Vîna Dîrokî Ya Jinê, Îro Li Her Derê Deng Vedide

– Berjîn Fîraz

Hêviya jiyana azad, tolhildana dîrokî ya hezar salan îro di têkoşîna tevgera azadiyê de şîn dibe. Dema em li paşeroja xwe ya dîrokî dinêrin em dibînin ku ji kal û pîrên me hetanî îro gelê Kurd her dem di nav têkoşînekî bê hempa de bû. Ji serhildana Dêrsimê, heta serhildana Qoçgiriyê. Ji berxwedana Şengalê heya berxwedana Kobanê. Di her kêlî de gelê Kurd serî netewandiye û her tim ji bo pêşeroja xwe berxwedaye. Di heman demî de jî kesên berxweder baş zanî bûn ku bi xwe behna azadiyê nikarin bijîn lê bedelê ku hatiye dayin hemî ji bo pêşerojê bû, ji bo îro bû. Em jî şopdarên wan lehengan in. Di her demê de rêbertiyek derketiyê. Bê guman li gorî dem û pêvajoyê mirov dibîne ku ew Rêberên derketine berxwedanekî bê hempa nîşan dane. Em nikarin bêjin têk çûyin qewimî ye, ji ber berxwedana wan beriya 50 salan tevgera me ya azadiyê hatiye damezrandin ew jî tê wateya ku bi berxwederên me yên dîrokî em gihîştine vê astê. Lê mixabin kêmasîya bîrdozî ya pêwîst, bû sedema ku gelê Kurd komkujî û jenosîdan jiyan bikin. Jenosîda Dêrsimê, Kîmyabaran ya Halepçeyê, Jenosîda Şengalê hwd.

Hêza Pîroz

 5 hezar sal berê dema şikestina jinê, şikestina jiyanê qewimî. Dibe ku jin şikestin, dibe ku jin di bin zordarîyê de ma lê belê yên ku herî zedê êş dîtin ne jin bûn, yên ku winda kirin ne jin bûn ji ber ku civak bi seranserî hêza xwe ya afirandinê bi şikestina jinan winda kir. Dema em pêvajoya jiyana xwezayî dinerin em dibînin ku jiyan derdora jinan dizivire. Ji ber ku yên ku jiyanê avakirin jî jin bûn. Ji ber vê yekê jin ji aliyê civakê ve pîroz hatiye dîtin. Hêza xwe ya rêveberinê, pêşxistinê û afirandinê, ji nû ve avakirinê wekî hêzekî pîroz hatiye qebulkirin ji aliyê civakê ve. Ji bo wê jin bi hêza xwe, bi vîna xwe wek pêşenga civakê hatiye dîtin. Ji ber ku jin bi ev taybetmendiyên xwe dikarî bû ji bo her pirsgirêkan biba çareserî. Şikestina jinan  bû sedema jinên ku di asta xwedawendan de bûn, bikevin asta fehîşêyan. Êdî rola jin tenê xulamtîya zilaman bû. Jiyana bihîşt êdi bû jiyana dojeh him ji bo jinan him jî ji bo zilaman.

Jinên Şervanên Heqîqetê

Rêber APO dibêje: “Jin tê wateya kanîya jiyanê. Jin navenda jiyanê ye. Jin nebe jiyan jî nabe.” Di destpêke de me behsa rêberên dîrokî kir. Bê guman ger heya îro gelê Kurd hîn di nav têkoşînekî ewqas dijwar de be ew tê wateye ku di dîroke de rêvebirinekî pêwîstî derneketîye. Heya 4ê Nîsanê ya 1949.

Bi ji dayik bûna Rêber APO, hêviyekî nû ji bo gelê Kurd ji dayik bûye. Ji ber ku dema Rêber APO dest bi têkoşîne kir xeta yekemîn ya Rêber APO  lêhurbûn ya li ser azadiya jinan bû. Rêber APO dibêje: “Heta îro min hewl da ku pirsgireka jinê fêm bikim û bidim fêm kirin.” Rêber APO têkoşîna jinan wekî bîngeha têkoşîna Kurd diyar kir. Ji bo Rêber APO azadîya bê jin ti kesî jî azad nake. Ji bo têkoşîna heqîqatê di destpêkê de Rêber APO girîngiya dem û cîh (Zaman ve Mekan) diyar kir. Kesê ku di nav lêgerîna heqîqetê de be, dema ku nirxandinên sosyolojîk û dîrokî dike, ji bo gihandina wateya jiyanê û ji bo afirandina jiyana nû, nikare bibêje ku  dem û cîh ji hev cûda bên nirxandin.

Ji bo vê pêşxistina artêşa gelê Kurd ji bo parastina erdnîgarîya gelê Kurd lê dijî di asta herî jor de pêwîstî bû û pêkhat. Wekî me behs kir di pêvajoya jiyanê xwezayî de bi destê jin parastin pêkhat. Parastina çandî, civakî û hebûnî. Ew parastin wekî mîrasekî ji me re maye ji ber ku li ser erdê me jiyan destpê kir. Ji bo vê Rêber APO hay bû ku dîsa pêwîstî li rêxistinkirina jinan heye, ji ber ku bi nasnameya jin di nav civakê de gelekî hatiye lîstin. Jin nema di haya hêza xwe de bûn heta ku Rêber APO wan şiyar kir. Rêber APO got ku hêza îdeolojîk jî hêza rêxistinê jî jin e. Bi pêşengî ya jin ew têkoşîn dikare xwe bigihîne encamekî.

Cihê ku hêza hişmendî û hêza hestan digihêjin hev

Di sala 1978an tevgera me ya azadiyê hatiye damezrandin. Di sala 1984an de çalakiya yekem li hember leşkerên Tirk hatiye pêkanîn. Yekîtiya jinan ya yekemîn di sala 1987 hatiye avakirin. Dema heval Bêrîtan li hember xeta xiyanetê, xeta berxwedanê di şexsa xwe da nîşan da, Rêber APO di sala 1993an de talîmata artêşbûna jinan da. Li qada Metîna di sala 1995an de kongreya yekem ya hevalên jin pêk hat. Di 1996an de bi çalakiya fedaî ya hevala Zîlan, Rêber APO biryara partîbûna hevalên jin daye. Di sala 2004an de partiya me ya PAJK hat avakirin.

Ji avabûna partîyê heta roja me ya îro jinên Kurd û jinên enternasyonal her di nav têkoşînê de ne. Dema Daîş xwest Şengal dagirbike bi berxwedana jinan rû bi rû ma. Bi sedan jin porên xwe bi hev du re kêzî kirin û xwe ji zinaran avêtin. Li Kobanê jinên leheng wekî hevala Arîn Mîrkan xwe di nav zîke dijmin de teqandin. Li Heftanînê di fermandariya hevala Esmer Zerdeşt û 6 hevalên jin li hemberi artêşa dewleta dagirker ya Tirk şer kirin û di encamê de ew artêş xwe paş ve kişandin. Li Garê bi îdeolojîya Rêber APO û bi berxwedana şerwanên rêxistina azadiyê dijmin nikarî bû bi rojan plansaziya xwe pêkbînin û şimikên xwe girtin destê xwe û revîyan.

İro jî em dibînin ku li her derê dema leşkerên dagirker hewldanekî êrîşê dikin bi berxwedana hevalên jin rû bi rû dimînin. Ji ber ku vîna dîrokî ya jin dibe bingeha ku jinên Kurd bi biryar li hember dijmin bisekinin.

Bi mehan berê dewleta faşist hewlda ku li ser Girê Cûdî bi êrîşekî destpê bike. Yek ji herêmên girîng ya gerîlayan ku li pêşiya Tirkiyeyê disekine Girê Cûdî ye. Artêşa Tirk carekî din êrîşî ev herêmê kir, ku beriya niha bi windahiyên mezin neçar ma bû xwe jê vekişe. Girê Cûdî xeta sînor e ku digihêje bajarên Başûrê Kurdistanê û cihê ku Metîna, Zap û Garê digihêjin hev. Ji ber vê yekê ew der pir girîng e û cîhekî stratejîk e.

Artêşa Tirk di êrîşên xwe yên salên borî de ti serkeftin bi dest nexist. Li gel hemû derfetên teknîkî yên di destê wê de ne, nikarî encamên ku tê xwestin bi dest bixe. Ji ber êrîşên xurt ên gerîllayê bi taybetî gerîlayên jin, artêşa Tirk bi windahiyên mezin neçar ma û xwe paş ve kişand. Piştî vê paş ve kişandinê bi awayekî berfireh amadekariyên xwe kirin û dûvî 7 mehan li ev hereman dest bi êrîşekî nuh kir. Hevalên serê  çiyayan bi taktîkên nû, sûîqest û bi operasyonên bi hawekî profesyonel koordînekirî li dijî artêşa dagirker şer kirin. Derbeyên giran li artêşa dagirker dixistin. Bi taybetî êrîşên gerîlayên jin YJA-Star di vê çarçoveyê de ber bi çav dibû. Bi taybetî YJA Star di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi bandor bû û hêza jinê careke din nîşan da.

Armanca şerê ku li Heremên Parastina Medyayê hatiye destpêkirin çi ye, bi taybetî çima konseptekî bi vî rengî hat destpêkirin? Bê guman qadên Medyayê ji aliyekî de jî wateyek ya xwe yê dîrokî ji bo  gerîlayan û ji bo gelê Kurd heye. Ji ber ku qadên Medyayê, cih û warên zayîna gerîla ye, cihê xwe birêxistinkirina gerîla ye. Cihê ku felsefeya jiyanê û ya parastinê tên hunandin e. Ji bo vê jî, hedefgirtina cihekî bi vî rengî tiştekî ji rêzê nîne. Mirov nikare ji rêzê jî binirxîne.

Tîlîlîyên Azadiyê

Rêber APO dibêje: “Ez hêza xwe ya berxwedane ji hişê (zihnimden) xwe digirim. Ez her roj pêncî car şoreşa hişmendîyê li xwe dikim. Ez bi hişê xwe li ber xwe didim.”

Îro li serê çiya bi hezaran jin ber xwe didin. Ne tenê jinên Kurd, bi dehan jinên enternasyonal jî ber xwe didin. Ji ber ku îro tevahîyê cîhanê dîtiye ku ji bo em bikarî bin pêşerojekî azad avabikin têkoşînekî cihanî pêwîst e. Îro dijmin dikeve gundê me bi sedan jinên ciwan ji aliye leşkerên Tirk tên dest dirêjî kirin. Hevalên li serê çiya bi tîlîlîyên xwe tola wan jinan distînin.

Gerîlayên jin îro li tevahîya cîhanê de bûne mînak. Ew tepisandinekî dîrokî ya li ser jinê îro gerîlayên jin wan hişmendiyan dişkînin. Em bînin bîra xwe di pêvajoya Kobanê de tevahîya dinê hevîya xwe bi tevgera me anîn, bi taybetî bi hevalên jin hêviya xwe girêdan.

Ew hemû berhemên Rêber APO ne. Rêber APO jinên Kurd yên ku di xew de bûn şiyar kir. Hêza jinan aniye bîra me û çek da destê me. Rêber APO got: “Pêwîstiya we bi parastinê nîne. Pêwîstiya wan ya parastinê ji we heye. (Sizin korunmaya ihtiyacınız yok. Onların sizin korumanıza ihtiyacı var.)”

Hêstên azad carekî din jîn bû. Bi raman û felsefeya Rêber APO, tovên azadiyê zindî bû. Welatekî hişkbûyî dîsa dest bi şînbûnê kir. Di rastiyê de ji ber ku bingeha têkoşîna tevgera azadiyê vegera li xwezayê ye, berxwedaneke mezin a jinê derket holê.

Îro em wek jinên ciwanên Kurd pêwîst e şopa wan gerîlayên jin bişopînin. Ji ber bi saxiya wan hevalên jin, em jin bûn jiyan bûn û ji berî her tiştî em mirov bûn. Em jin in jiyan in. Ez jin im, jiyan im, bê mirin im.