Girêdana Hest Û Azadiyê

– Delal Canda Varto

 

Ji avabûna gerdûnê heta çêbûna gerstêrkan û heya mirovê destpêkê; ji mirovê destpêkê jî heya çêbûna klan, kabîle, xanedan, êl û eşîran. Ji vir jî heya împarator, dewlet netew û pergala kapîtalîzmê. Ev dîrok qasî em pê dizanin 13.8 milyar sal in. Di vê dîroka em tê de derbas bûne, me bi xwe re hest anîne. Mirov dikare bêje ku dîroka gerdûn û mirovahiyê, di heman demê de jî dîroka hestan e. Ji ber ku eger di mirovê destpêkê de hestên jiyanê nebûna, dê nekariya xwe li ser lingan bigirta. Em jî ji koka vê dîrokê tên. Ji sedî sed ne be jî lê belê me bi xwe re taybetmendiyên ku ji dîrokê girtine anîne. Rêber APO vê rastiyê weha tîne ziman: “Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roja me de veşartî ye”. Mirov dikare bêje ku hestên me yên îroj, ne yên îroj in. Yanî di destpêkê de bi me re hebûn. Lê mirovan nedizanî ka dê van hestan çawa bînin ziman. Mirovê destpêkê çawa xwe parastiye, çawa xwe têr kiriye û çawa xwe zêde kiriye? Ev sê xislet ji bo domandina jiyanê nebin nabe. Yanî mirovê destpêkê ha ji van xisletan heye ku ev sê xislet bi cîh anîne. Hem xwe parastine, hem xwe têr kirine û hem jî xwe zêde kirine. Ev her sê pirs, ne ji rêzê ne. Gelo çi bûye sedem wan mirovan xwe parastiye? Çima xwe têr kirine? Çima xwe zêde kirine? Em li vir dikarin vê bersivê bidin: Hest bûne sedem ku ev her sê pêdiviyên jiyanê pêş ketine. Di vir de pirsek din tê pêşberî me. Ev jî ev pirs e. Çi bûye sedem ku mirov ber bi hestan ve çûye. Dibe ku bersiva me ji sedî sed nebe. Lê bele ji sedî 99.9 para xwe ya rastiyê heye. Bersiv jî ev e, “azadî”. Ji ber ku armanca hestan ew e ku azad bin. Ji bo ku hest azad bibin jî pêdiviya wan bi rêbazekê heye ku bigihîje armanca xwe. Em di roja îroj de ji vê rêbazê re dibêjin “helbest”. Dema mirov nav lê kirinên destpêkê binêre, dê mirov bibîne ku, li gorî hestan nav li tiştên heyî kirine. Eger em çend mînakan bidin; agir, ba, ax, av û hwd. Baş e, çi bûye sedem ku mirovên ewil ewqas bi jiyanê ve hatine girêdan? Di vir de em dikarin vê bêjin; ji bo xwe bigihînin rastiyê.  Ji bo mirov bigihîje rastiyê jî têkoşîn, azwerî, mejî û hêvî lazim in. Ji bo ev taybetmendiyên me anîne ziman pêk werin jî dîsa hest pêwîst in. Ji ber vê jî mirovên destpêkê bi her aliyan ve xwedî hestên bê hempa bûne. Mirov dikare di vir de, hinek qala mejiyê mirovan bike. Di mejiyê mirovan de cure mejî heye. Yekem: Mejiyê hestiyar, duyem: Mejiyê analîtîk e. Mejiyê hestiyar bê ku xeletiyan bike tevdigere û qet şaşitiyan nake. Mejiyê ku mirovan ber bi hestan ve dibe jî ev mejiyê hestiyar e. Mejiyê analîtîk rewşa heyî analîz û şîrove dike. Ji ber vê jî hin caran dikeve şaşitî û xeletiyan. Dema mirov li dîroka derbasbûyî binêre, mirovên ewil sedî not bi mejiyê hestiyar tevgeriyane. Lewra wan dikariyan ji bo dîroka mirovahiyê bibin hîmê jiyanê. Tu tişt tuneye ku armanca xwe ne azadî be. Her tişta ku di gerdûna me de heye, bê sedem û bê sebeb nîne. Her tişt qasî cewherê xwe yê resen, bandora xwe li gerdûna me dike. Her tişta ku di gerdûna me de heye, bi hev ve girêdayiye. Tiştek bê yê din nabe. Yanî em her tişt in û qet ne tu tiştek in. Ji moriyekî bigire heya teyrê li asîman, ji teyrê li asîman bigire heya baran û berfê, ji baran û berfê bigire heya karxezalên li ser lat û zinaran, armanca me tevan yek e. Ev jî azadî ye. Lê yê ku me tevan tîne li gel hev û du hest in. Hest dibin sedem ku armanc û daxwazên me tevan bibin yek. Lê mixabin di roja îroj de pergala kapîtalîzmê şerê hestan li ser civakê dike. Em zindî tev, ji alîyê hestan ve bi hev ve girêdayî ne.

Di kêliyê de,

azad jiyîn

Carna mirov vê girêdanê bi çav dibîne, carna mirov bi guh dibihîze û carna jî mirov bi pêhesînên xwe pê dihese. Ji bo mijar baş were zanîn, em çend mînak û nimuneyan bidin. Bihizirin! Şivanekî li ber berxan, çiqas ji berxên xwe hez dike. Lê dama bibihîze ku dê berxê wî bikin qurban yan jî di cihekî de miriye, bêguman dê şivanê berxan hestiyar bibe. Ji ber ku wî şivanî piraniya jiyana xwe bi wê berxê re derbas kiriye. Bi wê re geriyaye. Li ser lat û zinaran, li ser çem û kaniyan, li ser mêrg û deştan. Ma kî dizane dibe ku carna were xewna wî jî. Ji ber ku ew bibû parçeyek ji jiyana wî. Şivan li gel berxê xwe azad dibe.  Jixwe azadiya ku em qala wê dikin, ev bixwe ye. Di kêliyê de, azad jiyîn, yanî kêliya em tê de ne, bi azadî jiyîn e. Di vir de jî dîsa têkiliya hest û azadiyê tê ber çavên me. Di esasê xwe de jî azadî, di hestan de veşartî ye. Ya di vir de girîng, mirov hewil bide wan hestan derxe holê û bi watedar bike. Nimuneya me ya din ev e: Eger tu gulan biçînî, pişta xwe bidiyê, dê ev gul li gor dilê te şîn nebin. Lê eger tu gulan biçînî, her roj av bidî, axa gulan bikolî, wezexa gulan bikî binê û pêre eleqedar bibî, dê ev gul pir zûtir şîn bibin  û zûtir bîhn bidin û mezintir bibin. Her gava ku gul mezintir dibin, bîhna wan jî xurttir dibe. Hestên wan berfirehtir dibin. Têkiliya gulan û xwediyê gulan, roj bi roj xurttir û qayîmtir dibe. Êdî gul jî xwediyê xwe nas dikin. Xwediyê gulan jî ji kû derê ve dema bîhna gulan bîhn bike, dê nas bike. Gerek em vê jî bînin ziman: Ev têkiliya gul û mirovan, bandora xwe li ser jinan bêhtir dide nîşandan. Ev jî ji têkiliya jinxwezayê tê. Di vir de ya esas hevsengiya hestan e. Eger ku hestên xwediyê gulê û hestên gulê li hev bikin, ev tê vê wateyê ku azadî bi hevsengiya hestan ava bûye. Mînaka me ya dawî jî ev e; têkilîya mirov û hespan. Em demekê li eyaleta Cîlo bûn. Ji bo hin xiradên me yên jiyanî, li gel me hesp hebû. Dema em ji nuqteyekê biçûna nuqteyek din, me xiradên xwe li hespê dikir. Yanî hesp her dayim li cem me bû. Herî zêde Heval Bager Erdal pêre mijul dibû. Ji ber vê jî hestê hespê herî zêde Heval Bager nas dikir. Hesp fêrî Heval Bager bibû. Heval Bager hesp bar dikir û barê wî datanî. Demek şunde Heval Bager ji bo karekî dê biçûya Çarçela. Lê dema Heval Bager xatir xwest û dê rê biketa, hema ji nişka ve hespê kire şîqeşîq û lingên xwe bi erdê re bir û anî. Heya demekê wisa kir. Piştre bezî çû li cem Heval Bager û serê xwe bi milê heval Bager re dianî û dibir. Wekî ku jê re bêje: “Neçe.” Ji ber ku Heval Bager ji me hemûyan bêhtir bi hespê re mijûl dibû. Wî ava hespê didayê. Wî xwarina wî didayê. Wî ew dibir digerand. Ji ber vî jî hesp bi Heval Bager ve hatibû girêdan. Lewma dema dît ku dê heval Bager biçe, hestên wî wisa derketin pêş.