Hestên Navber Jin Û Zilam

– Jinda Poyraz

Yek ji qada ku bi zêdehî ev nêçîr lê tê meşandin qada têkiliyên zayendan e, wekî jin û zilam. Çanda desthilatiya zilam û kapîtalîzm di mijara hestan de du manîpulasyonên mezin pêşxistin. Ya yekemin wekhev kirina hêst û jinê ye. Bê guman di kesayeta jin de hêza hestan û hişmendiya hestiyarî ji ya zilaman zêdetir e. Lê bi manîpulasyonên desthilatdariyê di navbera aqil-jin û hest-zilaman de dîwarên bilind hatin lêkirin. Hat hedefkirin ku jin ji aqil, zilam jî ji hestan biyanî bibe. Bi radeyek girîng jî ev pêk hat. Di serdema me de pênasekrina hestiyarî li zilam wekî heqaret, lewazî tê pejirandin. Jinên biaqil û jîr jî “jina wek zilam” tê fêmkirin. Di navbera hest-zilam û aqilê jinan de mesafe hatine avakirin. Ol jî bi hêza xwe ya manewî ev mesafe dirêjtir kiriye. Cîhana desthilat jî bi dagiriya xwe vê mesafê dirêjtir dike. Ev dîwarên bilind ji aliyê şoreşgeran, demokratan û ji aliye civakên azad ve bên hilweşandin. Her kesên ku alîgirê aştîxwaziyê ne divê van dîwaran hilweşîne. Çiqas zexm bin jî bila zexm bin divê em wan hilweşînin. Ji ber ku di nav tiştên ku însan dike însan hest parek mezin digre. Îzolasyona hestan ji zilaman wekî nîşaneya qelsî û lewaziyê li ser jinan zêdekirin dibe operasyona derxistina mirov ji mirovahiyê. Carek din em dikarin bibêjin di nav tiştên ku însan dike însan de aqil jî cihek gelek fireh digre. Aqilê ji jinan girtin û di serweriya zilam de ev bi cîh kirin, ew tenê ji zilam re bexşandin, jinan ji asta mirovahiyê derxistin e. Di vê wateyê de dema em hestên xwe analîz dikin; divê em li encama van operasyonên ku ji aliyê desthilatiyê ve li ser me hatine ferzkirin binêrin. Weke jin û zilam divê em vê bikin. Di kesayeta xwe de, di nav cînsê xwe de, di cînsê dijber de ew çavdêrî pêşxistin, bi van rewşa re têkoşînê meşandin, ji bo avakirina cîhana hest û fikrên me dibe gavên girîng yên şoreşgerî. Nêrîna femînîstan ev rewşê wekî perçe kirina hest û aqil ya van sî-çil salên dawî pênase kir û li hemberî vê têkoşîna bîrdozî pêş xist. Lê belê ji ber bingehên jiyana wan û amûrên bi dest girtine, ne li derveyî wê pergalê bû, di encam girtinê de ne têr bûn. Wekî Tevgera Jinên Azad ya Kurdistanê lêkolîna xwezaya hestên jin û zilam, bi çavdêriyeke Jineolojîk di van her dû xwezayan de cihê hest bi awayeke tendurustî eşkere kirin dibe erka me ya pêşîn. Ji ber ku aqilê zilam yê serwer li hemberî cîhana hestan operasyonên xwe pêş xistiye û em hemû van bandoran heya niha li ser xwe dibînin.

Hestên mezin yên ku însan dikin însan

Ji aliyekî din ev operasyona serweriyê jî bûyera hestên gelek dewlemend, ji vê dewlemendiyê, gerdûnîbûnê û cûr be cûriyê qutkirine. Pergal van aliyan tenê di tekiliyên jinan û zilaman de dinirxîne. Ev fêmkirin û têgihiştina şaş, ji rê derketin û xapandin in, lê belê gelek bi bandor in. Li ser civakê bandorên wê hatiye avakirin. Di kîjan aliyê cîhanê de be, heger di derbarê hestan de nîqaşek bê kirin bi gengazî tenê têkiliyên jin-zilam tên berbiçav kirin. Tenê ev têkilî tê bîra mirovan. Di rastiyê de ev operasyona ku cîhana hêstan felç dike, biçûk dike, lewaz dike û bê berhem dihêle. Dema di têgihiştinê de tengî tê jiyîn di hest kirin û jiyanê de jî tengbûyîn û korbûn tê jiyîn. Ji bo me Têkoşerên Têkoşîna Azadiyê yek ji mijara hestan ku divê em baş têbigihîjin jî ev e. Yani dema hest tê gotin ev hest ne tenê têkiliya di navbera jin û zilaman de ne. Ne tenê hezkirin, eşq, kîn û nefret e. Yek ji erkê bingehîn yê şoreşgerî û têkoşeran jî cîhana hêstan ya dewlemend bi van gotin û şêwazên xayînane, bi van gotinên ji rêderketî ne fêmkirine. Hest bi van gotin û şêwazan divê neyên lêdan, neyên êşandin. Di vê mijarê de pergalê li ser me tesîrên mezin ava kirine. Em ji ber van tesîran nikarin asoya xwe firehtir bikin. Di vê mijarê de kêmbûna wate heye. Lê belê pêwist bû di destpêkê de çi bihatana bîra me? Divê hestên mezin yên ku însan dikin însan bihatana bîra me. Însanek heya hestên azadiyê nas neke, eşq û heskirinê jî nas nake. Heya ku însanek para xwe ji hezkirina welat, hezkirina însanan negire, nikare hez ji jinekê an jî zilamekî bike. Dibêje qey hez dike. Lê belê terora zilam di roja îro de li ser jina ku pêk tê, dibin navê vê hezkirinê an jî ne hezkirinê de ye. Terora zilamî ji vê hezkirinê rê digre û pêş dikeve.  Terora zilamî ji hestên însan yên bi awayê cahilane tên bikaranîn hêz digire û li ser jinan vê hêzê bikartîne. Ev şaşitî bi her dû aliyan re dide wenda kirin, dixapîne, dide şaşkirin. Di navbera civak û hezkirinê de, însan û evînê de weke operasyona duyem li ser cîhana me ya hestan carek din ev têgeh û têkiliyên me tên bikaranîn. Ev aliyên me di van operasyonan de tên texrîb kirin. Em çiqas di ferqa van texrîbatan de bin, weke însanên bi tendurustî û azad em bikaribin van texrîbatan derbas bikin em ê bikaribin bergiya pêşketina civaka xwe ya azad jî vekin.