Giyanên ziwa bûne

Rêber APO

Beriya her tiştî biçekbûna giyanî nîn e. Giyanên ziwa bûne… Ez biponijîm bi hestan ve mijûl dibim. Jixwe asta hestê bi asta çandê re di hundirê pêwendiyekê de ye ku ji hev nayên qutkirin. Ez bi endîşeyên xwe, bi tirsên xwe, bi hêrsên xwe, bi şabûnên xwe, bi berketinên xwe, bi êşên xwe û bi zewqên xwe ve di halê gilokeke wisa de me. Di vir de karekî dîtir ê girîng ku pêwîst e bê kirin; safîkirina pênaseya di navbera ajo û hestê de ye. Hest, bi pîrozbûna ajoyê derdikeve rastê. Ger tu dîlbûna ajoyan derbas bikî, hingê tuyê bigihîjî asta rast a hestbûnê. Qanoxa yekem ev e. Ger tu hestên xwe bi esasên ramyarî û heta felsefî û birdozî ve girê bidî, hingê jî wê tu bigihîjî qonaxa duyem a saxlem. Niha ev di nava me de nîn e. A ku ez dibînim, di tevgera şoreşgerî bi xwe de ku em weke zemînê rewşenbîriyê dibînin, kêmbûneke erjeng a hestan û heta arezûyên ku asta ajoyan derbas nakin pir xurt e. Ev ji bo rewşenbîran krîtereke pir girîng e. Ev ajoyê ditêperîne. Di bingeh de ev şoreşeke mezin e. Ger karibe bike, wê di takekes de rê vebike ji bo pêşveçûneke mezin. A duyemîn, ez dikarim bibêjim bingehîn ramyariya gel û dikarim bibêjim ramyariya azadiya civakê. Ma xwe bi temamî pê ve girê daye? Hest ber bi bilindbûnê ve rabûne, ber bi pîrozbûnê ve rabûne û xwe bi armanca ramyarî ya bingehîn û viyanê ve girê dane. Va, ev tekûz dîalektîka ronahîbûnê ye. Ez vê di rastîna Kurd de, di tîpê Kurd de zêde nabînim. Weke ku hest ji asta ajoyan rizgar nebûne, ger hebe hindek û rizgar bibe ji ajoyan, xeyalên erzan, bi ti esasên ramyarî ve ne girêdayî ne, lingên wan li hewa ye… Ez ji van re dibêjim xeyalên derew. Xeyal û arezûyên ku astê nawergirin pir in. Ev pîrozbûneke sexte ye, tê wateya pîrozbûneke metirsîdar. Pîrozbûna rast, divê bi pêwîstekên ramyariya azadiyê ve were girêdan. Va, rewşenbîr vê nake. Her wekî li vê derê tune dibe. Di vê xalê de rewşên balkêş ên ku min saz kirine hene. Ez dixwazim xwe çareser bikim. Ez hewl didim ku herî zêde ji xwe re li xwe mukir werim. Çavkaniya min a hêzê ya rastîn, van ajoyan mezintirîn derbaskirina tevgerê ye. Hestên pîrozbûyî bi misogerî mejî bandor dikin. Mejî jî hestan bandor dike. Lê rabihîsîn û pêhesînên ku hatine tengkirin û hatine daxistin asta ajoyê ber bi lawirbûnê ve dibin. Ez ajoyan mandel nakim. Lê divê ajo ji aliyê pêşveçûna hest û ramanî ve bibin xwedî sazbariyê.Nexwe ramana ku radestê ajoyan buye, qediyaye. Mirovên ku bêhest in mejiyên wan naxebitin, ajoyên wan dixebitin. Mesela ez dixwazim li kesayetiyê ango li we rexneyekî bikim: Nimûne ajoya birçîtiyê ji bo min vegeriyaye ajoya tevgerbûna ramyarî ya erjeng. Lê heke hun vê di wateya daringî de têr bikin, hingê diqede. Her wiha hûn ê li hember ajoya birçîtiyê bin bikevin. Di nava me de ji ajoya birçîtiyê re bi bilindbûneke rast bersiv dayîn û rastîna birçîtiya hemû civakê dîtin nîn e. Mirov dikare here heya rastîna ku sepandinên mêtîngeriyê ew xirab kirine, hêzên hilberînê ew tune kirine, hêza mirov anîne halê nikare bixebite jî here. Ji vê yekê heya çavkaniya birçîtiyê çûyîn; niha ez vê bi samîmî dikim. Ne ku zikê xwe têr bikim. Di vir de bi temamî bi civakê re biyekbûn û bicîhanîna temsîla wijdanî ya tekûz, yanî wijdana civakî bixwe pêk tê. Ev cewaziya me di vir de ye. Ji bo min birçîtî, tê wateya dîtina hemû zemînê daringî yê rasteqîna civakî. Ev ajoya xwetêrkirina min jî di têkoşîna şoreşgerî de li ser navê gel bi asta pêkanîna min ve girêdayî ye. Ger ez niha baş dixwim ango xwarina min ku weke helal li min tê, ev yek ji ber ku ez ji hêzên hilberîna gel re bi wateya felsefî û ramyarî vekirinekî didim çêkirin pêş dikeve. Kengê ku min bawerî bi têrkirina birçîtiya gel anî, hingê nanê ku ez dixwim, têrkirin dikare bibe xwedî wate. Ma niha ev çareserî jî bi we re peyda nabin? We di wateya takekesî de çareser kiriye, lê di wateya civakî de we qet çareser nekiriye.

Çareserkirina ajoya zayendî, pêkanîna şoreşa herî mezin e

Ajoya zayendî: Ji ber ku ajoyeke bingehîn e, pirsgirêka ku bi xwe re afirandiye, di nava me de bi rastî jî ber bi berevajîkirineke ramyarî ya herî giran ve dibe. Çareserkirina ajoya zayendî, pêkanîna şoreşa herî mezin e. Niha di nava me de kesî pêk neaniye. Hemû bin dikevin. Civaka Kurd belkî jî di cîhanê de ew rastîna civakî ango tîpê takekesî derbirîne ku li hember ajoya birçîtî û ajoya zayendiyê di rêza yekem de bin dikeve. Di vê xalê de tiştên ku min pêk anîne hene: Beriya her tiştî di nava civaka me de sinceke(exlaq) vê… li derdora ajoyê çemkeke namûs û sincê saz bûye û çi bavegîd ne di karina têperandina vê de ye. Bi reha neçar e ku pêwîstiyên wê ya bisincî ya jî bêsincî bîne cîh. Ger bêsincî be, takekes qediyaye. Ger bisincî ango di bin navê têgîna binamûs de jî be qediyaye. Di vê tengneqebê de takekesê me careke din hê temenê xwe negihandiye bîstan bin ketiye. Mekanîzma min cewaz e: Bi ajoyê ve mijûlbûn…Ez demeke dirêj bi ajoyê ve mijûl bûm. Encam, di dahûrandinên ramyarî de derfetê vekirineke mezin bidestxistin. Min bi temamî raçînka civakî, sinca civakî û bisazîbûna takekesî rûxand, çirand. Û niha jî hêdî hêdî hewl didim ku vebiguhêzim. Ev jî dibe aliyekî ronahîbûnê ku herî zêde pîj dike û teqînbar e. Divê rewşenbîr di van her dû mijaran de qonaxê werbigire. Ev ew gelş in ku nebin nabe. Dema ku em dibêjin çareseriya takekesî, ya pêwîste were fêmkirin ev e. (…)

Hestên min ên balkêş hene

Hê li gund, her kes ji kurê xwe re li keçikan ango ji keça xwe re li kurikan digeriyan. Rewşa min çibû ma hûn dizanin? Ev zilam hemû çewt dizewicin.

Zilamtiya van ne saxlem e û divê ev keç jî wisa nezewicin. Ez hê di wî temenê xwe de rewayiya civakî ya mezin mandel dikim. Ez rewayiya we mandel dikim û vê yekê qet weke sihêl hilnedin dest. Li gundê me keçika porzer û ew ê pîs, ji ber ku hindek jî pere û zeviyên wî hene dizewicin û ew rewşa ku zilam diafirîne, li ser zarok tam weke rewrewkekî ye. Yek li rasta mala me, yê dî jî li çepê. Stavka zilam û keçê xuya dike û min ev rewş guncav nedît. Helbet wê demê hêza min a çêkirina dahûrandina zayendê tune bû. Lê hestên min ji min re gotin ku ev karekî xirab e. Her roj bûyerek li vê derê derketiye, ji bo cînarê ber deriyê me gotinên wiha pêş ketine. Di gund de gotûgot pir in. Ev jî rewrewkeke mezin e. Derketina we hemûkan a wê deme ev e: Her tiştê bi gor rêpîvanên malbata we bi gora we guncav e. Carek-didu naz bikin, wê paşê jî keç pêwîstekên keçaniya xwe, xort jî pêwîstekên xortaniya xwe pêk bîne. Pir balkêş e, car carna di wan qisekirinên min ên bi dayika min re serî lê didim. Bi qasî ez jinê weke nezan dinirxînim, di hinek xalan de jî derdikeve holê ku hişmend e. Digot, “Êdî ev kur nikare ji xwe re keçekê peyda bike ango bi xwe ne weke van xortên heyî ye.” Lê dît, dixwest bibêje ku ev ne asayî ye. Ev ji bo min pir girîng e û ger ez ketibama vê xefikê wê niha li rastê ne Serok û zilam, wê piştqilûsekî gundî ku xwaromaro bûye û av lê çikiyaye derketiba. Ger tenê bi gor rêpîvanên rewayiyê asteke têkiliyê were jiyandin, va diqede. Neketina min a xefikê, puxteya hilveçirîna mezin a civaka Kurd diderbirîne niha pêşveçûneke hêjandiner mijara gotinê ye. Wisa bi gor kevneşopiyên civakê, bi gor esasên sinca asayî nikarim çêtirdîtinê saz bikim. Hezkirineke ku di nava bûyera mezin ramyarî û rêxistinî de nehêle, belaya ser e, -belaya serê min e jî. Bû bela, lê asta min a bertekî ku tê zanîn, hindek xwe nefirot û ez ji bin kar derketim. Tişta ku min çêkiriye, xwe gihandina hêza vegotina baş e.

Hezkirina rast…

Nirxandineke Çetîn Emeç ku ji bo min kiribû, min di rojnameya Huriyetê de xwend. Binê hevokekê min xêz kiribû. “Di bingehên rast de hezkirin.” Dibêje ev çi gotin e û binê wê jî bi pênûsa sor xêz dike. Bi rastî jî di bingehên rast de hezkirin pir girîng e. Lê pir zor e. Ez di van mijaran de pir birêgez im. Di bingehên rast de hezkirin, karê dadweriyeke mezin, xweşiktî û kedê ye û kare serkeftina mezin e. Ên ku vê pêk nayinin, nikarin hez bikin. Ên ku rêxistina wê, her cûre çalakiya wê nagihînin xalên herî pêş ango yên ku nikarin xwe bigihînin kesayetiya wê ya yeman, hezkirina wan rajêrî ye. Va ev e nêzîkatiya min a felsefî. Ez lê dinêrim qet eleqeya zilam bi serkeftinê nîn e. Ji ber vê yekê nikare hez bike, heram e, metirsîdar e. Ez dibêjim mirovê ku xwe bi serkeftinê ve kilît kiriye hezkirina wî hêja ye. Bi durûtiyê na, divê evîn bi temamî xwe birêveçûna ramyarî û serkeftinê ve kilît bike. Ferhad e, niha di nava me de nav ev e. Şîrîn serkeftin e, Ferhad jî ew zilam e ku xwe di wê de kilît kiriye. Ger em di vê de li hev bikin, bila hemû evîn ên we bin. Ma ez çi bikim? Ma hûn dixwazin a sexte bi min bidin erêkirin? Ma ezê çi bibêjim ji wan ên ku bi şêwaza serkeftinê ve ne girêdayî ne? Helbet ezê bibêjim nexêr! Nîşanên min ên balkêş hene: Dê xwe li gava yekem a serkeftinê kilît bike, lê dê ji dil be. Niha di wê dumendiyê de ku min jiyabû, tê de jî hebû. A ku jinê li ser min pêwîst dikir ev bû: Ger tu min bixwazî dê tu ramyariyê bixî bin piyê xwe. Nirxê ramyarî, puxteya ramyarî û esasên rêxistiniyê bikişîne pîlana duyemîn ango fedayê min bike. Min heşrê rakir. Min tengezariyên mezin borandin. Dilê min bi vê qayil nebû. Ger evîna takekesî bibe hêza herî mezin jî, di wê demê de min xwe nefirote vê ‘‘evînê”, min gav bi gav xwe jê dûr kir. Min got evîn ne ev e. Min di rêxistin û ramyariyê de xeterî kir. Belkî ziwa bûm, lê min ramyarî jî rizgar kir. Di wê pêvajoya navûdeng de ku min têkilî qut kiribû, tam di rewşa berxwedanê de bû. Va gotinên min ên dawî. Min gotê weke Gandî, yanî ez dikarim perhîza zayendiyê hetanî dawî li dar bixim, tu nikarî min bixapînî, ev hêza min heye. Divê her kes li hemberî vê rêzdar be; pêwîst e em pêşikiyê bidin ramyariyê, lê bi teşeyekî rişt. Kirûyekî herî bingehîn ku ez ber bi welatparêziyê ve birime, ew rûdanên li derdora rastîna jinê ye. Min gotibû jin weke welat e ku divê bê rizgarkirin. Min çîroka xwe ji we re vegot. Ev hesteke bingehîn e û jixwe min aniye halê dirûşmeyê. Jina ku azad dibe, ew Kurdistan e ku azad dibe û heta ew zilam e ku azad dibe. Asta bi jinê re têkilî danînê, bi min weke dagirkeriyê tê. Di van bingehan de jinê girtina bin serdestiyê, hesteke min anî welat ji dest çû, azadî ji dest çû bi min re dide çêkirin. Ev yek pişt re peyitand ka bi azadiyê re dê çiqas di nav hev de bin. Asta azadiya jinê asta azadiya civakê ye, ew jî ya welat e. Ez bijarteperest im… Ez pir li pêş artîstê herî bijare me. Aliyê ku ez dibime heyranê artîstan, ew aliyê wan ê ku miriyê bijarteperestiyê ne. Va ez deh qet û heta sed qet ji wan zêditir bijarteperest im. Di vê kûrahiyê de xwedî perspektîfeke hunerî me. Meqseda hunerê pêşxistina hesta estetîk û xweşiktiyê ye. Peydakirina xweşiktiyê, civakbûnîkirina wê ye.

Du bingehîn objeyên xweşiktiyê: Zilamê xweşik û jina xweşik e. Weke yekî ku ewqas xwedî hêz e, bi min ve eleqedar nakokiyên min jî hene. Evîn ji bo min çi demê girîng e? Ma ez dikarim evînî bibim? Bandora ramyariyê ji min çiqas tişt birine? Ez xwe lêpirsîn dikim. Dema ku ez zarokekî gundî yê ku navûdengê wî ne diyar bûm, zêde ji min nedihate hezkirin, lê niha eleqe pir mezin e. Hingê ez dibêjim di virê de çewtiyeke mezin heye. Ger ez bi paldêriya ramyariyê, xwe bidime hezkirin, ev durûtiyek e. Ma bi rastî ji ber ku ez weke takekes mezin bûme hêzdar im ango hêza ramyarî di min de civiyaye -ji lewma weke takekes hêzdar im? Gelo ecibandin û eleqeya jin û civakê bingehê xwe ji kû derê digirin? Lêgerîna min ev e: Ezê weke tîpekî ku xwe dispêre hêza ramyarî, bi misogerî ne kesî nêzîkê xwe bikim, ne jî xwe li ser kesî pêwîst bikim. Ev rêgezeke arişenî û sincî ye. Ez ê weke „ez” li ser piya bimînim. Qet tu hêza min a ramyarî tune be jî, divê ez karibim ‘‘ezê” li piya bihêlim.

Evîndarê min buyîn zor e…

Me Zîlan dahûrand. Zîlan evînek e… Asteke herî girîng a evînê û pêkhatina evînekê ye. Ez nikarim bibêjim ku ez bêevîn im. Lêgerînên we yên jin û zilam cûda, yên min cûda ne. Jiyanîbûna şêwaza Zîlan ji bo min pêşveçûna evînê ye. Wêrekiya hezkirinê dide. “Mezin jiyandin, mezin hezkirin.” Mezin şerkirin. Ev bi hev re pir girêdayî ne. Ger pratîze bibin, wê evîn pêş bikeve û rêzdarî jê re bê nîşandan. Çalakiya me ramyariya me ya mezin e, ramyariya me ya mezin evîna me ya mezin e. Em ê bi riya vê bidine pejirandin, wekî din riya wê nîn e. Ez pêşiya keçikên xweşik ango keçikên divê werin xweşikkirin erjeng vedikim. Dibe ku hûn karibin bi jinekê re eleqedar bibin, lê ez ku ji destê min were ez ê bi hemû jinên cîhanê re eleqedar bibim. Di pêş sîstema ku Amerîkayiyan dane afirandin lêgerîneke min a jinê -enstitûya xweşikirinê û di her cureyî de afirandinê di hempaya xwe de pêş dixim. Qet eyba wê nîn e. Şûna ku ez bibim zilamekî pîs ê serdest, ez ê bibim rêvekerekî ku jinan ber bi xweşikiyê ve radike. Di cihê têkiliyeke ku ez bi xwe re bidime dadan, ez ê bibim ew kesê ku her kesî ber bi pêşbirka mezin ve radike, -va dîsa fomûl binavûdeng e, ya/ê ku herî zêde şer dike, dibe ew kesa/ê herî xweşikbûyî, ya/yê ku herî zede xweşik dibe, dibe ew kesê herî jê tê hezkirin. Jixwe ev viyanê dide afirandin, viyan jî hêza hezkirinê diyar dike. Ev, hê di mirovê Kurd de nehatine dahûrandin. Ew di sewdaseriyê de şêwaza herî paşdemayî ye, ez jê dikerixim û ji bo vê yekê jî parastinên min hene. Emê kesayetiya sewdaseriyê tune bikin. Ez dixwazim astekê bidime afirandin. Hezkirin bûyereke mehşerî ye. Em ê di hizûra civakê de wekê bûyerekê binirxînin. Dibêjin ya pir taybet, têkiliya taybet, nexêr! Di bingeh de divê em evînê weke têkiliyeke herî civakî, herî rewa û mehşerî binirxînin. Di nava me de berevajî weke ya herî bieyib tê dîtin. Divê em hezkirinê biçepikînin û bikin taç li ser serê xwe. Helbet ji bo vê yeke jî afirandina hemû zemînê hezkirinê yê zilam û jin û pêşxistina rewayiyê pêwîst e.

Ez alîgirê jinê me

Zayendîtiyê jî, di hundirê sînorên ku min diyar kirine de xweşik dibînim. Eleqeya zayendî tiştekî xweşik e. Jineke xweşik re eleqeyê rabihîstin, bi jineke xweşik re bûyîn, bi şertê ku sînorên min danîne bêne esasgirtin bûyereke hêja ye. Ez dibêjim em a rast saz bikin. Têgînên mînanî evîn, têkiliya xweşik, hezkirin-berdilkî tenê dikarin di wan cihên bilind ku destê dijmin dirêj nabê pêk werin. Lê cihên me yên ku destê dijmin dirêjî nebûye mane an na? Mezin rêzdariya min heye li hember bûna şervanê evînê. Lêgerê/a evînê çewtî nake, naterpile. Ev te mezin dike. Ger tu evînê li cihên ku destê dijmin dirêj nabê digerî û nirxekî mezin didî vê, çalakiya te ya welat, çalakiya te ya azadiyê, çalakiya te ya mirovî ku bin nakeve wê bi misogerî pêşveçûnê saz bike û serkeftina wê serkeftina evîna te ye. Weke remzekî her keç û xortekî me dikare bibe mijara evîneke wisa. Divê weke teorîk hebe û di pratîkê de pêk were, rêzdarî jê re bê nîşandan. Li vir wisa rewşeke bieybî jî nîn e.