Çeke te, çeke mine

Doza te, doza mine

Tola te, tola mine

Soza te, soza mine!